Kurd di nav dorpêça ji xwaberbûn û windakirina çandî de

"Seîko Torê” di "Duyemîn Kongreya Nivîskar û Hunermendên Çerm Reş" de ku li bajarê Roma ya paytexta Îtalyayê di sala 1959ê de hate sazkirin, dibêje: Bo beşdarîkirin di şoreşa Afrîqa de ne bes e ku em tenê straneke şoreşgêrî bêjin, dive şoreş û xelk bibin yek, dema ku xelk û şoreş tevlî hev dibin wê demê stran dê bixwe jidayîk bibin.

Arêz Hewramî

Kurdshop - "Seîko Torê” di "Duyemîn Kongreya Nivîskar û Hunermendên Çerm Reş" de ku li bajarê Roma ya paytexta Îtalyayê di sala 1959ê de hate sazkirin, dibêje: Bo beşdarîkirin di şoreşa Afrîqa de ne bes e ku em tenê straneke şoreşgêrî bêjin, dive şoreş û xelk bibin yek, dema ku xelk û şoreş tevlî hev dibin wê demê stran dê bixwe jidayîk bibin. Bo gihêştin bi vê tevgerê divê hûn bixwe bibin beşeke zindî ji Afrîqayeke rast.

Dive hûn bibin beşek ji tevgera gel ku bo bidestxistina azadî û pêşkeftin û bexteweriya Afrîqa ya destê xwe dane hevdu. Li derveyî vê hevrikî û destşikandinê, çi ciheke wan hunermendan civakê de nine, bo bidestxistina azadiyê bo Afrîqa tevlî civakê nabin di vê xebat û hevrikiyê de beşdar nînin.

"Seîko Torê” di destpêkê û li ciheke hejî de berê xwe dide hunermend û nivîskarên reş ên Afrîqa ku bi dehan salan e welatê wan hatiye dagîrkirin û tepesekirin, dibêje bo Afrîqa û welatekî ku hatiye dagîrkirin xebatê bikin.

Ev xebat jî bi hewleke gelemperî dibe û kesek bi tenê nikare wê xebatê bike, lê pêwîste em vê yekê bizanin  ku ew hewlên takekesî piştre dibin tevgerekî civakî, wate welatên ku zulm li wan hatiye kirin û hatine dagîrkirin, di du aliyan de dive hişyar bin, pêwîste peywendiya di navbera rewşenbîr, nivîskar û hunermendan li gel civakê peywendiyeke organîk be û peywendiya gel û nîştiman peywendiyeke bihêz be ku neyê qutkirin. Tenê di rewşên weha de nîştiman dikare tama azadiyê bizane û xweşî û bexteweriyê bibîne.

Vejandina vê mijarê ji ber sedemên giştî bo rewşa niha ya hemû Kurdistanê û bi taybetî Başûrê Kurdistanê pêwîst e û kes nikare wê jê bêrî bike.

Bi giştî Kurdistan welatekî dagîrkirî û perçe perçe kirî ye û bi sedan sale ku ji aliyê welatên navçeyê ve hatiye dagîrkirin û gelê Kurdistanê hatiye tepeserkirin û talankirin.  Di vî warî de em dikarin bêjin ku Kurd herdem piranî bûne û bo bidestxistina azadiyê yan bi piratîk xebat kirine û tevlî refên şoreşê bûne yan jî bi nerasterast alîkariya şoreşê kirine û dilê wan bi şoreşê re bûye yan jî di asta herî nizim de ji hebûna dagîrkeran aciz bûne.

Grupek jî ji ber gelek sedeman ku dê bêne şîrove kirin li hember dujmin û pîlanên wan de bê desthilat bûne û xwe radest kirine. Ya ku civaknas li ser vê rijd in û weke sedemên dagîrkirina tak ji aliyê dagîrkeran ve dibînin em ê di du xalan de şîrove bikin: ya yekem ev e ku, kesê hatiye dagîrkirin , li hember desthilata aborî, siyasî û hizrî  ya dagîrker hest bi kêmasî û bêhêziyê dike û dixwaze bibe beşek ji vê hêz û şiyana ku heye û ji lawaziya neteweya xwe dûr bikeve û tevlî tevgera desthilatê bibe. A duyem, bi haydarî û bo bides tanîna berjewendiiya xwe û bo bidestxistina desthilatê, tevlî vê tevgera desthilatdar dibe.

Li Kurdistanê her du grub hebûn û hê jî hene, hem ên ku li hember dîmenê xeyalî ji dagîrkaran û tepeserkirina dîroka xwe, teslîm bûne û hem kesên ku ji bo berjewendiya xwe tevlî tevgera aliyên desthilatê bûne, çi peywendiya wan du taqiman bi civakê ve heye?

Di bersiva vê pirsê de em dikarin bêjin ku, herçiqas hejmar û rêjeya wan du gruban di nava civakê de zêde be, hêdî hêdî riya destkarîkirina nasnameya vê civakê hêsantir dibe, ev jî di vê serdema niha de ku serdema bihev gihêştin, man yan jî nemana nasnameyane.

Eger her nifşeke civakê mîrata nifşê berî xwe wernegre û wê nû neke û bo nifşên piştê xwe veneguhêze, wê demê ev cikak dê lawaz bibe û ber bi guhertinê ve biçe.

”Frantis Fanon” li ser vê mijarê dibêje ku her nifşek çiqas kêm jî be, divê erk û berpirsyartiya xwe bibîne, wê cîbicî bike yan îxanetê bike. Li welatên ku hê jî pêş nekeftine, nifşên berê ji aliyekê li hember hewlên dagîrkeran li hember ji hev hilweşandina civakê berxwedan kirine û  alîkarîya perwerdekirin û rizgarkirin û amadekirina şorşgerên îro bûn.

Niha êdî dema me ye ku em xwe ji hizrên biçûk û lawaziya nifşên xwe yên berê rizgar bikin, bi wateyeke din hem divê em vê mîratê biparêzin û tevî wê eger valahî û kêmasiyek hebe em çareser bikin.

Dagîrker weke ku Fanon dibêje sûdê ji valahiya nav siyaset û civaka dagîrkirî  werdigre. Bi mezinkirina pirsgirêkên aborî her dem wan dike rojev û behsa kêmasiyên deverê dike, dixwaze moral û baweriya wan lawaz bike û bi nîşandana wan pirsgirêkên aborî bêje ku kilît û riya çareseriyê di destê navendê û dagîrkaran de ye, kareke wesa dike ku hestên bawerî û yekrêziyê birîndar bike li berhev hilweşîne.

Li hemû perçeyên Kurdistanê, hemû rûyên dagîrkerên Kurdistanê xuya dikin. Ji aliyekê bi hember kirin li gel beşên din ên wan welatên ku Kurdistan bi ser wan de perçe bûye, Kurdistan di warê aborî de paşketî ye, ji aliyekî din, wesa nîşan didin ku ev paşkeftina aborî metirsya herî mezin e bo ser jiyana xelkê û pirsgirêka sereke ew netewe ye ku li gel navend û desthilata despot de yek nagre. Beşa duyem a vê mijarê hê jî ecêb e, ku sedema vê paşkeftinê vedigerînin ser xemsarî û jêhatî nebûn û nezaniya xelkê Kurdistanê. Ya ku di sed salên borî de li her perçeyeke Kurdistanê çêbûye encameke cûda nîşan nade.

Lê ji ber ku mijara sereke ya vê nivîsê Başûrê Kurdistanê ye, ez ê hewil bidim ku tenê tekeziyê li ser hin pirsgirêkên biçûk ên civakî, çandî û pirsgirêka mezin a aborî bikim.

Ev perçeyê Kurdistanê, perçeyê tekane ye ku karîye dema 30 salan hikûmeta xwe hebe û heta astekê li gel yasa û rêkarên navdewletî de xwe rêk bixe û weke hêz û lîstikvaneke navçeyê gelek caran nîşan daye ku dikare rola xwe bibîne. Her ew perçeyê Kurdistanê hê jî gelek pirsgirêkên cidî yên aborî, perwerde û çandî hene.

Aliyê dagîrker dibêjin ku sedema sereke ya tevahiya wan pirsgirêkan vedigere ser jêhatînebûna Kurdan. Weke mînak di warê aborî de ku em ê bi awayeke berfireh balê bikişnin ser. Di 10 salên borî de hikûmeta navendî hewil daye ku  nîşan bide ku: pirsgirêka sereke ya xelkê ku li başûrê Kurdistanê jiyan dikin û pirsgirêka Başûrê Kurdistanê bixwe jî aborî ye. Ji aliyê din bi hevkariya hevalbendên xwe li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê dixwaze wesa nîşan bide ku rihê wê pirsgirêkê ne di dabeşkirina newekhev a navendê de ye lê rihê sereke yê vê pirsgirêkê di nav hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, wate sedema pirsgirêka aborî lawaziya rêvebirina siyasetê ye li Kurdistanê.  Aliyekî vê pirsgirêkê petrol û siyaseta petrolê ye. Ev pirsgirêk tenê bi mercekê tê çareserkirin ku her tişt bikeve bin destê aliyê serdest û hemû rê ber bi Bexdayê ve biçin. Ev riyeke ku di warê aborî de aliyên serdest li hemû perçeyan û bi taybet li başûrê Kurdistanê dimeşînin.

Li beşên din ên Kurdistanê ku hikûmeta Kurdî tineye, pirsgirêk gelek mezintir û ecêb in û em di vê nivîsê de behsa wan nakin.

Lê em ê di vê nivîsê de ji bilî vê mijarê, behsa mijareke din a herî giring bikin ku kesên weke Seîko Torê û Firantis Fanon û Îdward Se`îd û Hûmî Baba û gelek nivîskar û feylesofên din behsa wê kirine, ku ew jî mijiareke ku aliyê serdest, rojevê bo bindestên xwe çêdike,  ev mijara ku gelek feylesof û civaknas jî li ser axivîne mijara "Li Xwe Bawer Bûna Netewî"  û "Windakirina Çandî" ye ku ez ê di beşa duyem a vê nivîsê de behsa wan bikim û hin mînakan bêjim ku bûne cihê gengeşeya di nava sosyal medyayê û heybetiya xelkê Kurd li beşên din, bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê , ez ê sedema derketina vê rewşê jî şîrove bikim. Ez ê behsa wê yekê jî bikim ku çima xelkê Başûrê Kurdistanê û perçeyên din ên Kurdistanê, bo windakirina çandî ne wek hev in.

KURDŞOP
766 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!