Bêhzad Qadirî
Beşa duyem a vê gotarê li vir bixwînin
Di her du beşên berê yên vê gotarê de, bi behskirina çend mînakek ji helbestên çend helbestvanên Kurd (Feqê Qadirî Hemawend, Cemîl Rencber, Celal Medhet Xoşnav, Samî Evdal, Seyîd Kamîl Îmamî, Xadîm, Nafî`i Mezher, Şêx Ehmed Şakelî û Fayîq Bêkes) rengvedana Newrozê di wêjeya Kurdî de me dît û me mêze kir ku gelek ji helbestvanên Kurd di helbestên xwe de netenê bi awayên cur bi cur behsa Newrozê kirine, belkî li ser Newrozê helbestên taybet jî afirandine. Di vê beşê de em ê vê gotarê bi anîna çend mînak ji helbestên din ên helbestvanên Kurd bi dawî bînin, ku armanca me îsbatkirina Kurdistanîbûna Newrozê û herwisa dengvedana Newrozê di edebiyata Kurdî de ye. Pêwîst e ez vê yekê jî bibêjim ku bi sedan helbest û weşanên din ên Kurdî hene ku bi awayên cur bi cur behsa Newrozê tê de hatiye kirin ku pêwîstî bi lêkolînên zêdetir heye û potansiyela nivîsandina wan di çend pirtûkan de heye.
Newroz di helbesta “Xwa ke şew dênê roj ebatewe” a Pîremêrd de
Pîremêrd (1867-1950) an jî Hecî Tofîq Beg helbestvan, nivîskar û rojnamevanekî bi şiyan ê Kurd bû. Li Silêmaniyê ji dayîk bûye û di ciwaniya xwe de li wir zanistên olî xwendiye. Pîremêrd mizgeft bi mizgeft û bajar bi bajar geriyaye û li her cihekî demekê maye û piştî serdana piraniya mizgeftên Silêmaniyê, berê xwe dide mizgeftên bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê. Pîremêrd xwediyê gelek berhemên edebî ye û xizmeta rojnamegeriya Kurdî kiriye. Çend ji van xizmetan pêk hatine ji “avakirina rojnameya Resmilî Katib, rojnameya Kurdî ya Te`awun û Terqî Xizetesî, rojnameya Jîn û kovara Jîn”. Pîremêrd di warê helbestê de jî xwedî destek bilind bûye.
Ji xeynî rojnamegeriyê, mijareke din a ku Pîremêrd girîngiyeke zêde pê daye, Newroz bû. Li cem Pîremêrd Newroz tenê vekirina şahiyekê û lidarxistina şahiyekê nebûye, belkî tiştek ji wê yekê mezintir bûye, li cem wî hevsengiya mirin û vejînê bûye, ji aliyekê ve sirûşta mirinê jiyandiye, ji aliyek dinê ve jî şoreş û rizgarbûna gel bûye. Eva jî beşek ji helbesta “Xwa ke şew dênê roj ebatewe” a Pîremêrd e:
Sale û sal zewî nuwê ebêtewe / gij û giyay legel ebûjêtewe
Ke zistan royî îtir newroze / bulbul le eşqî gulda be soze
Beşî dû salman le newroz daye / yalla kurukal sa werine kaye
Pîremêrd di van helbestan de jî behsa Newrozê kiriye: “Nawêrin bilêyn pendî pêşînan, ke qel qirandî bilê: Ya xeffar, hewre tirîşqe girmey birawe û şewgarî payz ne`eçuwe ser”
Newroz di helbesta “Hewtem: Newroz” a Dilşad Merîwanî de
Dilşad Merîwanî (1947-1989) nivîskar, rojnamevan, helbestvan û ekterê Kurd ê Silêmaniyê bûye. Ji ber wê ku zarokên dersxwan hînê elfabeya Kurdî dikir, ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve wekî kesekî xirabkar hate şehîdkirin. Wî di sala 1963an de dest bi xebata siyasî û têkoşîna xwe ya binerdî kir û gelek caran kete girtîgehê, îşkence û azar û avarebûn dît. Herwiha di şoreşên Îlona 1961 û Hezîrana 1976an de çend salan li bajêr jiyana partîzaniyê ceriband. Kesekî pir nîştimaperwer bûye û girîngiyek zêde daye helbestên nîştimanperwerî. Ev jî beşek ji helbesta “Hewtem: Newroz” e:
Dilî pasarî bew biçûkîye, kewte helperîn / Leser erxewan, eywut: Xelkîne, ba xem laberîn
Gulaley nazdar zû helse le xew, emro newroze / Min be goranî, to be pêkenîn, elêyn: pîroze
Hêjayî behskirinê ye ku “Dilşad Merîwanî” di helbestên “Netraza, Mamosta, Bîst û Noyem: Namey Îşiqdozêk, Çil û Noyem: Newrozî 1975” de behsa Newrozê kiriye.
Newroz di helbesta “Newrozî Rizgarî” a Hêmin de
Hêmin (1921-1986) kurê Seyîd Hesenê Mukrî û ji malbata Mela Camî Çorî bûye. Diya wî Zeyneb a keça Şêxê Burhan bûye. Hêmin di Bihara sala 1300ê a Koçî de li şeva cejna Beratê li gundê Laçînî yê bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Mamoste Hêmin ji bilî ku helbestvanekî jêhatî bûye, bi karê siyasî re jî mijûl bûye û bîra nîştimanperwerî ya vî helbestvanî bi rindî di helbestên wî de xuya dike.
Mamoste Hêmin di pirtûka “Hewarî Xalî” de wiha behsa Newrozê dike:
“Li ser Newroza pîroz gelek tişt hatine gotin û nivîsandin. Dîroknas dibêjin roja ku agir hatiye peydakirin xelkê cejin girtine û navê wê kirine Newroz, an jî dinivîsin ku roja Kaweyê Hesinkar li hember Zuhakê xwînxwar û zalim serî hildaye û desthilatdariya wî ya zordar bi dawî aniye, Newroz bi rê ve birine.
Heta min ji hinek hevalên Şîe jî bihîstiye ku Hezretî Elî (silava Xudê lê bin) di wê rojê de hatiye dinyayê. Ti yek ji van nêrînan bo redkirinê nabin. Vedîtina agir, ew nî`imeta mezin a Xwedê, serhildana Kawe û hilweşandina Zuhakê zalim û jidayikbûna Hezretî Elî yê rêberê navdar ê Îslamê, hemû dibin ku mirov ji bo wan cejinê bigire. Lê nerîna min derbarê Newrozê de nerînek gundêtî ye û Kurmancane ye. Ez ji wê yekê jî natirsim ku dîroknivîsên şaristaniyê ji min re bibêjin kerrê kurmanc ê dîroknezan û nexwendewar te ew ji kuderê aniye.
Ez li ser wê bawerê me ku ev roja pîroz û ev cejna mezin a piraniya gelên Rojhilatê pêwendî bi aborî ve heye”.
Beşek ji helbesta “Newrozî Rizgarî” ji pirtûka “Tarîk û Rûn”:
Le dinyada keme hawtay beharî cwanî Kurdistan
Ewîş ewsal ke layêkî necatî bû lejêr destan
Le xoşî ew wilate şaîrîş bote hezar destan
Refîqan rojî kurdane, behare, cêjnî newroze
Bedil lêtan dekem lew rojeda min cêjne pîroze
Mamoste Hêmin jî di van helbestê de behsa Newrozê kiriye: “Rêbendan û Şaîr, Perî Şî`ir, Meterêzî Şeref, Deskewtî Xebat, Sazî Nasaz û Şerabî Xest û hwd”.
Dawî
Wek min di serî de jî behs kir, piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.