Dr. Azad Mukrî
Helbesta Kurdî li Mukriyanê di van du sedsalên borî de hêzeke mezin bi dest xistiye. Guherîna helbesta Kurdî li Mukriyanê tê de peyda bû û piştre li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê belav bû, ew yeka ji aliyê helbestvanê mezin û bi şiyan ê Kurd Mîrza Ebdurehîmê Sablaxî, ku bi navê Wefayî jî tê naskirin, şikil girt.
Wek tê zanîn Mîrza Ebdurehîmê Wefayî 137 sal berî niha koça dawî kiriye. Yanî beriya wê sedsal û nîvê, Wefayî bi hemû ezmûnên helbestên Kurdî yên beriya xwe re hevnas bûye û bi taybetî agehdarê zimanê dijwar û tevlihev ên Nalî û Mehwî bûye. Ji aliyek dinê ve haya wî ji helbestên tejî remz û nihêniyên Melayê Cizîrî hebûye. Her du cur ji ezmûnên helbestî yên helbestvanên navbirî di dîwana Wefayî de têne dîtin.
Herwisa Wefayî di edebiyata Farsî de jî bi ezmûna helbesta evîndarî û arifane nasiyar bûye û helbestvanên wek Hafiz, Seidî û Senayî Xeznewî nas kiriye. Ji xeynî wê yekê, edebiyata Erebî jî bi başî zaniye. Gelempera wan ezmûnane karekê dikin ku Wefayî bingehek ji bo xezal û helbesta Kurdî dabinê ku em dikarin jê re hêsankariya nemumkin bêjin. Wate, şêwazek di rû de hêsan lê di bingehê de dijwar e.
Kesê sêyem ji çep ve: Wefayî
Wefayî di şêweya helbestê de hem ezmûna helbesta evînî ya Kurdî gihande lûtkeyê û hem jî ezmûna helbesta arifane ya Kurdî pêş xist. Li gelek cihan bi têkelkirina van herdu ezmûnan, cîhanbînî û şêwe nêrêhînek nû ji bo mirov û dinyayê afirand. Kesayetiyê Wefayî ji ber têkiliya wî ya bi Şêxên Nehrî re û rewşa wî ya siyasî û olî ya bilind di nava wê malbatê de balkêş bû. Lewma helbestên Wefayî di demeke kurt de li Mukriyan, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û bi giştî li hemû beşên Kurdistanê belav bûn. Ji aliyê gelek hunermend, rewşenbîr û mîrzayên Kurd ve destnivîs û nusxe jê hatiye hilgirtin û çapkirin. Herwiha Wefayî gelek dersxwanên bi şiyan jî perwerde kiriye ku yek ji wan helbestvanekî jêhatî yê bi navê “Mela Resûlê Mela Sadiq” naskirî bi “Edîb” e.
Mela Resûl Edîb sed sal û nîv berî niha ji dayîk bûye. Serdema zarokatî û xortaniya Mela Resûl hevdem e digel pîrbûna Wefayî. Mela Resûl fêrxwazê Wefayî bû. Li dibistana wî hînê helbest û edebiyata Kurdî bûye. Her lewma helbestvanekî jêhatî û bi şiyan bû û gelek helbest nivîsîne ku di sadeyî û bedewiyê de mil bi milê helbestvanên herî baş ên piştî Wefayî bûn.
Ji ber ku wek tê zanîn Wefayî li Mukriyanê pêşdebirê helbesta mekteba Baban tê hesibandin û di nav dersxwanên vê mekteba helbestî de navê gelek helbestvanên wek Misbahudîwanê Edeb, Herîq û hwd têne dîtin. Lê ji ber ku bi derengî helbestên Edîb belav dibin, navê vî helbestvanê jêhatî kêmtir hatiye dîtin.
Helbestên Mela Resûl mîrateya helbesta Mukrianî ya piştî Wefayî ye. Mixabin Mela Resûlê Edîb ji ber zehmetiyên jiyana wî û hemû guhertinên ku di jiyana wî de çê bûne, tenê beşeke kêm ji helbestên wî hatine belavkirin.
Mela Resûl Edîb
Ew dîwana ku ji Mela Resûl Edîb hatiye belavkirin bi giştî ji şazdeh helbestan pêk tê. Li gor kevneşopiya ku em li tîpa dawîn a helbestan dinêrin, em dibînin ku Gîwî Mukriyanî ku helbestên Mela Resûl Edîb bo cara yekem berhev dike û komek ji helbestên wî ji biraziyê Mela Edîb werdigire, tenê beşek ji dîwana Edîb ji aliyê bizariyê wî ve bi Gîwî Mukriyanî re tê danê. Li gorî kevneşopiyek ku di dîwana helbestvanên klasîk de ye, helbestvanên klasîk bi taybetî helbestvanên jêhatî yên wek Mela Resûl ku xwedî zimanekî herikbar û xwedî cewherekî manewî bûne, hemû tîpên beşavendê (qafiye) bi kar anîne û helbest hûnandine.
Lê di şazdeh helbestên Mela Resûlê Edîb de em dikarin tîpên beşavendê wiha nas bikin: Sê ji wan tîpên dawî yên beşavendê “elf” in. Sê helbestên wan bi tîpên beşavend “r” ne. Di du helbestên wan de tîpên dawî beşavenda wan “m û n” e. Di şeş helbestan de beşavenda wan tîpa “h” ye û di du helbestan de jî beşavenda wan bi tîpa “y” dawî bûye. Yanî tenê şeş tîpên beşavendê di helbestên Mela Resûlê Edîb de ketine destê Gîwî Mukrîanî û hatine çapkirin, û tîpên dinê neketine destê wî lêkolînerê ku wan belav bike. Her ev çend helbestên Mela Resûl nîşan didin ku Edîb helbestvanekî bi desthilat bûye.
Mela Resûl ku di sala 1874an de li gundê Şewlayê yê Nexdê ji dayîk bûye, li mizgeft û hucreyên wê demê dest bi xwendina zimanên Erebî, Farsî û Kurdî kiriye. Li cem Wefayî yê helbestvanê bi şiyan ê Kurd dibe feqî û her li cem wî fêrî Quran û edebiyatê û bi taybetî jî helbestê dibe. Paşê ew helbestvane li çend gundan wek mîrza û melayê gund ji bo bijîva jiyana xwe dest bi kar dibe. Wek mînak li gundê Peswê yê Pîranşarê dibe mamosteyê kurên Qerenî Axayê Mamaş. Piştî demekê ber bi gundê Sergîz ê bajarê Şinoyê ve diçe û dibe mamosteyê kurên Ebdulrehman Axa. Lê bi ti yek ji van axayan re li hev nake û di dawiyê de ji aliyê wan axayan ve rastî sivikatiyê tê û di temenê 58 saliyê de koça dawiyê dike.
Qerenî Axayê Mameş û Eliyê kurê wî
Helbestên Mela Resûlê Edîb ên herî bi nav û deng xezelek e bi navê “çavekant meste bi naheq fêrî meyxane meke”. Ev xezele ku xezeleke dûr û dirêj e, ziman û darêtina wê ya helbestvanekî ye ku hemû potansiyelên edebiyata Kurdî ya klasîk fam kiriye. Eşkere ye ku Mela Resûl ji xeynî wê xezelê çend xezelên dinê di şazdeh helbestên xwe yên bi cihmayî de heye, ku hemû jî mînakên baş ên xezelên piştî wefayî ne û mil bi milê helbestên Wefayî ne. Lê Mela Resûl helbestvanekî pir kar bûye. Helbest li cem wî heta wê serdemê ku wek emrazekê jî hatiye bikaranîn, pêkhateyek pîroz û qahîh bûye. Mela Resûl çend “hecuyek” heye ku tê de hewl daye huner û bedewiya helbestê ya herî mezin bi kar bîne. Wî herwiha deshilatdariyek mezin di forma pênc “xiştekî” de hebûye, ku hem bi xwe çend pênc“xiştekên” serbixwe hebûye û hem pênc“xiştek” li ser helbestên helbestvanên din ên wek Tahir Begê Caf daniye.
Ne mimkûn e ku helbestvanek ewqas zimanzan û ciwannivîs bûbe û di heman demê de karê xwe yê rojane di helbestê de anîbe ziman, tenê 16 helbestên wî hebin. Bo mînak Mela Resûl hecuya melayekî dike ku sivikatî jê hatiye kirin û bi navê xwastî ve jê re helbest nivîsiye.
Di vê helbestê de desthilata zimanî û netirsiya helbestvan di gotinê de tê xuya:
Meilûme ke lem mefsede kê ess û esase
Terzî mesele, cêyî simî ker, çingî heyase
Wa nîme be Kurdî, terefî xom ke nenasim
Rûy diyare lebin perde, wekû asupelase
Meilûme bi qûwey kilk êsk deşkênê
Bêçare birayim nîye, bew hoş û hewase
Bê sirr nîye îxfayî texellus le hîcada
Cakêşîyî û gewadiye em tirs û herase
Hacî terefî min, munşî bê çi katib
Hênd ehmeqe, boy wacibe mehmîz û qerase
Bê tebi`i û hewaye, be kerî bête mesafim
Şî`irm wekû şêst tîre, muqabîl be mesase
Namuntezeme, şîirî nefamaneyî cahîl
Wek cinde mubahatî be gandan û lîbase
Tebi`î keçî wek cewherî cû bû wederî xist
Ger çarî nema cinde sîlahî kete dase
Te`iqîbî meke çiyî dî edîb, bem gelemî hecu
Dujmin ke be ew te`ine le nêw janî nîfase
Yan di helbestek dinê de hecuya hesinkutekê dike ku bi direngî kar û barê wî dawî pê aniye.
Gileyî nameyekê bi Qerenî Axa re dinivîse ji ber bê meylî û bê wefayiya Qerenî Axa. Ev helbeste desthilata zimanî û di heman demê de biwêriya Mela Resûl nîşan dide.
To lelayêkî delêyî ehî dil û wîcdanim
Xasse mensûbî zekî xakî şehî burhanim
Erşedî mukrî û begzadeyî ekradî necîb
E`iqelî mengur û pîran û şino û lacanim
Pir xuşû`i û were`i û raziyî û teslîmî qeza
Sofiyî safî derûn, dûr le diro û buxtanim
Munkîrî ta`etî to nîme, le qewl û emelit
Ke munawîne le yek, mehtel û sergerdanim
Key mnit dît be dû çawt, le xeta û curm û gunah
Wa be teqlîd û hewa kewtiye dûrî xîzlanim
Xizmetm kirdî zemanêke qedîm, hem beledî
Ba huqûq û bewefa, xoş sîfet û ênsanim
Sû`î zennî to le kem lutfiye derheqqî edîb
Werine meilûme “edîb” muxlîsî axayanim
Ew yekane nîşan didin ku helbest li cem Mela Resûl karek berdewam û rojane bûye û mixabin berhemên wî tê de çûne û belkî helbestên wî yên din li cem kesûkarên wî mabin.