Mihemed Salih Dîlan: Stranbêjekî helbestvan

Dîlan di serdemekê de dest avêtiye bi helbestnivîsînê ku em dikarin di warê wêjeya kurdî de bi serdema veqetînê bi nav bikin. Ji ber ku di vê serdemê de bû ku yekemîn tevgerên helbestvan û nivîskarên kurd di warê nûxwazî de dest pê kir.

Diyako Şasiwarî

Mihemed Salih Dîlan,    kurdê Mela Ehmedê Dîlan ê    kurê Mela Salih ê  kurê Mela Qadirê Şew Xwîn e. Lewma    ez wiha behsa paşxaneya Dîlan dikim, çimkî ez li ser wê baweriyê me ku biryardana wî di warê hilbijartina hunerê de bandordar bûye.

Malbata Dîlan ji Qelaçuwalana paytexta berê ya mîratiya Baban ve hatine. Salih Dîlan sala 1927an li taxa Guwêje ya bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Her di vî bajarî de xwendina xwe ya navendî dawî pê aniye û wek mûçexwarê fermangeha Titûnê hatiye damezrandin.

Sala 1948an û di temenê 20 salî de dest diavêje bi nivîsîna helbestan. Di heyama vî temenî de ji ber kar û çalakiyên siyasî û dijayetîkirin digel rejîmên dagîrker ên Kurdistanê, çendîn car dixine girtîgehê. Ew hunermend    di encamê de sala 1990an koça dawî dike.

Ewa ku pêwîst e li ser Salih Dîlan bê gotin ev e ku piraniya xelkê kurd wî  bi stranbêjekî mezin û xwedanê şêwazê dizanin. Dengê Salih di nav tev stranbêjê kurd de dengek bêhempa û taybet e. Ew stranbêjê kurd ew qasî bi şiyan û xwediyê dengekî bilind bûye, di strangotin û nemaze meqaman de mamoste bûye, gelek ji stranbêjên bi navûbang ên kurd di bin bandora wî de bûne. Bo mînak stranbêjek wek Ezîz Şarux    ku bi xwe di warê muzîka kurdî de xwediyê şêwazek taybet e, xwe bi dibistaniyê wî hunermendê mezin dizane û di çendîn hevpeyvînan de behsa asta bilind a deng û dengbêjî û hostatiya Dîlan di muzîkê de dike. Lê ya ecêb ew e ku Dîlan xwe wek helbestvan dizane û heta behs dikin ku bi wê yekê aciz bûye ku xelk wî wek stranbêj bizanin. Ewa di halekê de ye ku asta huneriya wî di stranê de gelek bilindtir e ji asta hunerê di warê helbestê de.

Di jiyannameya wî de ku li dawiya dîwana wî de ku ji aliyê Dr. Ebdulah Agirîn ve hatiye nivîsîn, hemû hûrdekariyên jiyana Salih Dîlan wek helbestvan û çalakvanê siyasî hatiye behskirin û tenê hevokek jî behsa wê yekê nehatiye kirin ku hunera stranbêjiya Dîlan çi asteke bilind heye. “Meqama Ejdîha” û strana “Newroz” û dehan beste û awazên din ên Dîlan şahidê bilindbûna karê muzîka Dîlan e. Tê xuya ku pêşîneya malbata wî, di wê biryarê de bandordar bûbe.

Lê tevî karê stranbêjî, em bizanin Dîlanê helbestvan kî bûye û çi kiriye?

Dîlan di serdemekê de dest avêtiye bi nivîsîna helbestan ku em dikarin di warê wêjeya kurdî de bi serdema veqetînê binav bikin. Ji ber ku di vê serdemê de bû ku yekemîn tevgerên helbestvan û nivîskarên kurd di warê nûxwazî de dest pê kir. Kesên wek Şêx Nûriyê Şêx Salih û Ebdulah Goran, bi nasîna wêjeya Rojavayî, helbet Şêx Nûrî ji rêya zimanê tirkî û nasîna dibistana Stenbolê ve û Goran ji rêya zimanê îngilîzî û fransî ve tevgereke nû di helbesta kurdî de ava kirin.

Hevdem digel Goran, gelek ji helbestvanên din dest avêtin bi ezmûna nû û şêwaza Goran ceribandin. Şêwaza Goran jî pêk hatibû ji curek naturalîzma nû û vegerînek bo kêş û qafiyeya helbestên folklorî û devberdan ji erûza erebî.

Ji aliyekî dinê ve helbest di wê serdemê de naveroka wê jî rastî guherînkariyan hat û keşa civakî û siyasî, dengvedaneke zêde di helbestê de hebû. Herdu behsên berê di helbestên Salih Dîlan de hatine bikaranîn. Helbestek bi zimanê sade ku ji zimanê xelkê asayî ve hatiye wergirtin û hemû kesek jê fam dike û kêş û form jî heman kêş û forma wêjeya folklora kurdî ye.

Ew cure nivîsîn    belkî riwaleta wê hêsan e, lê ger bixwazî deqek hunerî jê berhem bînî ku hem sade û hem hunerî be, hewcehî bi afirandin û nûbûna “Goran” heye û kêmtir helbestvan piştî Goran ew kar    pê hatiye cîbicîkirin û heta Dîlan jî kêmtir kariye tê de serkeftî be.

Lê di helbesta Dîlan de ya girîng nihêrîna wî li bûyerên siyasî û civakî yên Kurdistanê ye û ji aliyê din ve jî li bûyerên siyasî yên cîhanê dinêre. Bo mînak Dîlan di helbesta bilind û dirêj a “Şer û Aştî” de tevlîheviyek ji jana cîhanî û navçeyî dide naveroka helbesta xwe û ji zimanê Mame Pîreyekê ve behsa şerê yekem ê cîhanê dike, lê di helbesta “Kundepepûyê Şer” de behsa derd û jan û çewsandina netewa kurd dike. Yan helbesta “Şêx Mehmûdê Zîndûyî” bo kesayetiyek nasnamesaz ê kurd nivîsiye. Ji aliyekî dinê ve îşareyek bi diyardeyên kultûrî û civakî yên kurd jî kiriye û ji pencereya wan diyardeyan ve rewşa  kurdan nîşan daye. Binavûbangtirîn helbesta Salih Dîlan helbestek e ku di wî warî de nivîsiye. Helbesta “Mame Kurnû” bi nastirîn nivîsa Dîlan e.

Gelek stranbêjan muzîk    li ser wê helbestê danîne û gotine. Guhdar û xwîner ji ber naveroka temam a helbestê wisa seh dikin ku divê “Mame Kurnû” qehremanekî mezin bûbe. Lê di rastî de kesayetiyekî civakî yê bajarê Silêmaniyê bûye ku bi “Eheyê Kurnû” hatiye nasîn û wî pîşeya firotina nokên keliyayî hebûye û herwisa xweşaxavtin û metelbêj bûye. Ewa ku girîng e ev e ku Dîlan ew kesayetiyê henekker kiriye berdengê helbesta xwe û gelek bi hişyarî ve paradokseke ecêb çê kiriye.

Mame Kurnû henekker û devken bûye û helbestvan gazî dike ku:

Mame Kurnûy rakişawî girdekey seywanekem

Ser rehet dil bê girê, guwê şil ke bo dastanekem

Îcar ew çîrok    ku ji bo Mame Kurnû yê niha mirî vedibêje pir e ji nexweşî.

Ji xeynî wî    awayê helbestê, karekî din ku Dîlanê helbestvan kiriye helbestnivîsîn e ji bo tevgerên rizgarîxwaz ên gelên bindest ên cîhanê. Bo mînak helbestek ji bo Lumumba nivîsiye. Helbest ji bo Martin Luther King nivîsiye. Ji bo tevgerên rizgarîxwazî yên Cezayir, Kongo  û herwisa ji bo gelek aliyên rizgarîxwaz ên dinê helbest nivîsîne ku nîşanderê hişyariyê    ye ji hereket û tevgerên siyasî û civakî yên cîhanê. Lê tevî wan hemûyan jî, Salih Dîlan stranbêjekî mezin bûye ku helbest dinivîsî û beşek ji helbestên wî ji aliyê stranbêjên mezin ve hatine pêşwazîkirin û muzîk xistine ser wan helbestan. Wek helbesta “Mame Kurnû”, “Ey baldarî nawhilaney ser popî dirext” û “Ey tirîfey mange şewî zêwînî asiman”.

KURDŞOP
695 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!