Rêzan Diljen
Di helbesta kurmancî a modern da kêm helbestkar hene ku berhema wan a ewil tîr e, bi qelîte ye, dengekî wan bi xwe heye. Em Osman Mehmed, Kawa Nemir û Rênas Jiyan weke mînak dikarin bidin. Em ê jî di vê nivîsê da li ser serpêhatîya helbesta Rênas Jiyanî bisekinin.
Di sala 1999an da bi “Janya”yê derîyekî nû, lirîk, melankolîk û têra xwe tîr li helbesta kurmancî vekir ku me kêm hay ji vî derîyî hebû. Êdî Janyayeka helbesta me hebû, divê ew mezin bibe, bibe dengek, rengek. Piştî Janyayê bi 21 salan, kitêba Rênas Jiyanî a helbestan a pêncan Berfwerîn weşîya. Ka em hinekî serê xwe/we li ser vê pêvajoya helbesta wî biêşînin.
Di Janyayê da têra xwe lirîzm heye jixwe, darîçav e. Melankolîk e, dîwaneka reş e. Lê reşeka tîr e, ew reşbûn xweşik hatiye teswîrkirin. Ha mesele jixwe ev e. Helbestkar, navê hestên xwe dibêje û jê diqere an wê bi awayekî poetîk rave dike? Rênas Jiyanî vê balansê baş emilandibû.
“porkura diya min
li ser dika malê
hîn li hêviya min e
hîn
wê li wir por spî kir
miin li vir jîn spî kir”
Û helbet di Janyayê da ramanek heye, xemek heye, felsefeyek heye, lêgerînek heye -dibe ku li xwe jî digere-, şano heye, politîka heye, hêmayên xurt hene. Di dîwana duduyan da jî -Koleksiyona Çirûskan Mexzena Xwînê- kêm zêde ev hene. Lê piştre?
Piştre Diêşiya, Dîn û Şîn û Berfwerîn. Ku şairek navbereka dirêj bide helbestê yan di lêgerîneka ecêb da ye, yan jî hubra wî çikîyaye. Rênas Jiyanî piştî Koleksîyona Çirûskan Mexzena Xwînê bi deh salan Diêşiya çap kir. Navê beşa sisêyan a Janyayê “êş” e. Kerem bikin ji we ra lêgerîn û encam... Nexweşîya qafiyeyab di Diêşiyayê da dest pê dike. Di van sê dîwanên dawî da hema hema gotiye bila qafiye hebe wate ne baş jî be, rêzik li hev nehatibin jî dibe.
“ji wê şeva bi şewbê
bêhna firîkên şewitî dihat ji çolê
çend xarên min winda bûbûn li newala waweylê
destmêja te û janê ji hevdu naşikê
hebhinarkê!..
min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê
wê gewriya te dil bide kêrê
li Kerbelayê
belê delalê”
Ya rastî şair di Diêşiyayê da xwestiye tiştên nehatiye ceribandin biceribîne, asoyê firehtir bike, bircê bilindtir bike. Lê ne bi hêmayên xurttir, ne bi dengekî resen, ev tişt bi helbestên geometrîk ceribandiye. Weke helbestên “helbest-matîk” û “helbest-stêrk”. Piştî Diêşiyayê dîsa berhemeka nêzî rengê wê -Dîn û Şîn- çap bû. Heman ger, heman xitimîn, heman êş û derd û kul di vê berhemê da jî darîçav in. Dawîya dawî Berfwerîn. Axir qelema ku tûj nebe bi kêrî çi tê? Ma dilê ku neke kupekup ko nabe. Îcar di Berfwerînê da kobûna dilî ewqasî darîçav e ku em bi çend mînakan dikarin guherîna asta hêmayan berawird bikin.
"lê tu bi dev û lêv, stû û rû
pêk tê ji senfoniyên çirçirkan ên nîvê şevê havînê" (Janya, r. 11)
"min karibûya te bikira gundê xwe
û pê ji bîr bikira miriyê xwe" (Berfwerîn, r. 13)
Di Berfwerînê da xitimîn kifş e, hema hema di her rêzikê da xuya dike. Êdî dev ji lêzêdekirinê berdin asta qelîteyê berjêr ve çûye. Jixwe di berhema Diêşiyayê da fragmana wê hatibû nîşandan. Diêşiya lêgerînek bû, Dîn û Şîn winda bûyîn, Berfwerîn jî xitimîn, xitimîna bi lîrîk û qafiyeyê.
"li çol û çiyan pezkoviyan ez ji xwe re kirim êm
di pozê zinaran de bûm xizêm
derim û têm
derim û têm" (Berfwerîn, r. 16)
Hin klîşe, şablon, sînor hene. Hilweşandina wan zehmet e. Lê ka em dîsa jî hewl bidin. Bi kurt û kurmancî, gelo Rênas Jiyanî piştî Janya û Koleksîyona Çirûskan Mexzena Xwînê çi li helbesta xwe zêde kir? Tişteka cihê got? Dengê xwe bilindtir kir? Gelo ji bilî hejmara kitêb û rûpelan kevirekî li birca helbesta kurmancî zêde kir? Gelo dibe ku Janyayê xwe nekuştibe lê afirînerê xwe bi xwe kuştibe...
Çavkanî
Berfwerîn, Rênas Jiyan, weşanxaneya Belkî, 2020
Diêşiya, Rênas Jiyan, weşanxaneya Belkî, 2020
Dîn û Şîn, Rênas Jiyan, weşanxaneya Belkî, 2016
Janya, Rênas Jiyan, weşanxaneya Belkî, 2018