Welat Ramînazad
Pirtûka bîranînên mamosta Hejar bi navê Çêştî Micêwir (2022) ji hêla Muhsîn Ozdemir hatiye bi kurmancîkirin û ji aliyê weşanxaneyê Peywendê hatiye weşandin.
Berî ku ez Çêştî Micêwirê bixwînim, min got qey mamosta Hejar, tene şair e lê na… Mamosta Hejar, şair, nivîskar, wergêr, aktîvîst, ferhengsaz, dinyager, pêşkêşkar, radyoger, pêşmerge, rêhevalê Mela Mistafa Barzanî…
Mamosta Hejar herçiqas piştî şêşt saliya xwe dest bi nivîsandina jiyana xwe kiribe jî, herçiqas dibêje gelek tişt nayê bîra min jî, lê bîranînên wî nîşanî me dide ku bîra wî gelek xurt, zindî û geş e. Çêştî Micêwir, cureyeke xwarinê ye. Ji bo tevlihevkirina çend xwarinên ji ber mayî tê gotin. Mamosta Hejar, nivîsandina bîranînên xwe dişibîne wê xwarinê. Qesta wî ev e ku tişên ji jiyana wî di bîra wî de mane, bi awayekî tevlihev û berhevkirî wan binivîse. Di bîranînên wî de hinek cî, xal hene ku mirov di dilê xwe de xweziya xwe pê tîne ku ev cî, ev xal zêdetir bihatina qalkirin. Hezar heyf e ku bîranînên wî netemambûyî ne. Lê bi wî halê xwe jî bêhempa, giranbuha û ciyawaz e.
Di nav otobiyografînûsiyê de ciyawaziya bîranînên mamosta Hejar ev in: 1) bi detay û hûrgîlî ne. 2) vegotina bîranînan raveker û teswîrker in. 3) ji hêla mijar û fokusan ve piralî ne, wek kultur, jiyana rojane, rewşa edebiyata kurdî, potreyên rewşenbîr, nivîskaran hwd.
Ez bîranînên mamosta Hejar dişibînim qadeke arkeolojîk; şûnwarekî qedîm, dewlemend. Çimkî di bîranînên wî de ji hêla kultur, civak, jiyana rojane, rewşenbîriya kurdî, serdema xwe, şoreşa Barzanî, serxwebûna Komara Kurdistanê, karakter û kesayetiya kurdan, çar parçeyên Kurdistan, rewşa sosyopolîtîk a serdemê, sosyolojiya kurdî, edebiyata kurdî… gelek xal, hûrgiliyên balkêş tê de hene.
Bîranînên mamosta Hejar di xwe de xezîneyên mezin û gewre dihewînîn. Hûrgilî û detayên Çêştî Micêwir çirûsk û hêmaya romanek, çîrokek, fîlmekê dide mirov. Ji ber vê divê xwîner wek arkeologekî nêzî bîranînên mamosta Hejar bibe û li ser wan hûr bibe.
Ji Çend hêlan ve kategorîzekirina Çêştî Micêwirê:
1. Jiyana mamoste Hejar
Jiyana mamosta Hejar di nav têkçûn û serhildan, nebûn û avakirinê de ye. Bi hûrgilî behsa zaroktiya xwe, dema Komara Kurdistanê, rojên birçîmayînên xwe yên Bexdayê, salên xwe yên Rojavayê, rojên xwe yên Beyrûd, Ewropa, Moskow, Bakû, Taşkent, Silêmanî, Cizîrê, kêliyên rûbirûmana bi mirinê re di salên pêşmergetiyê de, hevrê û hogiran, têkiliya xwe ya bi rewşenbîr û siyaseta kurdî re, hezkirina xwe ya kitêban, nasîna bi Hêmin re û henekpêkirina helbestên wî, dilsozî û fedakariya hevjîna xwe, karên rewşenbîrî û rojên xwe yên Kerecê dike.
2. Jiyana rojane
Di Çêştî Micêwir de bi detay qala jiyana rojane ya Komara Kurdistanê, Silêmanî, Bexda, Qamişlo, Beyrûd, Parîs, Moskow, Bakû, Êrîvanê dike.
3. Ekonomî
Çêştî Micêwir derbarê sosyoekonomiya serdema xwe de gelek agahiyan dide me. Çîna axa û şêxan, çîna feqîran, çîna gundî û bajariyan. Hesen Qizilcî jî di pirtûka xwe ya Kenê Parsek de qala vê sosyoekonomiyê dike.
4. Kultur
Di Çêştî Micêwir de herî zêde derheqê kultura wê serdemê de em dibin xwedî zanîn. Li ser kultura cihû, asûrî, tirkmen, ereb, kurd, êzdî, tirk, îranî, rûs, fransiz, azerî, ecem, ermen û li ser van mijaran dinivîse: qedexebûn û çapkirina pirtûkan, xeternakiya matbaayê, çanda medrese û feqîtiyê, sûcdarkirina casûsî, giringiya radyo, xwendina kitêban û rojnameyan bi pere, nefreta di navbera mezheban de… Romannûs dikare pişta xwe bide Çêştî Micêwir û li ser wan wextan romanan binivîsin.
5. Potreyên rewşenbîrên kurdan
Di Çêştî Micêwir de derheqê jiyana rewşenbîr, şair, nivîskar, rewşenbîrên kurdan û zanyarên kurdolog de gelek agahiyan dide: Jiyana penabertî, parsekî, bêperetî, bêkarî ya rewşenbîrên kurdan, têkiliya wan bi hevdu re, zext û zordarî, sansura dewletên dagirkeran li ser rewşenbîrên wek Kanî, Pîremêrd, Goran, Faîq Bêkes, Qedrî Can, Mala Haco, Cegerxwîn, Nureddîn Zaza, Dr. Nafiz, Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Hesen Qizilcî, Zêbihî, Hiznî Mukriyanî, Qasimlo, Mela Mistafa Berzanî, Celal Telebanî, Îbrahîm Ehmed, Qanatê Kurdo…
6. Rêwîtî û dinyagerî
Mamoste Hejar di emrê xwe de ber bi gelek welat û bajaran rêwîtî kiriye li çar parçeyên Kurdistanê, Îran, Iraq, Sûrî, Lubnan, Misir, Fransa, Almanya, Îtalya, Yewnanistan, Romanya, Azerbeycan, Ermenistan, Asyaya Navîn, Rûsya hwd.
7. Rewşa wê serdemê
Di Çêştî Micêwir de derbarê rewşa serdemê de ya polîtîk, sosyolojîk, antropolojîk, real polîtîk de gelek detayên balkêş û ciyawaz hene. Di peywenda Çêştî Micêwir de em li vê serdemê dinêrin, em dibînîn ku kurdên feqîr û gundî di binê hegemonyaya şêx û axayan de, hêzên kurd di navbera rûs û îngîlîzan de difetisîn, siyaseta me jî di nav komunîzm û rejîma dewletê de xitimiye.
8. Xebatên rewşenbîrî û hunerî yê kurdî
Di Çêştî Micêwir de ji aliyê xebatên rewşenbîrî, hunerî, kurdnasî, çapemenî, kovargerî, rojnamegerî, radyogerî, helbesta kurdî ve gelek melûmatên berfireh û kûr hene. Wek kovarên Nîştîman, Helale, Kurdistan, Gelawêj, Ronahî, Hawar…
9. Bûyerên dîrokî û problematîka kesayetî û karakterên kurdan
Çêştî Micêwir derheqê gelek bûyerên dîroka kurdan de agahiyan dide û li ser fikirîn û analîzkirina kesayetî û karakterên kurdan gelek mînakên balkêş pêşkeşî me dike. Dema ku min Çêştî Micêwir xwend, romana “Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir” a Bextiyar Elî hat bîra min. Dema ku em li Çêştî Micêwir dinêrin, kesayetî û karekterên nîvîskar, rewşenbîr, gundî, xwende, zana, serokê wek karakterê Apê Cemşîd gelek zû diguherin. Mînak, tu dinêrî, di dema şoreşê de fermandarek payeberz ê pêşmerge, piştî şikandina şoreşê bûye karmendê dewletî.
Bi kurt û kurmancî Çêştî Micêwir ne wek behr û deryayê lê wek okyanûsê ye.