Roj Qadirî
Dema ku em zarok bûn, me çiqas ji Newrozê û yekem roja buharê hez dikir, evqas jî me hez ji 22yê Îlonê yekem roja payîzê dikir, ji ber ku dibistan dihatine vekirin. Malbata me ji me re cil, pêlav û pêdiviyên dibistanê dikirîn û em diçûne dibistanê. Helbet hemû zarokek ji vekirina dibistanan hez nedikir, yên ku zîrek bûn û ji waneyan baş fam dikirin ji dibistanê hez dikirin.
Min jî hez ji dibistanê dikir, ez di dersên xwe de baş bûm, li wir min hevalên nû peyda dikirin û me bi hev re dilîst, me nîgar dikêşandin û em tiştên nû hîn dibûn û hwd. Lê wê demê me di wê temenê de bîr ji vê yekê nedikir ku di wê dibistanê de em çi zilmeke mezin ji xwe û netewa û axa xwe didkin.
Hêdî hêdî ku ez mezin bûm, ev pirs li cem min dirust bûn: “Axo bi rastî, ez kurd im, çima divê bi farisî bixwînim û binivîsim?! Çima min ê kurd pirtûkeke kurdî jî tune ku min fêrê xwendin û nivîsandina bi zimanê dayîkî bike?! Erê çima di wan pirtûkan de ji min ê kurd re dibêjin sînorparêzên jêhatî (merzdaranê xeyûr)?! Çima zarokên faris mafê xwendin û nivîsandina bi zimanê dayîkê hene, lê min tune?! Û bi dehan pirsên din.
Piştî ku ev pirs di mêjiyê min de çêbûn, êdî wek serdema zarokatiyê, min bîra 22yê Îlonê û vekirina dibistanan nekir, ji ber ku min hest bi zilmeke mezin kiribû ku derheq min û zarokên kurd û nîştimana min Kurdistanê tê kirin. Çimkî min nasnameya hatî sepandin bi ser me de fêm kiribû û wisa seh kiribû ku, “ez kî me û ez ji yê din cudatir im.
Ez di pola 10an de bûm (yekema lîseyê, mamosteyek me hebû ku tim pirtûkeke kurdî dianî ser polê. Piştî dawîhatina waneyan û di çend xulekên dawî yên dersê de, ew pirtûka xwe bi me dida naskirin û çend rûpel ji me re dixwendin. Ew hewla mamosteyê me mezintirîn bandor li ser min danî, her çend paşê min fam kir ku mebesta wî ev bû: “Em fêrî xwendina pirtûkan bibin, heza xwendina çîrok û helbestên kurdî di me de çê bibin; em fêrê nivîsîn û xwendinê bi zimanê dayîkî yê xwe bin û hêdî hêdî em xwe di nav ew hemû asmîlasyonê de peyda bikin û xwe rizgar bikin..”
Ew pirsên ku di mêjiyê min de çê bûbûn, digel keda mamosteyê min, ez ji cîhaneke dinê ve birime cîhaneke dinê. Min pereyên ku malbata min ji bo kirîna xwarinê li dibistanê dabûne min berhev kir û min çend caran ew pere da mamoste ku ji min re pirtûkên kurdî bikire. Pere hindik bû, lê mamosteyê min qet nedigot ku têra pirtûkan neke, bi xwe pare dixiste serê û ji min re pirtûk dikirî. Dema ku ez 15 salî bûm, min helbestên mamoste Qani`i, Hejar û Hêmin dixwandin û ji ber dikirin û min ji her demê bêtir hest bi zilma mezin dikir ku li min dihate kirin.
Di destpêkê de min bi zehmetî kurdî dixwand, lê min evqas xwendin ku ez bi başî fêr bûm û min paşê xwe fêrê rênivîsê jî kir. Mamoste Qani`i, mamoste Hejar û mamoste Hêmin bûne yekem mamosteyên min ên zimanê kurdî. Paşê ez ber bi nivîskar û helbestvanên din ên kurdî ve çûm û ew jî bûne mamosteyên min. Helbet ew ne tenê mamosteyên min ên zimanê kurdî bûn, di heman demê de bûne rênîşanderên min jî.
Ji wan rojan 15 sal derbas bûn. Min “xwe” peyda kir û di wan 15 salan de min hertim hewl daye ku alîkariya kurdên din bim da ku xwe bibînin, da ku em bigihîjine wê rojê ku ewqas hêza me hebe ku bi yekcarî em xwe, axa û zimanê xwe rizgar bikin. Çimkî ez li ser wê baweriyê me ku heta em xwe peyda nekin û mejiyê xwe ji dagîrkeriyê rizgar nekin, em ti carî nikarin axa xwe ji dagîrkeriyê rizgar bikin.
Tevî ku ez ji Rojhilatê Kurdistanê dûr im, her çend min dibistan û zanîngeh jî qedandiye, lê dîsa bi bihîstina hatina 22ê Îlonê û vekirina dibistanan, tevî bîranînên wê serdemê, ew zilma mezin jî hate bîra min û ez gelek zêdetir ji berê, ji dagîrkerên axa xwe bêzar im.
Niha rewşa Rojhilatê Kurdistanê, her wek wan salan e ku ez dersxwan bûm, heta hin mijar gelek tundtir jî bûye. Asmîlasiyona hikûmeta Îranê li dijî kurd û zarokên kurd berdewam e. Ne tenê xwendin û nivîsîn bi zimanê kurdî di dibistanan de qedexe ye, heta xwendin û nivîsîna kurdî jî li wir qedexe ye. Hemû pirtûk bi zimanê farsî ne û niha jî nasnameya wan bi ser zarokên kurd de tê sepanin. Niha jî zarokên kurd pêka îdeolojiya sîstema serdest têne perwerdekirin.
Rewşa aboriya malbatan jî roj li pey rojê xirabtir dibe. Gelek ji malên kurdan heta nikarin kincên nû ji bo zarokên xwe bikirin, nikarin kelûpelên dibistanê ji bo wan bikirin. Her bi vê sedemê jî hezaran zarokên kurd ji çûna bo dibistanan hatine bêparkirin. Hezaran zarokên kurd li ser şeqaman û şûnê pîşeyî kar dikin û hwd.
Tevî van hemûyan jî, malbat û mamosteyên kurd nabe kêmtirxem bin. Tevî asîmîlasyon û sepandina îdeolojiya sîstema siyasî û zimanî û neteweya serdest, divê em ji perwerdekirina zarokên kurd nesekînin. Em divê wan han bidin pirtûkên kurdî bixwînin. Em wan fêrê nivîsîn û xwendin bi zimanê kurdî bikin. Em wan fêr bikin ku ew kî ne û nîştimana wan a rastîn kîjan e. Divê em wan hîn bikin ku nasnameya wan çi ye. Divê em nehêlin îdeolojiya sîstema siyasî û çandî û netewa serdest, di mêjiyê wan de bê çespandin. Nabe em bihêlin netewa me di nav netewa serdest de bê helandin û nabe em bihêlin ziman û çanda me ji nav here. Divê em zarokên xwe hîn bikin û di hember neheqî û binpêkirina mafê wan de bêdeng nebin. Divê em wan hîn bikin ku li ser mafê xwe rijd bin û hawar bikin ku “em jî hene, hûn ti carî nikarin me bihelînin”.