Li mêvandariya helbestê: Civata çiyayên Arjen Arîyî

Arjen Ariyî jî motîfa çiyê di gelek babetan da bi kar aniye. Carinan weke motîfeka evînî; “ez nazdar, çiya nazdar, tu nazdar”. Çiya ewqasî nazdar e ku di risteyê da jî ketiye di navbera wî û wê da.

Rêzan Diljen

Heke yek bibêje kurdan bi sê peyvan pênase bike, ez dibêm yek ji wan teqez ê çiya be. – her duyên din jî hûn bibêjin; êş, xem, kul, birîn, girîn, koç, wêran, qêrîn, kuştin? – Ê helbet em qewmekî çiyayî ne, erdnîgariya me ji çiyayan pêk tê lê meseleya me û çiyê ne bi tenê ji erdnîgariyê ye. Çiya ji bo me evîn e, hêvî ye, azadî ye, xewn û xeyal e, helbet carinan derd û kul e jî...

 Helbestkarên me jî çavê xwe ji vê rewşê ra miç nekirine û gelek caran çiya kirine navenda helbestên xwe. Rênas Jiyan jî yek ji wan e ku helbestên xwe li serê çiyayan dixwîne:

“Ey çiya!

Bi perpite,

Li xwe bixe,

Bihedime

Ciwan xwe li navê te digirin,

Kewên xwe bi te difirînîn,

Xwe dispêrin bejna te”

Helbet Selîm Temo jî destê xwe ji çiyê neşûştiye, tevî çiyayên xwe nivîsiye:

“min jî cîhanek hebû li ba dibû li ser xewnan

ez jî malê gotinê me va xwe dibêje heya dawiyê

dibînim ku tevî çiyayên xwe em

rawilên çîrokan in; me ne Nîlek, ne Feratek”

 Axir çiya bi salan bûye mijara helbesta kurdî, hêmayeka xurt e. Heta em dikarin bibêjin birca helbesta kurdî li serê çiyê ava bûye. Lê bawer nakim kesî weke Arjen Ariyî çiya kiribe navenda helbesta xwe, bi gotineka din Ariyî ji nîvê çiyê nivîsiye.

  Arjen Ariyî jî motîfa çiyê di gelek babetan da bi kar aniye. Carinan weke motîfeka evînî; “ez nazdar, çiya nazdar, tu nazdar”. Çiya ewqasî nazdar e ku di risteyê da jî ketiye di navbera wî û wê da. Li nîvî, bi nazdariya xwe bejn dide. Pirsek, ji nazdariya çiyê qest û mebest çi ye? Hêmayeka fîzîkî, weke di navbera du gundan da an hêmayeka razber ku Arî xwe nikare bigihîne nazdara xwe, ji ber çiya nazdar e û bangî wî dike, banga azadiyê? Û li vir, bifikirin her çiqasî veşartî jî be, Arî mecbûr e di navbera nazdara xwe û çiyê da yekî hilbijêre, yanî çiya ewqasî bi qedr û qîmet e, di asta nazdara wî da ye.

Carinan jî weke motîfeke dijkolonyal e;

“kîjan mîrek e li devê riya te

se diewte, gur dizûre, baz difîkîne

tu bilîlîne b’ wî dengê saba

şiyar ke j’ xewê çiyakên Serxetê

ev qûça han a Şemeriyan

neyar in jixwe ez û vê hikûmetê!”

“Herakol im ez, ez Herakol im

li jor im

eniya xwe rak! hîn jî li jor im”

Ji bo dijkolonyalîzmê ji çiyê baştir peyv/hêma tune ye, rast e. Her kurdî xwe li çiyê girtiye, helbet helbestkar jî ê xwe li çiyê bigire. Lê divê helbestkar karibe xwe li kitana spî a dayîkekê, sola qetayî a karkerekî, bûkaniya keçeka sêzdeh salî, qebqeba kewekî şeht, hilperîna perperokekê jî bigire. Yanê, divê alternatîfan ava bike, xwe li çiyê, bi çiyê nefetisîne.

Arjen Arî di helbesta xwe ya bi navê “Tembî” da çiyayîbûna xwe jî eşkere dike:

“yan li kendalên dil bikole

yan jî li perên xewle-çiyayekî

şerm e: şa’irekî çiyayî dahêjin gornê

li goristaneka kêl-kerr

li ber guhên zirr-bajarekî!”

Arî, weke ku dibêje, ez şa’irekî çiyayî me, normal e navenda helbesta min çiya be, û xwe bi xwîneran bi çiyayî dide nasîn. Helbestên xwe ji çiyê digindirîne ber bi gêl ve...

Ev şa’irê çiyayî helbet ê heyranê çiyê jî be, weke pesnê evîndara xwe bide ê pesnê çiyê jî bide helbet:

“heyrano çiya

kiras û xeftan wisa

ka

li bejna kê tê!?”

 Ê ku helbestkarek çiyayî be, heyranê çiyê be, bivê nevê ê di her şibandinê da çiyê bi kar bîne;

“dilê min li ser piyan e!

dilê min bi qasî deh çiyan”

“her çiya bi evînekê bi nav dibû”, Arjen Arî jî her helbestekê bi çiyayekî bi nav kiribû. Bi kurt û kurmancî em dikarin bibêjin, Arjen Ariyî -û gelek helbestkarên din- helbestên xwe li çiyê mezin kirine û bi zimanê çiyayî av daye da têhna çiyê bişikîne. Wî erkeka mezin li çiyê bar kiriye. Hema hema di her tengasiyê da bangî çiyê kiriye, û gotiye divê tu min /helbestê xilas bikî. Gava peyva çiyê jî bi kar neaniye, dest bi çiyayan kiriye, weke Sîpan, Nemrûd, Herekol, Cûdî, Agirî. Ha divê em li vir hinekî bisekinin, û çend pirsan bikin. Erê çiya ji bo me hêmayeka/motîfeka gelekî xurt e, lê ma di tûrikê şairên kurd da ji bilî çiyê hêmayeka dijkolonyal / evînî / şibandinê tune ye? Dibe ku asoya afirîneriyê teng be? Gelo dibe ku Ariyî helbest bi çiyê şor kiribe, ji tehmê derxistibe?

Helbet ê mirina “şa’irekê çiyayî” li çiyê be...

“ez jî dimirim li vî çiyayî û tu jî”

 

Çavkanî:

1. Diêşiya, Rênas Jiyan, weşanên Belkî, 2020

2. Keştiya Bayê, Selîm Temo, weşanên Dara, 2019

3. Şêrgele, Arjen Arî, weşanên Sor, 2019

4. Ev çiya rûspî ne, Arjen Arî, weşanên Sor, 2019

5. Ramûsan min veşartin li geliyekî, Arjen Arî, weşanên Sor, 2019

KURDŞOP
990 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!