Welat Ramînazad
Ez dibêjim qey cara yekem e ku nivîskarekî soranînivîs ê Başûr, li ser Bakur romaneke weha dinivîse. Ev dîyarde, di edebîyata kurdî de destpêka nûbûnekê ye; şikandina hişê perçeyî, çêbûna pespektîfeke niştimanî ye. Di dahatûyê de ev dîyarde li seranserê niştîmanî dê bibe adetî. Nivîskarekî Amedî dê li ser Îlamê, nivîskarekî Sineyî li ser li Semsûrê, nivîskarekî Çewligî li ser Kobaniyê, nivîskarekî Koyî li ser Dêrsimê dê romanan binivîsin.
Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextiyar Elî, gelek alîyên xwe yên raser û derasayî hene ku hêja ye mirov li ser wê binivîse. Di vê nivîsê de ez ê qala çend alîyên wê bikim.
Roman, dîrokî ye û bi teknîka realîzma efsûnî hatîye nivîsîn ku nivîskar bi vê teknîkê gelek midaxeleyî realîteyê kirîye, ew guherandîye. Bûyer piranî di navbera salên 1945-1980an de li Bakur û Tirkîyeyê derbas dibin. Elî di nav vê dîrokê de berê xwe dide şewbeke ku li nav tirkan belav dibe; nijadperestekî tirk sibehekê ji xew radibe, dibîne ku tirkî ji bîr kirîye, tenê kurdî dipeyive. Wek wî nijadperestî, gelek mirovên din ku xwe wek tirk pênase dikin, rojekê şiyar dibin ku bûne ermenî, yûnanî. Roman xwe li ser vê mijara trajîkomîk ava dike ku ev mijar ne mijareke hazir e, mijareka fikrî û dîyakletîk e.
Beşeke romanê ji 1945an, beşa din jî ji 1978an dest pê dike ku em vê yekê di nav du zemanan de dijîn, muqayese û jêpirsîna du zemanan dikin, li ser encam û guhertinên wê difikirin.
Kolonyalîzm wek tarîtîye hatîye sembolîzekirinê. Di koloniyekê de kolonyalîst çawa dijîn, çi dikin, çawa tevdigerin, li hemberî kolonîkirîyan de çi hîs dikin, di romanê de em bersiva van pirsan dibînin.
Di Dagirkirina Tarîtîyê de Elî ser kurdên Bakur kûr bûye û wan problematîze dike. Ev tesbîta di romanê de vê yekê piştrast dike: “Komkujiya kurdan ya herî mezin ne li Dêrsim û Agiriyê çêbûye, ya herî mezin li Stenbolê çêdibe.” Bextîyar Elî nîşanî me dide ku çi zext, zordarî, asîmîlasyon li ser me kurdan e, em kîjan barbarî û wehşetên encamên kolonyalîzmê dijîn, çi guhertin di me de pêk tên û li hemberî dewleta tirk çawa tirsa xwe dişikînin û xwe wekî “biker”ekî nîşan didin.
“Ez çûm Amedê, kesek bi kurdî nediaxivî.” Em vê hevokê ji gelek başûrî, rojavayî û rojhilatîyan dibihîzin. Bextîyar Elî, bi vê romanê bersiva vê pirsê dide bê bakurî çima bi kurdî napeyivin. Wek parêzerekî dide fehmkirin bê di encama dîyalektîk, determenîzm û asîmîlasyoneke çawa de ev dîyarde çêbûye. Bes bersiva vê pirsê, berî herkesî jî diviya di berhemên nivîskarên bakurdî de bihata zelalkirin.
Bi vê romanê Elî ji aliyên din ve jî li ser tirkan, tirkîtîyê, dewleta tirk û kemalîzmê hûr bûye. Di fokûsa romanê de karakterên sereke tirk, tirkbûn, dewleta tirk, kemalîzm, bûyerên mezin ên wan deman bi xwe ne. Diyar e ku Bextîyar Elî neteweya xwe ji her alî ve baş nas dike. Ev roman nîşanî me dide ku tirkan jî gelek ji kûr ve nas dike, loma hestek bi mirovî re çêdike ku ew ji heft kalên xwe ve bakurî ye.
Em encamên kiryarên dewleta tirk û kemalîzmê wek sîstema bi tijî xirabî û wehşîbûnê, şîzofrenî, trawma, dînbûn, darwînîzma civakî, êşkence, şîdet, blokebûna eql û mentiqê, faşîzm, zindan, kîn, nefret û hwd di romanê de dibînin.
Curetkarî û wêrêkîya Bextîyar Elî gelek berz û raser e. Ew bi objektîfî, bê sansur û otosansur, bê tirs û fikar, hiş-azad û raman-azad li ser dewleta tirk, kemalîzm, tirkîtiyê kûr dibe. Bi vê romana xwe dibêje “qiral tazî ye”.
Balkêş e ku em bakurî di nav xwe de jî, di dilê xwe de jî, di aqilê xwe de jî nikarin li ser tirkan, tirkîtî û kemalîzmê bi azadî bifikirin. Di nav me de tirsa dewleta tirk ewqasî kûr e… Ji ber vê em nikarin epîstemolojîyekê jî ava bikin. Ev roman heye ku wêrekî û curetkariya me ya tepisandî ya bakurîyan ji nû ve bîne me.
Em di romanê de, di nav xirabî, tarîtiyê de hewldana xelaskerî û pakmayîna takekesan jî dibînîn. Adorno dibêje, “jîyana xelet, rast nabe.” Bextîyar Elî di Dagirkirina Tarîtîyê de, mumkinbûna jîyana rast a di nav jîyana xelet de dide ber pirsyaran. Ji vê hêlê ve hem bûye romaneke gerdûnî hem jî gelek zêdekarîyan ji bo nîqaşên ontolojîk û felsefîk dike. Li dij Adorno, Bextîyar Elî jî di romana xwe de dibêje, “Di nav mirov de cîyek heye ku tarîtî nikare wir dagir bike.”
Kolonyalîzm ji erd heta esman dîyardeyeke dij-heqîqet e. Romana Dagirkirina Tarîtîyê hewla serhildana li dijî têkneçûna heqîqetê ye. Bextîyar Elî bi qudreta huner û edebîyatê nahêle ku kolonyalîzm bi ser bikeve û hetahetayê heqîqet têk biçe, başî û ronahî têk biçe.
Elî bi vê romanê nahêle ku hewlên tunekirina zimanê kurdî jî bi ser bikevin. Romana Dagirkirina Tarîtîyê, hewla tolgirtina zimanê kurdî ye li dijî tunekirina zimanê kurdî (kurmancî û zazakî).
Dagirkirina Tarîtîyê ji bo edebîyata bakur û civaka wê, ji gelek alîyan ve şoreşek û veguherandina gelek tiştan e. Ji bo ku em heqê vê romanê bidin, pêwîstî bi zêdetir nîqaşan û xwendinan heye.