Geşedana cureyê romanê

 Engin Ölmez

Edebîyat dibe du beş: edebiyata devkî û ya nivîskî. Çi devkî be çi ya nivîskî be, mirov nikare pênaseyeke giştî bike ji bo edebiyatê. Pênasekirina edebiyatê ji berhema Platon ya bi navê Dewletê ve dest pê kirîye û heta niha jî berdewam e.  Platon dibêje, "edebiyat teyîsîna mirovî ye." Davîd Lodgeyê ingilîz jî di pirtûka xwe ya Cureyên Şêwaza Modern    da dibêje edebiyat ew kategorî ye ku mirov li gorî hest, raman û nêrînên xwe binivîse û li gorî van qayîdeyan  teşeyê xwe bigire. Herkesek edebiyata xwe li gorî çand, huner û raborîya xwe werdigire. Her miletek dixwaze edebîyata xwe biafirîne.

   Roman yek ji cureyê nivîskî yê edebîyatê ye ku di serdema modern da cihê xwe girtîye. Heke mirov pênaseyeke cureyê bike, di cureyan da carina naverok, carina ol, carina nêrîtên edebî ku formên cuda cuda hene, hemî jî tesîreke mezin lê dikin û teşeyê xwe li gorî wê yekê digire. Roman wek cureyekî edebî di serdema modern da derketîye holê, taybetiya wê ew e ku li gorî serdema xwe teşeyê xwe digire. Mînaka pêşîn ya cureyê romanê  Don Quixote e û taybetîyên karekterên wê yên giştî nîşaneya serdema navîn e.

  Cureyên edebî guherbar in, li gorî demê, li gorî çanda ku tê da hatîye afirandin, hetta li gorî şaristanîyê û çînên afirîner ên cureyan ev tişt diguhere. Ev tişt di cureyê romanê da jî bi awayekî zelal li ber çavan e. Cureyê romanê wekî zarokekî bişîr pêvajoya xwe ya mezinbûn û pêşveçûnê hêj xilas nekirîye, her tim di tevgerekê da ye.

 Marksîst dibêjin edebiyata modern para bêhtir bi xêra çîna burjuwazîyê ve hatîye nivîsîn. Sê hêmanên sereke hene ku di cureyên edebî da diyarker in: çînên civakî, çandên neteweyî û şaristanî. Dema ku ev merc diguherin yan bi tevahî cure ji nav hev diçin yan jî kiras diguherin û   transforme dibin, xwe di nav cureyên nû da derdixin.

Destpêka modernîzmê ji bo vê yekê mînakeke baş e ku bi destpêkirina modernîzmê di warê romanê da jî gelek guherîn çêbûn.  René  Wellek  û  Austin   Warren dibêjin, ji bo ku mirov dabeşkirinekê bike hewce ye hem naverok hem jî form, teşeyê wan li ber çavan bê girtin. Lê ev pîvan jî hinekî zehmet e. Ji ber ku însan û dewran roj bi roj diguherin, hêvî û daxwazên mirovî tên guhertin. Jakop Burchart dibêje, destan di civata modern da bûye roman, yanî bi tenê kiras guhertîye.

Bo nimûne helbest jî bûye stran. Carina cure di nav hev da cih digirin. Romanek carina ji romantîya xwe derdikeve, wekî helbest û teswîrê lê tê, lê Octavio   Paz sînorekî datîne û dibêje eger romannivîsek bi tenê romanê binivîse, bila ji qayîdeyên romannivîsînê dernekeve.

   Modernîte tiştekî çalak û sîstematîk e, wekî rûbarekî herikbar e, tebat jê re nîne, tim diherike û guherbar e. Modernîzm xwe bi qaliban ve girê nade. Her bizaveke edebî bi xwe re guherînên mezin tîne ku di cureyê romanê da jî ev guherîn bi awayekî zelal derdikeve pêşberî me. Em li ser van guherînan dikarin guherînên ku modernîzm-postmodernîzmê bi xwe re anîn wek mînak nîşan bidin ku ji  Don Quixote   heya sedsala 20an gelek guherîn çêbûne. Her wekî Mehmet Taner Türk jî dibêje, guherîna di navbera salên 1920-1970an da roman, cureyên din jî hildigire nav xwe û rûyekî heterojen bi ser xwe da tîne, ev bo eşkerekirina mezinahîya guherînê  girîng e.    

Roman komgeha wan cureyan e ku berê hebûn lê aniha nînîn. Di nav cureyên din da giringîyeke mezin heye. Ciyawazîya roman û cureyên din ew e ku xeyalî û rasteqîn e û ji alîyê taybetîyan ve tê cudakirin.

   Wellek dibêje nivîsîna her berhemekê cuda ye. Em dikarin bibêjin ku roman dabeşî sê kategorîyan dibe, serdema klasîk, serdema modernîst û serdema postmodernîst. Lê em bi rehetî dikarin bibêjin ku ev dabeşkirin ji bo hemî miletan ne mimkun e, ew dabeşkirin bêhtir li gorî forma ewropayî hatîye kirin. Divê her miletek li gorî geşedanên xwe dabeşkirina kategorîyên xwe çêbike. Ew miletên ku tecrubeya wan a nivîskî duh ji ber ziman, zimanên îdarî bêrewac bûbû yan îro di avakirina netewedewletan da ew tecrube hatîye qedexekirin, dê roman û cureyên din, parîyekî bike karekî ‘qeydkirin’ê,  karekî ku ‘bi rêya nivîsê ji mirinê xilas dibe’.

 Bo nimûne ew dabeşkirina ewropayî li gorî geşedanên romana kurdî ne durist e. Her çiqas li gorî wê kategorîzekirinê û li gorî serdemên wê kategorîzasyonê romanên kurdî nehatibine nivîsîn jî, em ji naverokê derdixin ka gelo di kîjan kategorîyê da cih digire? Ev rewşa romana kurdî jî gelek sedemên xwe hene. Ji bo ku em gelek ji naveroka nivîsa xwe dûr nekevin, em dê bo niha nekevine nav wê mijarê.

 

Çavkanî:

Mehmet Taner Türk, “Postmodern Bağlamda Paul Auster ve Metin Kaçan’ın Eserlerinin Karşılaştırmalı Analizi”, Zaningeha Selçûkê, Teza Lîsansa Bilind, Konya, 2012.

Remezan Alan, Folklor û Roman, Peywend, Stenbol, 2013.

Sevra Fırıncıoğulları, “Romanın Değişen Karakterleri Üzerine Bir Değerlendirme”, Karadeniz, Hejmar 33, r, 92-104.

 

 

KURDŞOP
930 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!