Ziman, taybetmendiyên zimanî û zimannasî

Şêrko Janzêm

Zimannasî û binbeşên zimannasiyê:

Zimannasî: Zimannasî ew zanist e ku ziman ji hêla hevoksazîyê, deng û şekl bi awayekî zanistî ve vedikole. Di serê serdema antîk de li hindistanê ji bo şîrovekirina metnên dînî, li yewnanîstanê ji bo xebatên li ser fîlolojîyê serê xwe bi ziman re êşandine. Ji serdema antîk ve zimannasîyê tim li xwe zêde kiriye, bi awayekî modern û xwedî zanistên serbixwe xwe gihandiye heta roja me ya îro. Di serê sedala 19an de tespîtkirina zimanê hînd-ewropî, sedsala 20an de avakirina binyadgeriyê ji hêla Ferdînand de Saussure û xebatên Noam Chomsky yên li ser zimannasiyê rê li ber pêşketina vê zanistê vekirine.

Wekî zanisteke modern zimannasî ji hêlên cûrbicûr ve li ser ziman û dixebite û ji gelek zanistên din ji bo vê vekolînê alîkariyê dixwaze.

Zimannasî wek têgeh cara ewil di sedsala 19 an de hatiye bikaranîn, armanca vê zanistê ya sereke cûdakirina navbera xebatên zimannasiyê û filolojiyê ye.

Zimannasî û taybetiyên zimannasiyê:

Fîlolojî li ser metnên nivîskî, ji hêla çandî û edebî lêkolînan dike, zimannasî jî bi rêya metnên nivîskî li ser guherîna ziman û bingeha ziman ya dîrokî dixebite.

Zimanzanê Cenewreyî Ferdînand de Saussure (1857-1913) derheqê têgeha ziman de xwedîyê fikrekê ye ku, demeke dirêj e qada zimannasîyê di tesîra vê fikrê de ye. Saussure, vî tiştî wek langue ( binyad) bi nav dike, di axaftin û nivîsandinê jî wek “gotin” ê bi nav dike. Saussure wek “binyadgerekî” navê xwe li sedsala 20an danîye.

Langue, pergala axaftinê ya di serê axêver de ye. Parole, ew ziman e ku ji hêla axêver ve ji bo rewşên teybet hatîye nû kirin e. Em dikarin bibêjin ku parole naveroka ziman, langue ji hêla ziman teşeyî ye. Ev rê me dide ku ziman “dualî” ye. Nexwe li gor teorîya Saussure ziman dualî ye û dibin du zanistan de lêkolîn li ser tê kirin, ev du zanist ev in; zimanzanî û semîyolojî (gösterge bilim). Me bahsa zimanzanîyê kiribû, niha jî em ê bi kurtasî semîyolojî bikin.

Semîyolojî ew  zaniste ku, şîrove kirin, awa kirin û watedar kirina nîşaneyan bi avayekî sîstematîk vedikolîne. Qada vê zanistê ya qadên çandî kovneşopî û hemû nîşaneyên ku alîkarîya têgihiştina metna ne.

Semîyotîk ji peyva “semîon” ê tê ku di zimanê yewnana antîk de tê wateya “nîşane”yê. Di wateya îroyîn de care ewîl ji hêla John Locke hatîye bi karanîn dî berhema “Essays Lencarnnîng Human Undertandîng” de. Semîyolojîya modern xwedîyê du çavkanîyên sereke ne ku yek berhema Saussure ya bi navê “Dersên Zimannasîyê” ye, yek jî nivîsên Charles Sanders pêk re ne. Di vî warî de kesên ku xebitîne û tên naskirin ev in; Roland Bartes, Umberto Eco û Mihail Bahtin e. Niha em vegerin ser zimannasîyê û têkilîya zimannasîyê bi zanistên din re;

Zimannasî – Gramer: Li gel ku di navbera zimannasî û gramerê de têkilîyek xurt heye. Lê zimannasî qadek berfireh e, graner wek matematîka zimannasîyê tê zanîn.

Zimannasî – Fîzîk: Zimannasî bi fîzîkê re têkildar e. Ji ber ku pêkhatina deng bi qaîdeyên fîzîkî çêdibe.

Zimannasî – Matematîk: Matematîk bi xwe zimanekî din e. Lê matematîka ziman jî heye ku bi îstatîstîkan re derdikeve pêşberî me.

Zimannasî – Felsefe: Hetta sedsala 20an felsefe li ser hebûna dîn disekinî. Lê piştî wê, mijarên felsefeyê ber bi zimannasîyê ve çûn.

Zimannasî – Mantiq: Wek ku di her tiştî de mantiqek heye, di axaftinê de jî mantiq û sîstemek heye.

Zimannasî – Psîkolojî: Axaftin li gor derûna mirov teşe digire, lewma têkilîyek di navbera zimannasî û psîkolojîyê de heye.

Binbeşên zimannasiyê:

1- Fonetîk – Fonolojî (Dengnasî): Ew zaniste ku fonem (dengên) di ziman de vedikolîne, li ser erkên deng dixebite. Çêbûna (derketina) deng, neqilkirina deng û gihîştina deng. Bi wî avayî sê branşên fonetîkê hene.

- Akustîk (derketina deng)

- Transport (neqilkirina deng)

- Receîval (gihîştina deng)

Her wiha fonolojî jî binbeşek fonetîkê ye, fonolojî biryara ji hev veqetina dengan dide. Fonolojî bêsînor e.

2- Morfolojî: Li ser şeklê ziman dixebite, ango gramer. Bêjeyan (peyvan) pênase dike analîz dike û dike xwedî nasname. Morfolojî dixwaze bizane ku peyv çawa pêkhatine û têkilîya di navbera peyvan de çî ye.

August Schleicher, têgeha morfolojîyê ji bo zimannasîyê di sala 1860an de bi kar anîye.

3- Sentaks ( Hevoksazî): Berê ji bo vê zanistê “nahv” gotin. Ewrûpîyan navê sentaksê lê kirine. Hevokê vedikole, pêkhatina hevokê, bingehên hevokê, komepeyv û peyv çawa hevokê saz dikin, ev qadên lêkolînê yên vê zanistê ne. Sentaks gotineke fransî ye.

4- Leksîkolojî (Ferhengnasî): Sererastkirin, sazkirin û nivîsandina ferhangan e. Di ferhengê de li ser rêzkirina bêjeyan disekine.

5- Semantîk (Watenasî): Li ser wateya peyvan disekine. Wate hem ji hêla felsefî,  mantiq hem jî ji hêla zimannasîyê ve ji du hêlan meriv dikare bide dest. Hêla felsefî û mantiqî giranîyê dide têkilîya di navbera nîşaneyên ziman û peyvan de. hêla zimannasî jî li ser guherîna wateyan û bingeha ziman disekine.

6- Dîyalektolojî ( Zaravanasî): Li ser zaravayan disekine. Ji gotina “diyalektas” ya yewnanî pêk tê. Dewlemendîya ziman ya coxrafîk û encamên vê belavbûna coxrafîk zimên lêdikole. Her wiha li ser cudahîya du zaravayên ji heman kokê ne û varyantan jî disekine.

Me di vê nivîsê de bi kurtasî bahsa ziman, teybetîyên zimên, zimannasî û binbeşên zimannasîyê kir. Dema ku me bahsa zimannasîyê kir bêgûman me Ferdînand de Saussure û nerînên wî yên derheqê zimannasîyê de ji bîr nekir û nedibû ku bihatana paşguh kirin. Her weha têkilîya zimannasîyê bi zanistên din re jî xaleke girîng ya vê xebatê ye.

KURDŞOP
659 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!