"Mistefa Beg ê Kurdî" Şehsewarê belaxet (Xweş Zimanî, Zimanekî Rewan) ê Kurdan

Kurdî ku paytextên Fars, Tirk û Ereban dîtiye û nasnameya edebî û netewî ya wan nas dike, dibîne ku çawa helbestvanên wan berevaniyê ji ziman û nasname û  resenatiya xwe dikin, bizav kiriye ku her ji destpêkê ve xwe wek kesekî xwedî nasname bide nasandin û kareke wesa kiriye ku ew yek ji her ji navê wî xuya be.

Mistefa Beg ê Kurdî sala 1809ê li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye, bav û kalên wî xelkê bajarê Sine bûn û bavê wî "Ehmed Beg" yek ji Dazde Siwarên Merîwanê bû, li ser daxwaza "Silêman Paşayê Baban" diçe Silêmaniyê û Kurdî li wî bajarî ji dayîk dibe.

Kurdî 77 salan jiyaye û her li Silêmaniyê û tirba wî li Girê Seywan ê li bajarê Silêmaniyê ye. Li gor zanyariyeke ku "Heme Bor" derbarê jiyana Kurdî eşkere kiriye, Kurdî kesek xwendevan bû, zimanên Kurdî, Erebî û Farsî bi başî zaniye û di dema gencîtiya xwe de diçe bajarê Tehranê yê paytextê Îranê û dibe mamostayê "Zarokên Feth Elî Şah ê Qacar" û dersên nivîskî, xweşnivîsî û muzîkî dide wan. Herweha ew endamê "Encûmena Edîbên Îran"ê bû li li gel Melêkuşuerayê dîwanxaneya Qacar wate "Mîrza Hebîb Qaanî" mişaire (şerê bi helbestan) kiriye.

Herweha Kurdî heyamekê li bajarê "Bexda" ya paytexta rewşenbîriya cîhana Ereb jiyaye û mirîdê "Şêx Ebdulqadir Geylanî" bû, li binkeyên zanistî yên wî bajarî de jî rola wî hebû, hem fêr bûye û hem xelk fêr kiriye. Weke di jiyana Kurdî de xuya dibe serdana Stenbolê kiriye li wir "Nalî"  û gelek helbestvanên din nas kirine. Ya ku di vê gera biçûk de bo me eşkere dibe ew e ku Kurdî li sê paytextên navdar ên wê serdemê yên rojhilata navîn jiyaye û sûd li atmosfera wan bajaran wergirtiye, edîb û rewşenbîrên wan bajaran dîtine û weke kesekî pijyayî di ware ziman û zanistl de vegeriyaye Kurdistanê.

Hilbijartina nasnavê Kurdî ku bi xwe rastiyekê nîşan dide ku nikarî haşayî lê bikî. Kurdî ku paytextên Fars, Tirk û Ereban dîtiye û nasnameya edebî û netewî ya wan nas dike, dibîne ku çawa helbestvanên wan berevaniyê ji ziman û nasname û  resenatiya xwe dikin, bizav kiriye ku her ji destpêkê ve xwe wek kesekî xwedî nasname bide nasandin û kareke wesa kiriye ku ew yek ji her ji navê wî xuya be. Eger wê serdemê gelek ji helbestvanan bi hilbijartina nasnavên Erebî û Farsî xwe dane nasandin, wî bi hilbijartina nasnavê "Kurdî" xwe cuda kiriye û bi xwedevandên xwe re dide xuyakirin ku ew xwedê nasnameyekî ziman û rewşenbîrî ya cuda ye û ew nasname, nasnameyekî Kurdî û Kurdane ye.

Şiyana Kurdî di nivîsînê de, di ware nivîsandina Xezel de diyar dibe. Xezelê Kurdî gelek rewan û bi hember kirin li gel serdema xwe xwedî nûbûnekê ye. Zimanê xezelên wî li gor helbestvanên berî wî resen e û herweha afirandina mijarên di helbesta wî de, bêhtir atmosferekî însanî û xwecihî heye, bêhtir aliyê mirovahiyê digre li şûna wateyên esmanî û îrfanî. Di helbestên wî de xuya dibe ku peywendiyên wî li gel Nalî Şarezorî û Salim ê Sineyî de hebûye. Helbesta  "Kurdî" bi hemberkirin li gel helbesta "Nalî" sade û xwedî ziman û hûnandineke sade ye. Lê bi hemberkirin li gel helbestên Salim, Helbestên Kurdî zimanekî paqij û kurdane heye û ji helbestên wî baştire û ziman û pêkhateya wê bihêztir e.

Bandora "Kurdî" li her helbestên Kurdîyê û helbestvanên piştî wî heta astekê bû ku grubek ji helbestvanên mezin ketine bin bandora zimanê helbestên wî. Weke mînak kesekî wek "Şêx Reza Talebanî" ku pir kêm bi xêr li helbestvanekî din temaşe dike, kurdî weke çavkanî hejmartiye û xezelekî wî ya navdar kiriye pênc bendî (Texmîs), ji aliyê din "Hacî Qadir ê Koyî" ku bixwe yek ji pêşengên hizra nasyonalîzim a Kurdî ye û helbestvanekî xwedî şiyan û xwedî stîl e, di helbestekê de nave Kurdî tîne û bi şahsiwarê zimanê paqij û takekesê rewanbêj dizane û di wê baweriyê de ye ku xişir û zêr û zîveke bedew û bê mînak dike ber zimanê Kurdî û ew xemilandiye.

Şehsewarî belaxetî kurdan

Yekketazî fesahetî baban

Mistefaye texellusî kurdî

Xezelî kirde ber butî kurdî

Di nava helbestên Kurdî de helbestek heye ku heta niha jî lêkolînvan li ser wê zelal nebûne, hin kes dibêjin helbesta Nalî ye û hejmareke kêm jî dibêjin ya Kurdî ye. Ew helbesta ku bi nave "Şeva Yelda" hatiye naskiri, di warê ciwannasiyê de bêhtir weke helbestên Nalî ye, lê zimanê wê yê sade dibe sedem ku hin kes hizir bikin helbest a Kurdî ye. Lê Nalî hin helbestên din jî hebe ku zimanê wê her bi wî awayî sade ye û hevdem zimaneke bihêz û gotineke Şaîrane be weke mînak di helbesta "Le dugmey suxme dwênê nuwêjî şêwan".

Eger heye ji ber ku Kurdî jî helbestek li ser heman wezin û qafiyeyê û bi redîf a "Emşew" heye, di navbera wan du helbestvanan de ew helbest li hev hatibin guhertin û bi şaş tevlî dîwanên wan bibe. Her du xezel "Mefa`îlun, Mefa`îlun, Fe`elûn" e. Lê bandora xezela Nalî bi ser xezela Kurdî xuya dibe. Hêjayî gotinê ye di dîwana dawiyê ya her du helbestvanan de ew helbest bi navê wan hatiye tomarkirin.

Ev xezela ku pirsgirêk li ser heye ev e:

Şewî yeldaye, ya deycure emşew

Ke dîdem dûr le to bê nûre emşew?!

Dilim wek hakmî mezûle, qurban!

Xellatî wesllî toy menzûre emşew

Dilîş mayil be dîdey toye, boye

Le min wehşî û remîde û dûre emşew

Ke toy şay keç kulahî dîde mestan,

Çi bakim qeyser û fexfûre emşew?!

Le xew hellsawe, ya alloze çawit?

Hemîşe waye, ya mexmûre, emşew?

Suruşkim neqşî çawî to dekêşê

Cêgem ser darekey mensure emşew

Musullmanan deprisn hallî nalî

le kuncî bêkesî mehcûre emşew

Di dîwana Kurdî de ku çar salan berî niha ji aliyê çapemeniya Kurdistanê ve hate weşandin, her ev xezel bi navê Kurdî hatiye çapkirin û di beyta dawiyê de nave Nalî hatiye reşkirin û navê Kurdî hatiye danîn û her di beyta dawiyê de li şûna ku dibêje "Musilmanan Depirsin" nivîsandiye "Eger Yaran Depirsin". Lê xezela duyem a Nalî bi redîfa "Emşewe we" nîşan dide ku ew xezela Kurdî ye û di bin bandora Nalî de û weke bersiv bo xezela Nalî hatiye nivîsandin. Di vir de Kurdî behsa birayekî dike ku jê dûr ketiye û bîra wî dike û serê jî bi heman awayî ye ku Nalî bikar anîne

Le xem şarî derûn memûre emşew

Binaxey milkî dil xapûre emşew

Rewanser bû le zîddî min ferrengî

Leber dergay reqîb mesrûre emşew?

Emin ferhad û şahîd bêstûne

Eto şîrîn, şemall şapûre emşew

Le weslit menizillî dûr kewtewe dil

Dûsed menzil le şadî dûre emşew

Bira gyan gyan û to gyan elwedaye

Heway koy to dîger mestûre emşew

Be mujdey weslî to dill şad bê heqiye

Ke her wek hakimî mexdûre emşew

Lemin napirsê exyar ey çi gewce?

Be wesfî lutfî to mexrûre emşew

Le naw eşk û le rûtey çaw şehênim

Dil ahû war û çaw bê nûre emşew

Le subhî cejn û şubhey mangeşew ax?

Le bextî min dellêy deycûre emşew

Be hazir başî fewcî xusse û nalle

Wekû zîley ewell şeypûre emşew

Le nallîn menî kurdî mehzî kufre

Feqîr û naxoş û mexdûre emşew

Ji bilî vê helbestê di dîwana Mestûre Erdelan de xezelekî Kurdî Soranî heye ku weha destpê dike

Griftarm be nazî çawekanî mestî fettanit

Birîndarm be tîrî sînesûzî nêşî mujganit 

Ku ew jî her di dîwana Kurdî de û bi nave wî hatiye tomarkirin, tevî ku di vê helbestê de taybetmendiyên zimanî yên helbestvanên dema Kurdî û Nalî ye, lê her kes dizane ku Mestûre jî di heman demê de jiyaye, di beyta dawiyê ya helbestê de hestên jinbûnê bi zelalî xuya dikin, lê di dîwana Kurdî de beyta dawiyê hatiye guhertin bi awayekê ku her li gel tevahiya wê xezelê ne yek e.

Di dîwana Kurdî de ev beyt weha ye:

Bese bê mirwetî cana esîrî toye dill boye

Wefa key çake ta mawe bikey kurdî be mîhmanit

Lê di dîwana Mestûreyê de ew xezel weha bidawî dibe û ev beyta dawiyê gelek bi başî li gel beytên din hev digre

Eto emrro le mullkî dillberîda nadrey dehrî

Be resmî bendegî mestûre wa hatote dîwanit

KURDŞOP
836 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!