"Seyîd Kamîl Îmamî" diyaloga navbera hest û fikir de

Seyîd Kamîl Îmamî tevî ku weke helbestvanekî rol hebû di parastina ziman û pêşxistina helbesta dibistana Babaniyan li Rojhilatê Kurdistanê, bi bikaranîna zimanê xwe yê paqij û resen û bê gotinên ne Kurdî, gavek pêşkeftiye û ji helbestvanên din serdema xwe pêştir bûye, tevî ku li hin cihan bandora Nalî, Wefayî û Mehwî li ser wî heye.

Seyîd Kamîl Îmamî Zenbîlî ku bi "Awat" tê naskirin yek ji helbestvan û edîbên jêhatî yên Rojhilatê Kurdistanê ye, ku di destpêka sedsaliya bîstan de û ji dema ku ciwan bûye, wek kesekî zimanzan û helbestvanekî paye bilind, helbestên Kurdî belav kirine.

Awat sala 1282 ya Rojî wate 120 salan berî niha li gundê "Zenbîl" ser bi bajarê Bokanê li navçeya Mukriyan ji dayîk bûye. Awat ji malbata Şêxê Zenbîl e ku ew yek ji rêberên terîqeta Qadirî û Neqşbendî ne. Wî li mizgeft û xaneqayên Mukriyanê û li cem kesên weke "Hacî Babe Şêx" xwendiye. Hacî Babe Şêx serokwezîrê "Komara Kurdistanê" bû ku apê Seyît Kamîl e. her ji ber wê, ji destpêkê ve hesten netewî tevlî nivîs û zimanê Awatê helbestvan dibe û di rewşên herî zehmet de li dijî desthilata zalim a "Mihemed Reza Şahê Pehlewî" helwêst digre û dibe yek ji rêzan û pêşengên helbesta civakî li Rojhilatê Kurdistanê û weke bixwe di jiyannameya xwe de dibêje: "her ji destpêka jiyana xwe ve bi dest, qelem, nivîsîn û çekê li dijî Şah û rejîma wî xebat kiriye û di sala 1325 a rojî de ku dike 1946 ji aliyê kesên ser bi rejîma Pehlewî tê girtin û zîndanî kirin û du salan li girtîgehên Seqiz, Mehabad û Urmiyê dimîne".

Seyîd Kamîl Îmamî tevî ku weke helbestvanekî rol hebû di parastina ziman û pêşxistina helbesta dibistana Babaniyan li Rojhilatê Kurdistanê, bi bikaranîna zimanê xwe yê paqij û resen û bê gotinên ne Kurdî, gavek pêşkeftiye û ji helbestvanên din serdema xwe pester bûye, tevî ku li hin cihan bandora Nalî, Wefayî û Mehwî li ser helbetsa wî heye. Lê di wan helbestan de ku bo wesfkiria biharê nivîsandine pêngavekê berî wan hemûyane û helbesta Biharê gihandiye asteke herî bilind. Bi taybet ku Awat bixwe li gund jiyaye ew baş hemû çiya û gelî û newalên Kurdistanê nas dike û hemû curên gul û giyah û siren xwezaya Kurdistanê baş nas dike û kareke bê mînak kiriye û helbestên wî di aste helbestên helbestvan û edîbên herî baş de ne.

Ji aliyê din awat ji helbestvanên serdema xwe yên weke "Ebas Heqîqî" ku di dema xwendinê de bi hev re feqe bûne û di malekê de jiyane û gelek helbest bi hev re gotine, di ware hizrî û fikrî de li pêş e yan em dikarin bêjin: Awat bi hemberkirin li gel helbestvanên wek Heqîqî xwedî gotar û helwêsteke rewşenbîrî ye û ji civakê veneqediyaye û êş û elemên civakê di nav helbesta wî de tên dîtin.

Ev berpirsyartî li hin helbestên wî de û ew ast jî derbaskiriye û bo helgirtin û behskirina êşên nîştimanî û netewî xwedî gotareke siyasî bûye ku ji aliyê tevgera netewî ya Kurd bangewaz jêre hatiye kirin û wî jî li ser vê rêbazê helbest nivîsandine û xema neteweyê jî di nava helbestên wî de tên dîtin. Ev di demekê de ye ku hin helbestvanên din her di vê serdemê de hebûne lê kêmtir bala xwe dane ser vê mijarê yan jî ji ber metirsiyên ku li ser wî warî de hene nêzîk neketine û dest lê nedane. Gelek helbestên bi wî awayî di dîwana Awat de hene û li vir em ê bale bikişînin ser yek ji wan helbestan. Yek ji helbestên herî baş û bi nirx ên Seyîd Kamîl helbesta "Şarî Dil" e ku çîrokek siyasî li pişt wê helbestê heye û herweha naveroka wê jî siyasî ye û asteke bilind a hizrî têde ye.

Ev helbest di dema desthilata reş a Pehlewî de hatiye nivîsandin ku "Partiya Demokrata Kurdistana Îranê" mijûlî civîna kadro û endamên xwe bû. Ji ber ku weke "Mela Kerîm Sarde Kuwêstanê" di pirtûka xwe de dibêje: Seyîd Kamîl endam û alîgirê hizbê bû, her ji ber wê Seyîd Kamîl bo wê civînê tê vexwendin. Ev jî di demekê de ye ku Seyîd Kamîl li Rojhilatê Kurdistanê ye û civîn li mile Başûrê Kurdistanê tê kirin, Seyîd Kamîl ji ber hin sedeman nikare di civînê de beşdar bibe û vê helbestê dide kesekî ku bixwe re bibe civînê.

Ev helbest şerê di navbera hest û hizrê de ye. Ev şerê ku bi dirêjahiya dîrokê de hebûye û niha jî berdewam e ku gelo hest bi ser hizrê de desthilatdare an berîvajî ye?. Di vê helbestê de Seyîd Kamîl bi hostatî hemû aliyên vê mijarê gengeşe dike, xwendevan piştî xwendina vê mijarê dikare bizane tevî ku biryara helbestvan li ser bingeha têgihêştineke fikrî û aqilane bûye lê ew herdem piştevaniya hesten xwe dike û li aliyê wê rawestaye. Wate ev helbest şanoyeke ku du kes têde dilîzin ê yekem "Ez" ku helbestvane wate Awat nûneratiya wî dike û lîstikvanê duyem "Ew" e ku hizir û aqil nûneratiya wî dikin.

Di nava helbestê de herçiqas hestên xweşik, helbestvanî û azad in lê "Ez yan Min" e û her biryareke ku guman li ser hebe û zirar û ziyanê binirxîne yên "Ew - Wî" ye., wate di vê diyaloga hest û hizrê de di nava helbestê de, Helbestvan biryara dawiyê nade û her di nava gumanê de dimîne.  Ji ber ku tevî hemû astengiyên ku Hizir (Aqil) jêre çêdike, bi hestên xwe xema neteweya xwe hilgirtiye û pêre dijî naxwazê jê qut bibe, tevî ku di dawiyê de helbestvan li Rojhilatê Kurdistanê dimîne û naçe wê civîna netewî ku bi hezaran metirsî li ser rêya wî hene, xwendevan wesa dibîne ku ew helbest di berjewendiya "Hizir- Aqil" de temam bûye lê helbestvan hevsengiyê diparêze û bi şandina berhemên xwe di nava wê civînê de amade dibe û her dest ji hestên xwe bernade. Ji ber ku her dem hestên evîndaran li pêşiya berjewendiyên wan ên kesî ne û ew jî hem evîndarê nîştiman hem jî helbestvanekî şoreşger bû.

Şarî dill

Min dellêm: şarî dllim bax û gullistane keçî

'eqill ellê: na qesebey şorreşî mestane neçî

Min dellêm: nuxteyî ew rewzeyî rîzwane deçim

Ew dellê: na reşe cê rawgeyî şeytane neçî

Min dellêm: mesken û aramgeyî canane deçim

Ew dellê: ser beserî têkçuwew wêrane neçî

Min dellêm: cêgeyî her şêt û cinunane deçim

Ew dellê: na zedeyî penceyî peryane neçî

Min dellêm: merkezî esrarî herîfane deçim

Ew dellê: cê teme'î çawî hesudane neçî

Min dellêm: wextî xeter memen û qellxane deçim

Ew dellê: kunkune cêgey sere peykane neçî

Lem hem û çûn û neçûne serî surrma kamîl

Min dellêm ciwane bçim, ew dellê wa ciwane neçî

KURDŞOP
650 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!