Mela Awara yê şoreşgerê helbestvan û welatparêz

Ehmed Şelmaşî ku bi navê Mela Awara tê naskirin, navekî naskirî ye li Rojhilatê Kurdistanê ku di salên 46 û 47an de di tevgera çekdarî ya li dijî rejîma gendel a Mihemed Reza Şah Pehlewî de roleke bi bandor hebû.

Tevî ku ew şoreşgêr bû lê her dema ku derfeta wî heba û di dema bêhnvedanê de, di dema pêşmergetiyê de hin nivîs afirandine ku mirov dikare bala xwe bide ser wan. Lê berî wê em bizanin ku Mela aware kî bû û piştre em ê li ser nivîsên wî bi kurtî baxivin

Mela Awara 90 sal berê di sala (1312)- 1933an de li gundê Şalmaşê yê ser bi Serdeştê di malbateke olî û hejar de hatiye dinê. Bavê Mela Aware mamosteyê olî û Kurdperwer bû û nawê wî Mela Mihemed Emîn Hemwendî Şelmaşî bû, ji ber ruhê xwe yê kurdperwerî navê Feqe Ehmed Derşmaneyî û Ehmedê Xanî lê kir.

Mela Aware di zaroktiya xwe de li cem bavê xwe dersên olî xwendine û piştre li gundê "Bêjwê" li cem Mela Salih Bêjwê berdewamî daye dersa xwe.

Lê berî ku dawiyê li xwendina xwe ya olî bîne, ew rewşa ne baş a Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dibêje û hest bi berpirsyartiyê dike û weke oldarekî neteweperwer peywendiyê bi endamên wê demê yên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê dike û dibe endamê wan. Piştî wê nave Aware ji xwe re hilbijart û weke Mela Aware tê naskirin. Mela Aware ji ber ku di axaftin û gotardanê de jêhatîbû her zû weke kadroyekî siyasî yê hizbî rênmayî û şîretên siyasî li welatiyan dikir û li gund û bajaran digeriya.

Bo vê mebestê serdana gundên Serdeşt, Mehabad, Pîranşar û Bane dikir. Piştî demeke kurt ji bo qedandina perwerdeya partîzaniyê tevlî şoreşa Kurdên Başûrê Kurdistanê dibe û li kêleka wan xebatê dike. Sala 1946an a mîladî vegeriya Rojhilatê Kurdistanê ku berdewamiyê bide karê xwe yê siyasî û hizbî

Vê care bêhtir nêzî xelkê blindest û tepeserkirî û hejar û werzêrên Kurdistanê bû û baştir êş û derdê wan hîs dikir, herweha ji ber zanîna zimanên  Erebî, Kurdî û Farsî û bidestxistina rojname û belavokên Erebî û Farsî, hizrî û fikrê wî berfireh dibe, ji ber wê erkeke din jî girte stûyê xwe û tevî ku weke kadroyeke siyasî bo cîbicîkirina karûbarê hizbî li Rojhilatê Kurdistanê bû, weke rewşenbîrek her ku derfetekî wî heba tiştên dizanîn weke helbest nivîsandine û  sûd ji her derfetekê wergirtiye ji bo nivîsandina wan helbestan ku weke çareseriyekê be bo xelkê bindest û belengaz û tevgera Kurdî.

Mixabin çend berhemên kêm ên Mela Awara li ber dest in, lê ev çend berhem nîşan didin ku ew mirovekî hestyar û xwedî rêbaza ramanî bû û dizanîbû çima xebtê dike û çawa peyam û tovê vê têkoşînê di dilê gelê Kurd de şîn dike.Helbesta Mela Awara nîşandana êş û azarên gelê Kurd ên li ser destên zaliman e.

Helbesta wî weke ku kesên rojhilatnas dibêjin helbesta çîna bindest a civakê ye, dijî wan kesên serdest ku hemû mafê wan zewt kirine û xistine bin destê xwe

Helbesta wî ya herî girîng û naskirî di vî warî de “Qêrîna Tûtinçiyekî Serdeştê” ye. Mela Awara di vê helbestê de du çîn ji hev cuda kirin û weke çawa Mamosta Hêmin jî di helbesta xwe ya bi navê “Areq û Tîn” de du çîn ji hev cuda kirine û behsa êşên wan dike.

Mela Aware bi ziman Tûtinçiyekî daxive ku mînaka mirovê tepeserkirî yê Kurd ê belengaz e. Tûtinçî behsa êşên mirovê Kurd ê bindest dike. Piştî ku di helbesta xwe de pirsgirêk û bindestiya kurdan bi berfirehî vedibêje, di beşa dawî ya helbesta xwe de çareseriyê nîşanî xwendevan, kedkar û bindestan dide. Bi giştî ev helbest rexnegir û rê nîşander e.

Çend beytên helbesta Tûtinçiyê belengaz

Tûtinewanîkî hejarim

Bê xanû  bê zewî û zarim

Mindallim rût û birsîye

Jiyanim pirr metrisîye

Rûm nîye biçme nêw xellk

Bê berg û pêllaw bê kellk

Bellam çibkem çare reşim

Xermanim zore û bê beşim

 û...

Dujmin takey bidem bacit

Dek wergerrî text û tacit

 ey werzêran ey cûtêran

Ey tûtnewanî mall wêran

 ba be yek dill û  yek zuban

Ba bexebatî şêlgîrman

Ta dwapşû hewll  bideyn

Şeq  lew dujimney hellbideyn

Yek gir tin  hoy serkewtine

Xebat rêgey dest kewtine

 eger yek bîn û yek bigrîn

Legell yekda bijîn, bimrîn

 zall debîn û serdekewîn

Berz debîn û nanewîn

Hewll û teqellay bê wçan

Bê mandûîy bê pişûdan

Taqe rêgay azadîye

Hênerî rojî şadîye.

Mela Awara her çiqas ciwan bû jî lê hestek pir xurt hebû. Ji xeynî helbestê, wî pexşanên baş jî dinivîsandin, ev yek jî di pexşana ku di warê helbesta tûtinê de nivîsandiye, pir bi başî xuya dibe.

Tevî  wê helbesta "Reşbigîrî" û çend helbestên din di destê wî de hene ku miroveke xemxûriyê azadiyê û kesên bindest nîşan dide.

Mixabin ev nivîskar û şoreşgêrê mezin ji ber xiyaneta kirêgirtî (Caşekî) ve hat girtin û piştre di 9 Tîrmeh (Gelawêja) 1374 (1995)an de li Serdeştê hate gulebarankirin.

KURDŞOP
643 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!