Xelata dehemîn a helbestan a Arjen Arî  Rêzan Diljen wergirt

Wek ku tê zanîn xelata helbestê ya Arjen Arî hersal di 15ê Gulanê di roja Cejna Zimanê Kurdî de tê diyarkirin û îsal jî Rêzan Diljenê ciwan bi dosyaya xwe ya bi navê ‘ Deftera Qetayî’ hêjayî ve xelatê hate dîtin.

Şêrko Janzêm

Kurdshop – Wek ku tê zanîn xelata helbestê ya Arjen Arî hersal di 15ê Gulanê di roja Cejna Zimanê Kurdî de tê diyarkirin û îsal jî Rêzan Diljenê ciwan bi dosyaya xwe ya bi navê ‘ Deftera Qetayî’ hêjayî ve xelatê hate dîtin.

Di jûrî îsal de; Îrfan Amîda, Lal Laleş, Zahîr Kayan, Necla Arî û Yehya Omerî ku ewî jî di sala 2015an de xelata helbestê ya Arjen Arî wergirtibû heye.

Malbata Arjen Arî û weşanên Sor di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em wek kesên ku vê pêşbaziyê li dar dixin em wî pîroz dikin û em hêvî dikin ku ciwanên kurd bi enerjîya xwe di warê edebîyata kurdî de her hilberîner bin. Em wek her sal îsal jî bang li helbestvanên ciwan dikin ku ew beşdarî pêşbaziyên salên pêş me jî bibin. Her wiha em bang li sazî û dezgehên kurdan dikin ku ew xwedî li vê pêşbaziyê derkevin. Hêvîya me ew e ku ev pêşbazî bibe sedema qezenckirina qelem ên xurt di edebîyata kurdî de û em li gel ciwanan edebîyata kurdî bigihînin astên gelekî bilindtir û pêşketîtir.”

Xelata Rûmetê jî bo Garo Paylan hatiye dayîn,

Garo Paylanê bi eslê xwe ermen e bi salan e di nav kurdan de siyasetê dike ji ber kar û barê wî hêjayî xelatê hatiye dîtin. Malbata Arjen Arî û weşanên Sor di daxuyaniya xwe de ji bo xelata rûmetê wiha gotin; “Rêzdar Paylan bi salan e di nav têkoşîna nasname û statuyê ya kurdan de bi awayeke çalak cî digire, ji bo di navbera gelan de wekhevî û biratî pêk were di warê siyasî de kedeke girîng dide”.

Wêneyê Garo Paylan 

Di demên pêş de ew ê cih û dîroka xelat dayine be diyar kirin. 

Rêzan Diljen kî ye

Rêzan DILJEN. Di sala 2000an de li Batmanê ji dayik bû ye. Niha li Wanê diransazîyê dixwîne.. Her wiha helbest, çîrok, werger û nivîsên wî di kovar û malperên weke Nûbihar, Dilop, Bar Helbest, Kurdeçîrok û Çandnameyê de weşiyane.

Wêneyê Rêzan Diljen

 

KURDŞOP
789 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!