Helbestek di navbera  "Mîsbahuddîwanê Edeb" û "Tahîr Beg ê Caf" de

Di rastiyê de, ew nivîse du helbestên telihev in, sedema wê jî ev e  ku her du helbest li ser wezna (Hewa) " Faîlatun faîlatun faîlatun falîlun" hatine nivîsîn. Dawiya her du helbestan bi "ewe" bidawî dibe. Lê ya rastî eger heye ku peywendiya di navbera Tahîr Beg û Mîsbauddîwan de ku Marif Xeznedar behsa wan dike, ew helbest bi hevdu re guhertibin û eger heye ku Mîsbah ew helbest bo Tahîr Beg nivîsandibe.

Kurdshop - Di dîroka wêjeya Kurdî de, peywendiya di navbera helbestvan û bîrmendên Kurd de her ji demên kevin ve hebûye, ew peywendî yan li ser bingeha hevaltiyê bûye yan jî li ser bingeha Edeb û rêberiya siyasî  bûye,  ez ê xebatê bikim ku li ser wan sê awayên peywendiyê hin nimûneyan bînim:

Weke peywendiya wêjeyî em dikarin behsa peywendiya navbera "Tahîr Begê Caf" û " Mîsbahuddîwanê Edeb" de bikin. Ev du helbestvan yek ji navçeya Helebceyê û yê din ji navçeya Mukiryan û li gundê "Ermenî Bilaxî" ye, lê ev herdu kes ji kesên xwendevan ên welat bûne û desthilata wan hebûye.

Weke "Dr.Marif Xeznedar" di cilda çarem a pirtûka "Dîroka Edebiyata Kurdî" de dinîvîse" Edeb  serdana navçeya Şarezor dike û di sala 1910ê de tevî hin begzadeyên Mukriyan û Merîwanê serdana gundê Şaneder dike. Heyamekê mêvanê keskî dibe bi nave Xelîfe Reşîd. Qaşo di vê serdanê de Edeb bi name yan bi hevdîtin, peywendiyê li gel Tahir Begê Caf de girê dide". 

Di vê peywendiyan de tevî ku herdu jî Begzade bûne, dibe ku behsa eşîran û desthilatê jî kiribin, ( ji ber ku Edeb kesekî xwedî desthilat bûye di nava desthilata Dadweriyê ya Îranê de û Şahzadeyên Qacar naznavê Mîsbahuddîwan dane wî.) ji aliyê din, ji ber ku ev her du kes ji bingehên sereke yên helbesta kilasîk a vê demê ya Kurdistanê bûne, gelek pêşwaziya helbestên wan dihate kirin, helbest bi hev re guhertine û yek ji mijarên di navbera wan de jî behsa edebiyatê bûye îca çi bi rêya nameyan be yan jî rûbirû hevdu dîtibin.

Ev zanyarî ne zelaliyên ku hene çareser dike, di dîwana Tahîr Beg ê Caf de helbestek heye ku du qafiyeyên cuda hene lê ji hev nêzîk in. wezin û kêşa her du perçeyên helbestê wek hev in, lê xwendevanê zîrek dizane ku di naverasta helbestê de valahiyek derdikeve, gelek stranbêjan û bi taybet "Mamosta Tahîr Tofîq" awazek bo vê helbestê danaye û ew weke stran gotine. Ya balkêş ev e ku Tahir Tofîq çend beşên li her du aliyên helbestê hilbijartine û weke stran gotine.

Ev xezel di dîwana Tahîr Begê Caf de ye, di nava dîwanekê de ye ku li weşanxaneya "El-Besrî" li Bexdayê û di sala 1960ê de hatiye çapkirin, heta wan demên dawiyê jî di hemû dîwanên Tahîr Begê Caf de ew xezel her weke çawa li weşanxaneya El-Besrî derketiye, çap kirine.

diɫ le ḧesret ẍemzekey dû nêrgisî piř xewtewe

wek xemî zulift 'ezîzim, çû beřûda kewtewe

 

men'î sûtanim deka eble le 'îşqî tel'ett

çon nesûtêm ew be agir, min bebarê newtewe

 

nîsbetî zuɫift legeɫ ḧeɫqey zirê nabê biden

leḧnî dawudî çi dexɫêkî bedeng û sewtewe!

 

mesḧefî xoşxetî kuɫmet, ger bibînê şêxî me

kafrm; ger bo swêndîş biçte naw mizgewtewe

 

ger depirsî bo qiset şîrîne hênde ba'edeb

şekker efşane lebim, cana le maçî şewtewe

 

nîşî peykanî mujet pêrê ke karî bû le diɫ

dwê şewê ta řoj hedadanî nebû, nesrewtewe

 

ta be key qurban binaɫim min be êş û derdewe?

des be ejno, quř beser, daym be ahî serdewe

 

řojî ewweɫ bû ke zanîm min ebê dêwane bim

aşqî to, new'î mecnûn, wa be kêw û herdewe

 

merḧemet ke zû biřo qasîd biɫê derdî diɫim

nazî papoçt ekêşim min be toz û gerdewe

 

min ke piştiwanî baɫa û boseçînî kuɫmetim

çî dekem axir le seyrî bax û bey, bem derdewe

 

her wekû qews û qezeḧ ba des le gerdin danîşîn

to be suxmey aɫ û sewz û min be řengî zerdewe

 

yek nefes çakî nehêna tal' û hem bextekem

şeş derim gîrawe damawm be destî nerdewe

 

îltîmasî tahîrî bêçare qed sûdî nîye

to ke daym şeřfroşî bew diɫey wek berdewe

Ya raast ev nivîs du helbest in û hatine têkelkirin, sedema wê jê ev e ku her du li ser hewayê (Kêşa) " Faîlatun faîlatun faîlatun falîlun" hatine nivîsandin û her du helbest jî bi "ewe"  bidawî dibin.  Lê dibe ya rast ev be ku, peywendiya di navbera "Mîsbahuddîwanê Edeb" û "Tahîr Beg ê Caf" de ku "Dr.Xeznedar" behsa wê dike, ev helbest li gel hev guhertibin (Pev guhertine) û bi egereke mezin Mîsbah ew helbest bo Tahîr Beg nivîsiye. Piştre di dîwana Tahîr Beg de hatiye rêkxistin û bi şaşî ev helbest tev li hev bûne û Tahir Tofîq jî her li ser vê şaştiyê ev helbest xwendiye. 

Di dîwanên nû yên her du helbestvanan de ev helbest ji hevdu hatine cudakirin, lê kesekî weke "Mihemed Heme Baqî" behsa rihê vê şatiyê nekiriye û tiştek li ser vê negotiye.  Behsa vê yekê jî nekiriye ku çima nabe ev du helbest yê helbestvanekî bin û cudahiya wan di çi tiştekê de ye. Lê di vê helbestê de em dibînin ku beşa Texelûs yan Meqtei, ku naznavê helbestvan têde tê guhertin û bi wî awayî hatiye nivîsîn:

ger depirsî bo qiset şîrîne hênde ba'edeb

şekker efşane lebim, cana le maçî şewtewe

Lê rastî eve:

ger depirsî bo qiset wa hênd e şîrîne edeb

şekker efşane lebim cana le maçî şewtewe.

Tevî ku ew helbest di dîwaba Tahîr Beg û Edeb de gelek hatiye guhertin,cihê beyt û gotinan hatiye guhertin

Lê eger em bixwazin wan du beytên di dîwana navbirî de hatine ji hev cuda bikin ,wesa dibe

Wate beyta yekem heta beyta şeşê bi nave Mîsbahuddîwan dibe

diɫ le ḧesret ẍemzekey dû nêrgisî piř xewtewe

wek xemî zuɫift 'ezîzim, çû beřûda kewtewe

 

men'î sûtanim deka eble le 'îşqî tel'ett

çon nesûtêm ew be'agir, min bebarê newtewe

 

nîsbetî zuɫift legeɫ ḧeɫqey zirê nabê biden

leḧnî dawudîy çi dexɫêkî bedeng û sewtewe!

 

mesḧefî xoşxetî kuɫmet, ger bibînê şêxî me

kafrm; ger bo swêndîş biçte naw mizgewtewe

 

ger depirsî bo qiset wa hênde şîrîne edeb

şekker efşane lebim, cana le maçî şewtewe

 

nîşî peykanî mujet pêrê ke karî bû le diɫ

dwê şewê ta řoj hedadanî nebû, nesrewtewe

Beytên heft heta 13 jî bi nave Tahîr Begê Caf tên cudakirin û em dikarin bi wî awayî binivîsin

ta be key qurban binaɫim min be êş û derdewe?

des be ejno, quř beser, daym be ahî serdewe

 

řojî ewweɫ bû ke zanîm min ebê dêwane bim

aşqî to, new'î mecnûn, wa be kêw û herdewe

 

merḧemet ke zû biřo qasîd biɫê derdî diɫim

nazî papoçt ekêşim min be toz û gerdewe

 

min ke piştiwanî baɫa û boseçînî kuɫmetim

çî dekem axir le seyrî bax û bey, bem derdewe

 

her wekû qews û qezeḧ ba des le gerdin danîşîn

to be suxmey aɫ û sewz û min be řengî zerdewe

 

yek nefes çakî nehêna tal'û hem bextekem

şeş derim gîrawe damawm be destî nerdewe

 

îltîmasî tahîrî bêçare qed sûdî nîye

to ke daym şeřfroşî bew diɫey wek berdewe

 

KURDŞOP
778 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!