Kurdshop – Şahmurad Muştaq Wetendûst, ku wek Şamî Kirmaşanî tê nas kirin, yek ji diyartirîn helbestvanên hevçerx ê Kirmaşanê ye û yek ji wan kesan e ku bo cara yekemîn di sedsala bîstem de li navçeya Kirmaşan bi zaravê kelhorî yê kurdî helbest nivîsiye.
Şamî sala 1917 zayînî (1296 koçî hetawî) li bajarê Kirmaşan ji dayîk dibe. Di temenê zarokatiyê de dayîk û bavê xwe ji dest dide û di temenê 4 saliyê de ji ber nexweşiyê, her du çavên wî kor dibin û heta dawiya jiyana xwe ronahiyê nabîne.
Şamî li Kirmaşanê bi nav hejariyê de mezin bû û bi belengazî jiya û bi belengazî jî serê xwe danî. Ji ber wê jî di nav helbestên wî de xem û ahên hejarên civaka Kurdistanê tê dîtin. Şamî di serdema xortaniya xwe de bi alîkariya hejmarek ji mezin û xwendevanên wê demê yên Kirmaşanê, ku yek ji wan Axa Şemsedîn Alî Axa berniyas bi Şemsul Ulema bû, helbestên farsî bi taybet helbestên Hafiz û Seidî û Xeyam nas dike.
Wê serdemê xwendina helbestên kurdî û farsî li nav çayxane û bazarên Kirmaşanê de wek nerîtekî bûye û ev jî bûye sedema wê yekê ku Şamî zêdetir kêfa wî ji helbestan re were û hêdî hêdî hest pê bike ku dikare helbestan vehûne.
Wê çaxê li Kirmaşanê herî zêde xelkê helbestên Elmas Xan Kendûleyî û Xulamreza Erkewazî û çend helbestvanên din yên kurd dixwendin û Şamî jî bi xwendina helbestên wan helbestvanan, hesta wî ya helbestvaniyê bihêztir dibe û dest bi nivîsandin û vehûnana helbestan bi zaravê kelhorî dike.
Şamî bi rengekî pisporane, zimanê axaftina xelkê asayî di helbestên xwe de bikar aniye û naveroka helbestên wî jî tijî xem û êşên xelkê derdora wî ye. Pirsgirêkên civakî bi taybet hejarî û belengazî rengvedanek mezin di nav helbestên wî de hebûye.
Helbestên Şamî heta niha ji aliyê sê kesan ve hatine komkirin û bi sê nav û nîşanên cuda hatine çapkirin.
Dîwana Çepkegul: Ji çend parçe helbestên Şamî Kirmaşanî pêk hatiye û ji aliyê Macid Merdûx Rohanî ve hatiye amadekirin. Yekem car sala 1364 koçî (1985) ji aliyê Weşanxaneya Sirûş li Tehranê û bo cara duyem jî sala 1390 koçî (2011) ji aliyê Weşanxaneya Mûsasîr li Mehabdê hatiye çapkirin û mamosta Hejar Mukriyanî jî pêşgotin jê re nivîsiye.
Dîwana Şamî Kirmaşanî ji aliyê Mihemed Elî Sultanî ve hatiye komkirin û pêşgotin jê re nivîsiye. Weşanxaneya Suha, sala 1374 koçî (1995) li Tehranê hatiye çapkirin. Helbestên Şamî Kirmaşanî, ji aliyê Ferşîd Yûsifî ve hatiye komkirin û sala 2019 ji aliyê Weşanxaneya Mahtab Xerb li Kirmaşanê hatiye çapkirin.
Mamosta Hejar di pêşgotina pirtûka Çepkegul de wiha dibêje:
Min beşek ji helbestên Şamî, kurdê Kirmaşanî xwend. Ligel her parçeyek helbestê, girnijînek dihat ser lêvên min û kizên ji kezeba min dihat. Girnijîn û giryan bi hev re bûn. Xem û xefet bi bêjinga kêf û şahî hatibû dabêjkirin, bêhnek teng ji dilekî germ û tijî, jiyaneke tijî êş û qedereka reş û tirranekirin bi dinyayê dihate ser.
Bi rastî, helbestên wî heta tu bêjî, bihêz û zelal û delal in. Take eyba ku mirov dikare bêje, kurdî bûn û kurdbûna helbestvan e. eger ne şukrî nebe, kurdî û kurdbûn li vê dinyayê de, pûleke şewitî jî nake û tu kes qîmetê nadê.
Hejar Mukriyanî wiha pêde diçe: Eger Şamî kurd nebûya, eger ew qas hejar û bê kes nebûya, eger her du çavên wî kor nebûna û eger û eger û eger… - mixabin bi eger û xozîkan tiştek çênabe- ez piştrast im navdengê wî dê gelekî belav bibûya.
Bi hizra min, hema ew parçe helbesta ku li ser kirêçîtiyê gotiye û tê de behsa jiyana mirovên belengaz, bextreş û destkurt û bê cih û war û bê kes kiriye, baştirîn şahida huner û hunermendî û destrengînî û hêza wî ya helbestvaniyê ya wî helbestvanê hêja ye. Şamî ji ber gotina helbesta Kirêçî, navdar bû û ew helbesta wî ket ser zimanê xelkê Kirmaşan û bajarên derdorê.
Du nimûne ji helbestên Şamî Kirmaşanî:
Kiranişînî (Kirêçîtî)
Bende yey nefer kirnişîn im
Çu ezîz mirdî dayîm xemîn im
Ne xaric mezeb, ne cudas dînim
Er duat gîras biker nifrînim
Şayed ley dunya dîtir nemînim
Rahit bûm le des kiranişînî
Çe bikem le des kiranişînî?
Dad we her kes bem, heqim niyesînî
Tiway bizanî, seg we hallim new
Asayiş neyrim, ne roj û ne şew
Sub ta êware ham le teq û dew
Ta ser mang bay du tîke espew
Ya bem firoşim, ya neme girew
Uşim kirakem bellke nemînî
Çe bikem le des kiranişînî?
Dad we her kes bem, heqim niyesînî
Tawsan-1330 (1951)