Dr. Azad Mukrî
Xulepîze û rabûn di hember neberanberiya cîvakî û siyasî de, yek ji wan mijarane ye ku di sedsala derbasbûyî de hemû Kurdek Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bihîstiye û behsa wan hatiye kirin. “Mehmûd”ê kurê “Pîroze Xatûn”, naskirî bi “Xule Pîze” yek ji wan kesane ye ku di dîroka Kurd de, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê navek naskirî ye. Ew nave zêdetir bîranîna biwêrî, serhildan li dijî zilim, yaxîgerî û li dijî ne aramiyê ye. Dîroka rastîn û kiryarên Xulepîze wek dîroka nivîskî kêmtir dikeve berçavê xelkê. Ewa ku çavkaniyên navçeyî derdixin eva ye ku:
Xulepîze di esl de xelkê gundê Çemiyale bûye. Sala 1945an serokê binkeya leşkerî ya gundê Weliyaw yê bi navê “Mihemedemînî Banî Şar” digel hinek polîsên Ereb bi mebesta girtina wî û şandina bo serbaziya bi zorê, berê xwe didine gundê Çemiyale. Wê demê malbat Xulepîze li qirax Çemiyale dijiyan. Piştî wê ku gelek malên gund vedikolin, ji bo girtina birayê Xulepîze berê xwe didine mala wan.
Lê di wê demê de hem Tahir li mal nabe, hem Xulepîze bi dijwarî nexweş e û di mal de ketiye. Piştî wê ku Mihemedemîn Banî Şarî bi zorê diçe mala Xule, dayîka Xule daxwazê ji wan dike ku vegerin, çimkî Tahir li mal nîne. Lê ew dixwazin bi zorê li cihî wî Xule bi xwe re bibin. Mehmûd jî ku bi nexweşî haya wî ji şer û pirsgirêka dayîka xwe û serbazan heye, dibîne ku diya wî Quranê ber bi aliyê wan ve dibe û ji bo wan sund dixwe ku piştî vegerîna wan Tahir bi xwe diçe xwe radestî polîsan dike, bi mercekê ku dev ji Mehmûd yan Xuleyê kurê wî berdin.
Ew hem bêrêziyê bi Quranê dikin û hem diya wî bi palekê dixine erdê û ewa dibe sedema wê ku Xule her di oda xwe de bi nesaxiya xwe ve bi çekekê ku di mal de hebûne li hember serbazan derkeve. Serokê binekeya leşkerî yê bi navê Mihemedemîn Banî Şarî bikuje û di nav serbazên dinê de derbas be. Lê xelkê gund agehdar dike ku piştî hatina birayê wî bişînine bo çiyayê Hucre Feqêyanê. Di vî şer û pevçûnê de Xule serokê binkeya leşkerî û 11 serbazan dikuje. Piştî wê ku Tahirê birayê wî berê xwe dide Xulepîze, hinek ji xelkê gund jî ku di bin zilm û zordariya hêzên hikûmetî de bêzar bûn bi Xulepîze re dikevin û bi vî rengî Xule birayê xwe û çendîn kes ji xelkê bêzarbûyî yên wê naveçyê li dora hev kom dike. Ji bo wan sund dixwe ku heta dawî dilopa xwîna xwe li dijî zordariyê şer bike û zilmê li kesî neke û malê kesê nexwe, hevkariya xelkê hejar û lêqewimî bike. Diyar e piştî wê ku xelkê Xule nas kir kesanek zêde li pey ketin. Naskirînê wan pêk hatine ji “Ezîz Tûtkanî” yê birayê “Şerîf Tûtkanî” ku di şerê Siyagwêz de tê kuştin. Ferec Rengîneyî piştî kuştina Tahir Pîze li Silêmaniyê tê kuştin. Heme Daşî ku xelkê Barîke bûye tê darvekirin. Mela Ketan xelkê Rojhilatê Kurdistanê bûye, ew jî bi hereketa Xulepîze re dikeve. Mecîd Ewel, Rehîmê Mela Fetah naskirî bi Rehe Lal, Salih Koyî, Fetha Tûtkanî, Mihemedemîn Tûtkanî, Ehmed Tîmarî, Hesen Taqe ku di şerê Qizilce de tê kuştin, Rehe Şîre di şerê Wêne û Daruxan de tê kuştin û Ebekewlar, Mece Gurge û gelekên dinê. Piraniya wan yan hevdem digel Xulepîze yan piştî wî têne kuştin.
Lê piştî wê ku Xulepîze wê binkeyê û endamên wê binkeya leşkerî dikuje, di sala 1948an de hakimê Helebce digel leşkereke gelek zêde bo serkuta Xulepîze berê xwe didine çiyayên Çemyale. Şerekî naberanber demjimêr 5ê sibêdehê dest pê dike. Di vî şerî de Xulepîze û hevalên wî 125 kes ji hêzên hakimê Helebceyê birîndar dikin û 50 kes ji wan dikujin û bi vî rengî hemaseyeke girîng dafirînin. Piştî wê yekê navûbanga wê girûpa serhildayî tavhiya Başûrê Kurdistanê li xwe digire û heta nav û navûbanga wan digihîje Rojhilatê Kurdistanê jî. Beşek ji birîndarên wan ji rêya Bane bo Seqizê ve vediguhazînin û yek ji wan Tahir Pîze ye ku dibine Seqizê û tê dermankirin û paşê vediguhazînin bo Armirde û Seyrabendê. Ew şer û pirsgirêkane berdewam in. Carek din di 1948an de leşkerek mezin ji Kerkûkê ve bo aliyê Silêmaniyê tê. Hezra serbazên wan hene. Herwisa di vî şerî de ji bo cara yekem Xulepîze hewl dide ji xeynî wan heval û hevçeperên xwe ji hêzên eşîreyî sûd werbigire û hêdê hêdî tevgera xwe mezin bike.
Her lewma Xulepîze nameyekê bo eşîreya “Hemewend” dinivîse û daxwaza hevkariyê ji wan dike. Ew eşîrene bersiva wî didin û bi can û mal di xizmeta wî de dibin û bi vî rengî şerekî dijwar di navbera Quşûnê Kerkûkê ku ji rêya Silêmaniyê ve hatibûn û hevalên Xulepîze û eşîreya Hemewend de rû dide. Di vî şerî de 260 kes ji hêzên Mîrî têne kuştin, 380 kes jî têne birîndarkirin û herwisa 60 kes ji eşîreya Hemewend û 8 kes ji hevçeperên Xulepîze têne şehîdkirin. Bi vî rengî şer roj li pey rojê berfireh dibe.
Hêdî hêdî şerê Xulepîze bi hêzên dewletî re di rojname û radyoyên cîhanê de wek radyoya Almanê, Parîs û Rûsyayê tê belavkirin û ew yeka zêdetir dewleta Iraqê azar dide. Lewma dewleta Iraqê hewl dide bi şandina nûnerên xwe bi Xulepîze re rûbinên û danûstandinê pêk bînin. Lê encama danûstandinan bi wî rengî nîne ku Xulepîze û hevalên wî çavnihêrî dikirin. Çimkî ew dixwazin Xulepîze û hevçeperên wî xwe teslîmê wan bikin û biçine Bexdayê nîştecih bin. Karûkasibiyê bo wan dabîn bikin. Wate ti daxwazeke wan ya civakî qebûl nakin. Lewma Xulepîze her di wê civînê de radibe û dibêje em bi çavê girtî ber bi qurbangehê ve naçin û em ê şerê xwe berdewam bikin. Piştî wê ku ew danûstandinane nagihîjine encamê, Melik Feysel hêzeke zêde di Payîza wê salê de dişîne û ew hêze ji 3 hezar çekdarên rejîma Melik Feysel pêk hatiye û ji çiyayên Çiwartaw ve êrîşî ser hêzên Xulepîze dikin û di şerekî de ku li sala 1951an di navbera hêzên Xulepîze û hêzên dewletê de qewimî, Xulepîze tê kuştin û piştî kuşina wî, ew şoreşe tê temirandin û xelkê Silêmaniyê di merasimeke mezin de Xulepîze û hevalên wî bi axê dispêrin.