Hanî Murteza
Şoreşa Îlonê ew şoreşa netewî ya Kurdên Başûrê Kurdistanê bû ku di 11ê Îlona 1961an de bi serokayetiya Mela Mistefa Barzanî li dijî hikûmeta Iraqê hate destpêkirin û yek ji girîngtirîn destkeftên vê şoreşê bo Kurd cihgîrbûna benda 3 a destûrê bû ku tê de hatiye Kurd û Ereb di Iraqê de hevpar in.
Xelkê navçeya Balekayetî di şoreşên beriya şoreşa Îlonê de jî, di nava civat û rêxistinên Kurdan de gelek çalak bûne. Weke mînak Komeleya Pêşketinê ya Kurdan ku di sala 1930an de bi nihênî ji aliyê komek nîştimanperweran ve bi armanca bidestxistina mafê Kurdan li Mûsilê hate damezrandin. Lê ji ber dûrbûna herêmê ji bajaran û nebûna xwendin û nivîsandinê di wê demê de, di çavkaniyan de pir kêm behsa wan tê kirin.
Serhildana navçeya Balekayetî di destpêka şoreşê de
Li dema êrîşa ertêşa Iraqê bo ser navçeyên Kurdistanê, bi mebesta xwe amadekirin û plansaziya êrîşa hêzên hikûmetê li navçeyên Balekayetiyê, hereketa leşker û xelkê dest pê kir.
Navçeya Balekayetî di wê serdemê de wek hêzeke yekdeng bû. Di destpêkê de biryar hate danê ku li Îlona 1961an xelk biçine ser rêya Hamiltonê û di dol û çiyayan de belav bibin. Hikûmeta Iraqê hewleke zêde da bo dagîrkirina Balekayetî û dixwast wê çalakiyê bitemirîne ku ji aliyê xelkê Balekayetî ve hatibû pêkanîn da ku bandorê li ser navçeyên din ên Kurdistanê çê neke.
Lê tevî wê yekê jî, her nekarîn bi ser serhildana hêzên Balekayetî de serdest bin, sedema vê yekê jî vedigere bo ser yekgirî û rêkxistiniya nerînan di navçeyê de û heta xelkê navçeyê ji biryara polîs û aliyên birêveberî jî razî nebûn.
Bo mînak: Dema ku hêzên Mîrî kesek bi navê “Elî Mistefa Derbendî” binçav kirin û biryar dan veguhazine Rewandizê, çend kesekê rêya polîsan girtin û kesê hatî binçavkirin bi bê wê ku polîsa şiyan lihemberderketin hebin, azad kirin.
Eva mînakek bû li ser zîrekatiya rûniştiyên Balekayetiyê di vê şoreşê de.
Di şoreşa Îlonê de Balekayetî navçeya biryardan û bi bandor bû.
Pêgeha siyasî û girîngiya her navçeyekê di encma komek faktorên navxweyî û derve de têne nîşandan. Hin cih di hin deman de ji ber ku dibine navenda biryara hêz an dewletê, pêgeheke siyasî û birêveberî ya girîng dibe.
Navçeya Balekayetî navçeya birêveberî û navenda piraniya biryarên şoreşa Îlonê bû û hewlên hikûmeta Iraqê di wê serdemê de ji bo êrîşkirin bo ser vê navçeyê vedigeriya ser sedemek wiha. Herwisa sedemek dinê jî pêwendiya piraniya hêzên hevpeyman û eşîreyên dinê bi navçeya Balekayetiyê re bû û herwisa xwe amade dikirin bo xweparastin û berevanîkirin û heta danîna plan bo êrîşkirin bo ser ew navçeyên ku hêzên hikûmeta Iraqê li wir bûn. Hêzên pêşmerge li navçeya Balekayetî cihgîr bûn û danûstandina name û pêwendiyan her di vî sînorî de kirin û devera Barzan û Partiya Demokrat a Kurdistanê jî piştevanê hewla xelkê û eşîreyên di vê naçeyê de li dijî dagîrkeriyê bûn.
Pêgeha aborî ya Balekayetî
Ji ber girîngiya hilkefta navçeya Balekayetî û sînorê wê yê bi Rojhilatê Kurdistanê re ku di bin kontrola Îranê de bû, xwedî cihekî aborî yê girîng bû. Di piraniya deman de şoreşê ji bo dabînkirina xwarin, cilûberg û pêdiviyên hêzên pêşmergê Kurdistanê sûdeke zêde li vî sînorê wergirt.
Ji xeynî wê yekê jî, devera Balekayetî di navxwe de jî navçeyeke girîng a çalakiyên ajeldarî û çandiniyê bûye ku berhemên genim, ceh û dexilên cur bi cur tê de hatine berhemanîn. Herwisa rêya Hamilton ku di nav navçeya Balekayetî de derbas dibe, bû sedema bilindbûna pêgeha aboriya navçeyê.
Rola xelkê Balekayetî di şoreşa Îlonê de
Ji destpêka serhildana şoreşa Îlonê ve, xelk û rûniştiyên navçeya Balekayetî rolek girîn û diyar di bûyerên şoreşê de lîtin û di vê pêxemê de qurbaniyek zêde jî dane. Dema ku serkirdayetiya şoreşê bera xwe da Balekayetiyê, ne tenê yên ku di eniya şer de bûn, belkî tevahiya xelkê navçeyê amdehiya wê yekê hebûn bo piştevanî û xizmetkirin bi wê şoreşê.
Piştî şikesta şoreşê û serhildana navçeya Balekayetiyê, hatina hêzên Mîrî bo navçeyê, çiya û gundên derdora Balekayetiyê bûne ew cihe ku hejmareke zêde ji pêşmergeyan bera xwe dane wir. Di wê demê de jî xelkê Balekayatî ji bo dabînkirina pêdiviyên wan pêşmeragn hevkarên sereke bûn.