Leyla Zemanî
Wekî ku me di beşa din a vê nivîsê de jî îşare pê kir, navçeya Mukriyanê cihê nîştecihbûna çend eşîrên mezin bû, di vê beşê de em ê behsa yek ji eşîrên mezin ên nîştecih li Mukriyanê, şêweya hatina wan bo vê navçeyê, belavbûna wan di vê navçeyê de û ew bandora ku li ser beşek ji bûyerên Kurdistanê bûne, bikin. “Feyzulahbegî” yek ji eşîrên mezin ên Mukriyanê ye ku di navbera du parêzgehên “Kurdistana Erdelan û Urmiyê” de hilkeftî ye. Beşek ji wan di bajarên Bokan, Seqiz, Rebet û Serdeştê de nîştecih in. Lê piraniya Feyzulahbegiyan di mewdaya bajarên Bokan, Seqiz û Dîwandereyê de akincî ne.
Niha ew beşe li Mukriyanê ku bi navê herêma Feyzulahbeg tê naskirin ji ber çend sedeman hêjayî balkêşandinê ye.
Yekem, di dîrokê de ev eşîre bi Baban, avakerên îmarata Baban û avakerên Silêmanî ve girêdayî ye ku her yek ji wan ji şaxeya bavekê ne ku di berdewamiyê de em ê behs bikin. Duyem, devera niştecihbûna vê eşîrê li ser rêwîtiya dûr û dirêj a çemê pir av ê Cexetû, deşt û zeviyên herî bi bereket ên deşt û zeviyên Rojhilatê Kurdistanê û xwedan çavkaniyên hertimî yên avê ku bingeha wê vedigere bo çavkaniyên çiyayî yên Çil Çeme ye.
Sêyem: Avakerê nû yê vê eşîrê wate bavê Feyzulahbeg ji xeynî wê ku di warê karûbarê eşîreyî, derbaskirina erk û karê gund ê berdestê xwe de, wekî di berdewamiyê de jî em ê îşareyê pê bikin, kesek dîplomat bûye û kariye ji bo çareserkirina pirsgirêkên girîng ên eşîretî bi serokwezîr û şahên Îranê re pêwendiyê çê bike û di wê pêwendiyê de bi mebesta berjewendiya navçe û eşîreya xwe sûd werbigire.
Wêneya tayfeya Feyzulahbeg di serdema Qacaran de
Rûniştiyên ji rast ve:
1_ Axa Moimin Begê Yekşewe yê kurê Axa Şêrbeg yê kurê Axa Feyzulahbegê Mukriyê Baba Mîrî
2_ Axa Xelîl Xanê Daşaxlûce yê kurê Axa Şêrbeg yê kurê Axa Feyzulahbegê Mukriyê Baba Mîrî
3_ Xelîl Xan ê bavê sê şehîdên nemir ên Komara Kurdistanê, şehîd Ehmed Xanê Farûqiyê Qeylesûn naskirî bi (Salar), Mihemed Xanê Danişwer û Ebdulah Xanê Metîn e.
Çarem: Ew eşîreye xwedanê gelek kesayetiyên bi bandordar ên çandî di warê muzîk, wêje û nîgarkêşiyê de bûye û xwedan kevneşopiyeke dewlemend a çandî ye.
Pêncem: Di şoreşa nû ya Rojhilatê Kurdistanê de û di serdema Komara Kurdistanê de mil bi milê xelkê navçeya Mukriyanê beşdariya şoreşê kirine û hevkariya Komar û Serkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed kirine û di wê rêbazê de şehîdên mezin pêşkêşê serbilindiya nîştimanê kirine.
Feyzulahbegî ku li navçeyeke berfireh a pêkhatî ji sedan gund jiyanê dikin, gelek malbatên navdar jî li wan çê bûne. Em dikarin ji girîngtirîn malbatên Feyzulahbegî îşareyê bi malbatên wek Babamîrî, Selîmî, Şecî`î, Dadxa, Farûqî, Şêrbegî, Keyxusrewî û hwd bikin. Tev ew malbatane ji ber wê ku ji eşîreta Feyzulahbegî ne ji navçeyên derdora Bokanê nîştecih in.
Du malbetên herî navdar “Begzade” û Dêbukrî” cînarê hev bûn. Her yek ji wan jî pêka wê ku di çavkaniyên dîrokê de hatiye behskirin, bi sedan gund di bin desthilata wan de bûne. Dêbukrî li destpêkê di gundê “Burhan” yê di navbera bajarên Bokan û Mehabadê de nîştecih bûn. Ew paşê di wê navçeyê de berbelav dibin û heta nêzî Bokanê tên û dest bi ser gundê derdor de digirin.
Dêbukrî wekî ku “Henrî Rawlînson” dibêje, ji eşîretên Mukrî ne. Herwisa “Bazîl Nîkîtîn” jî dibêje, Dêbukrî ji niştecihên pêşîn ên herêma Mukriyanê bûne û piştre tevlî Mukriyanê bûne. “Nîkîtîn” li ser wê bawerê ye ku navê wê eşîrê divê di eslê xwe de “Dê Mukrî” bûbe. Pêka hin ji vegotinan, ew eşîre di dawiya desthilata “Nadir Şahê Hewşar” de ji “Diyarbekir”ê ve ber bi wê navçeyê ve koç kirine û hatine nav Mukriyanê û navê Dêbukrî jî her ji kok û binetarê ve ji Diyarbekirê ve hatiye wergirtin ku di beşa taybet bi Dêbukriyan de em ê li ser bipeyvin.
Wêneya tayfeya Feyzulahbegî di serdema Pehlewî de
Kesê rûniştî Xwedêjêrazî Ebdulah Xanê Yegî Kend ê kurê Behram Xan ê kurê Hacî Mihemed Salih Beg ê kurê Axa Feyzulahbegê Mukriyê Babamîrî tevî sê kes ji keyxwedayan.
Lê hatina wan bo aliyê rojavayê Bokanê û bo ser çemê “Cexetû” pêşîneyeke din heye ku çavkaniyan behsa wê yekê kirine û em ê di berdewamiyê de îşareyê pê bikin.
Kok û binetara eşîreya Feyzulahbegî vedigere bo “Feqê Ehmedê Dareşmane” ku ji kesayetiyê navdar ê Başûrê Kurdistanê bû û malbata Babayan jî her vedigere li ser koka Feqê Ehmedê Dareşmane. Du nerîn derheq kok û binetara Feyzulahbegiyan heye ku yek ji wan çavkaniyên dîrokî ne û beşek jî tenê wek kok û bingehnasî ve ku nehatiye selmandin, behs dike. Wate dîroka wê eşîrê vedigere bo dîrokek gelek berî niha û li ser wê bawerê ne ku Feyzulahbeg kurê Ebdulah Begê Mukrî, kurê Mistefa Begê Duyem, kurê Mistefa Begê Yekem, (naskirî bi Mistefa Begê bê Bazî) kurê Ehmed Xan, kurê Mihemed Xan Beg, kurê Seyfedîn, kurê Paşa, kurê Babe Umer û kurê Feqê Ehmedê Dareşmane.
Beşek ji dîroknivîs derbarê wê koka dûr û dirêj dibêjin, bi dirustî nehatiye îsbatkirin û ew yeka wek çîrokekê dev bi dev hatiye û belgeyeke serast a dîrokê ber dest nîne. Wate belgeyeke nivîskî nîne ku wê bingeh û koka dûr û dirêj vebigerîne bo serdema hevdehem a zayînî. Çimkî dawîn kes ji wê eşîreya ku tê behskirin û dîrokek serast a pêwendiyên wî diyar e, Ebdulrehman Beg e. Ji wî ve heta digihîje Feqê Ehmedê Dareşmane, divê em çendîn sedsalan bi paş ve vebigerin ango dîroka wê bingeh û rîşeyê vedigere bo salên 1610 heta 1660an.
Feyzulah Begê Mukriyê Babamîrî yê bapîrê mezin ê tayfeya Feyzulahbegî
Lê ya ku wekî dîrokê tê behskirin, zêdetir vedigere bo dawiya serdema desthilata xelekî ya paşayetiya Qacaran. Ewa ku wekî dîrokê divê hesabê li ser bikin ew e ku Ebdulrehman Beg, bavê Feyzulah Beg sê kur yên bi navên “Feyzulah, Kerîm û Sultan” hebûne.
Di nav wan de Feyzulahbeg kesayetiyekî jêhatî hebûye û ew gundê ku dikevte destê wî yan dest bi ser de digire bi başî avedan dikir û avahiyên baş ên wek tendirustî, avedankirina serşok, aş û mizgeft û hwd, ji bo wan çê dikir. Di çavkaniyan de û bo mînak di “Dîroka Eşîra Gewirk” a nivîsa “Muhsênê Reşîdiyê Gewrik” de û herwisa di pirtûka “Dîrok, Çand û Edebiyata Mukriyan” a nivîsa “Îbrahîmê Efxemî” de behsa kesayetiyê Ebdulrehman Begê bavê Feyzulahbeg hatiye kirin.
Ew çavkanî behsa wê yekê dikin ku berê ev eşîre û serokê wan Ebdulrehman Beg nîştecihê derdora bajarê Mehabadê bûne. Lê piştî wê ku bi eşîra Mengur re kevtine nav pirsgirêkên mezin û neçar dibe eşîreya xwe bo aliyê Bokanê bibe. Li şer û pirsgirêkek ku di navbera wan eşîreyan de tê pêş, Ebas Axa yê serokê eşîra Dêbukrî tê kuştin. Piştî wê kuştinê û ji tirsa arîşeyên zêde û berfirehbûna nakokiyan di navbera eşîreyên nîştecih ên derdora Mehabadê de, Ebdulrehman Beg ji dîplomasiyê sûd werdigire û ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê hewl dide ji rêya çêkirina pêwendiyan bi birêveberên siyasî yên Îranê ve berahîka riştina xwînê û şerekî mezin ê eşîretî di navçeyê de bigire.
Her bi wê mebestê serdana Tehrana paytext dike û digel serokwezîrê wê demê yê Îranê “Hacî Mîrza Axasî” derbarê wê bûyerê civînê pêk tîne û bi hûrî pirsgirêkên navçe û metirsiyên şerê eşîretî ji bo wî rohn dike. Metirsiyên wî şerî jî ew bûn ku ji ber wê yekê xelkeke zêde tê kuştin û dahata xelkê ji nav diçe. Paşê derfetekê peyda dike û Şahê Îranê dibîne û bi vî rengî bi mudaxileya hêzên navendê berahîka wan bûyeran û pirsgirêkeke mezin a eşîreyan digire. Piştî wan bûyeran eşîreya Feyzulahbegî zêdetir ber bi Bokanê ve diçe û ew der jî wê demê di bin desthilata çend eşîrên bîhanî de bû. Milk û gundên derdora Bokanê di dawiya serdema Qacaran de li destê Tirkên Hewşarê bû. Herwisa beşek ji wan gund û navçane jî di destê tayfeyekê de bû ku bi tayfeya Wermeziyar tê naskirin.
Wêneya dîrokî ya ji tayfeya Feyzulahbegî li navçeya Mukriyanê bi kincên resen ên Kurdî ku nêzî sedsala derbasbûyî ye, kesê rûniştî Hacî Şehab (Fireydûn Begê Tirkaşe) Emîrê kurê Mîr Beg yê kurê Hacî Mihemed Hesen Beg yê kurê Axa Feyzulahbegê Mukrî digel kur û karbidestên wî.