Keyhan Mihemedînijad
Beşa sêyem a vê gotarê li vir bixwînin
Min di gotara dinê de behsa serhildan û dîroka Newroza Kurdewarî, Newroz û ola Mîtra û biserhatiya Zuhak û Kaweyê Hesinkut kir û hevpeyvîna lêkoleran li ser çîroka bê bingeh a Zuhak û Kaweyê Hesinkut û şahnameya ferdosî û çewtkirina dîrokê ji aliyê dagîrkeran ve belav kir; di berdewamiya vê gotarê de, em ê behsa “Newroza kevn û ya serdema nû û pêwendiya di navbera Newroz û Çarşemesor û bandora Newrozê li ser geşeya aboriya Kurdistanê” bikin.
Newroza kevn û ya serdema nû
Newroza kevn û ya serdema nû heta astekê guherinkarî bi ser de nehatiye û mirov dikare bêje ku bi xweşî ve gelê Kurd ev hilkefta kevnar û dêrîn parastiye û nehêlaye guherinkariyek wisa bi ser de bê; herçiqas pêşketina teknolojiya jî, nekariye bandorek wisa li ser wê hilkeftê hebe û berevajî bo nasandina wê hilkefta Kurdî bi raya giştî re gelek bi bandor bûye.
Guherinkarî û wekxwemana Newrozê:
Yekem: Rêkefta vê ango roja birêveçûna Newrozê nehatiye guherîn, û her ev roje ye ku çendîn hezar sal berî niha hebûye. Duyem: Agir ku di Newerozê de hebûye, her heye û heta niha jî berdewam e. Sêyem: Meşa şahiya Newrozê heye û her wek xwe maye. Bi nerîna hin lêkoleran hin guherinkarî jî bi ser de hatine, wek navê Newrozê ku li serdema Sumeriyan “Zegmek” bûye, lê gelek navê din jê re hatine danîn. Bo mînak Zegmek di dema Sasaniyan de hatiye guherîn û jê re gotine “Nûkroj” yanî roja nû; Ji ber vê ku erdnîgariya Newerozê berfireh bûye û ji sînorê Kurdistanê çûye derê bo welatên wek Çîn, Misir, Hind û hwd, her yek ji wan welatan naveke ji bo Newrozê diyarî kirine. Lê di niha de Newroz bo Kurd bûye remzeke netewî. Ev Kurd e ku li tev cîhanê bo agirê Newrozê qurbanî daye. Eva Kurd e ku bi xwînê Newroz parastiye û heta îro rojê aniye.
Pêwendiya di navbera Newroz û Çarşemesor
Çerşemesor di nav ola Êzidî de li meha Gulanê tê lidarxistin. Ev meha li cem wan pîroz e û jin û jinxwazî nakin, sirûştê têk nadin û dibêjin ciwantirîn bûka salê ev e û sirûşt cardin hemû ser ji nû ve tê derê. Her lewema di navbera Çarşemesora Êzdiyan û Çarşemesoriya ku di dawiya Zivistanê de li cem Kurdên Rojhilatê tê girtin cudahiyek gelek zêde heye.
Nerîna dîrokzan “Hadî Ezîzî” li ser vê mijarê wiha ye: “Min ya ola Êzidiyan pê baştir e, çimkî ola Êzidî wek beşek ji dîroka Kurd, olek e ku şiroveyê ji sirûşt û matriyala Kurdistanê re dike, wek Yarsan, wek rîşeya ola Mîtrayî, ev bilî vê ku ola van neyê helandin, di hember vê yekê de gardek berevanî bo xwe çêkirine. Di nav xwedê naveroka ola van de jî, komek xal û rêbaz parastine ku tev pêwendîdar in bi axa kevnar a Kurdistanê. Bi vî awayî hekî demjimêrek jî, di navbera wan du hilkeftan de hebe, eva rêkeftek dîrokî ye û ti pêwendiyek wan herdukan bi hev re nîne.”
Ziyenelabidîn Zinar jî wiha dibêje: “Cejna Çarşemasor di nav Kurdan de bi şaşî hatiye naskirin, îro rojê hekî tu li ser vê mijarê li her Kurdekî bipirsî, dibêje cejna Çarşemasor ya Kurdên Êzidî ye. Na ev yeka wisa nîne. Ev ya netewî ye, ya netewa Kurd e. Lê belê ji ber ku bi piranî Kurdên Êzidî li ser koka xwe li ser kevneşopiyên xwe mane û berdewam dikin û Kurdên ne Êzidî xwe nêzî cejna Çarşemesorê nakin û dibêjin ev ya Êzdiyan e. Ya rastî Newroz û Çarşemasor ti pêwendiyek van bi hev re nîne.”
Wêne: Cejna Çarşemesor a Êzidiyan
Kurd hewce ye çawa digel Newrozê reftar bike
Di rastî de divê Newroza Kurdewarî bi cîhanê re bê girêdan û li hemû aliyekê sûdê jê bê wergirtin. Çimkî Newroz cejneke çend rehendî ye. Bo mînak ger li Kurdistanê navendek yan rêkxistinek Newrozî hebe û karûbarê birêvebirina Newrozê li stû bigire û li çend şûnên dîrokî cejna Newrozê li dar bixe, û salane çendîn welatên yan rêkxirawên kultûrî yên cîhanê ji bo cejna Newrozê vebixwîne bo Kurdistanê, wê demê deriyek bihêz a aborî ji bo Kurdistanê tê vekirin û ew navend an rêkxirawe dikare bi vî rengî Kurdistanê bike cihek kevnar a geşta cihwarî û geştiyarî û heta dikare di Newrozê de çalakiyên edebî, hunerî, kultûrî, werzişî û sînemayî li dar bixe.
Eger ji bo vê yekê kar bê kirin, Newroza Kurdewarî zêde diçe nav welat û civakan. Lê bi rastî gelê Kurd gelek xemsar e û takên Kurd tenê di roja Newrozê de sirûdên netewî dadinên, kincên Kurdî lixwe didkin û heta ew kevneşopiyên berê yên Newrozê jî bi rê ve nabin. Newroz ya Kurd û Kurdistanê ye û divê ji wê dîrok, kultûr, cihwar û hilkeftê xwedî derkevin û bîr ji paşerojê bikin.