Rojan Sofîzade
Heçî mirovekî mafxwaz û şoreşvan gelek baş haya wî li vê pirsê heye ku tenê ew li nava civakeke pêşkeftî û guherîna paşverûyîyê dikare bi sanahîtir bigihîje maf û daxwazên xwe.
Di civakeke modern û pêşkeftî de, bê guman îmkana diyalog û bi hev re têgihiştinê jî bêtir e û ziman û qinaet û rêzgirtin derfetan ji cudahiyan bêtir diafirîne da ku her kes bikare bê dudilî behsa maf û rewşa xwe bike.
Bi berevajî li civakên paşdemayî de û bi taybet ku ger deshilat li ser şopa paşverûyîyê be, îmkan û derfet ji bo guhertinan û behskirin mafan di vê civakê de namîne.
Lewra bo heçî mirovekî şoreşvan, ku bo mînak li hêla mafê netewî û rizgariya xakê û jinavbirina asîmîlasyona li ser xwe xebatê dike, gelek girîng e ku hevdem digel xebata ji bo rizgariyê, her pêngav bi pêngava di vê xebatê de, di cehda pêşxistina çand û kultûra civakê de be û ji vê hindê xafil nebe ku ger civakê jî azad û rizgar bike lê nekarîbe civakeke modern û pêşkeftî ava bike, dê gelek zû ev şoreş û xebata ku hatî kirin, ev rizgarî û azadiya ku bi dest ve hatî, li bal gel û civatgehê dê nirx û bihaya xwe ji dest bide.
Herçiqas rizgarî û azadî û bidestvehatina mafî girîng e, bê guman her ev hinde jî çêkirina hest û hişyariya netewî û çand û pêşkeftina medeniyetê jî divê bo mirovên şoreşvan girîng be.
Di dîroka dûr û dirêj a doza gelê kurd de, mînakên erênî û nerênî zehf in ku bandora rasterast daniye ser xebatê yan deshilata bi dest ve hatî jî.
Di nava tevgera rizgarîxwazî ya kurd de ti rêber û sergêrê di halê şoreşê de ji vê pirsa girîng xafil nebûye û mil bi milê domandina şoreşê di cehda globalîzm û modernîte û waneyên pêşxistina civakê de bûye û cehd kiriye çand û kultûra gelê xwe pêş bixe. Tenê pişta xwe bi xebat û şer û tundûtûjiyê girê nedaye, rêberê tevgera rizgarîxwazî ya kurd Simkoyê Şikak e ku di cehda nîşandana rûyê civakeke pêşkeftî ji gelê kurd li milê çandî bi cîhanê bûye.
Di dîroka xebata gelê kurd de şoreşvanan û rêberên şoreşê giringî dane xebata li milê şer û tundajoyîyê û li ser vê baweriyê bûne ku her tiştek ji bo pêşkeftina civakê û dewlemendiya çand û wêje û medeniyetê dive bimîne bo qonaxa piştî rizgariyê. Bê guman ev cure dîtina bi berevajiyê erênî dikare nerênî bişkê, çinku piştî qonaxa rizgariyê divê mirovên şoreşvan di serî de û ji sifirê ve li ser mijara hişyariya netewî û pêşxistina çandê potansiyela xwe hemiyê terxan bike bo vê yekê. Lê gava di dema şoreşê de hinek ji demê mizext bikin bo pêşxistina di vê derbarê de, dikare gelek alîkar û amadekar û cihwaran xweş bike bo qonaxa piştî rizgariyê.
Simkoyê Şikak rêberekî hişmend û pêşkeftinxwaz bû ku her li dema germeya şoreşa xwe ya radîkal de ji bo rizgariyê kar dikir ku bingeha perwerdehiyeke modern di nava civakê de ava bike. Em dikarin amajeyê bi hin kar û cehda wî rêberê mezin ê kurd bikin ku piştre bo şoreşên kurdan bûne wane û ger nekarîbin van pêngavan dewlemendtir jî bikin, aliyê kêm bo xwe kirne parek ji pêvajoya karê xwe.
- Simko di sala 1912ê de bi alîkarî û mifawergirtina Ebdulrezaq Bedirxan bo cara yekemîn li Rojhilatê Kurdistanê û di bajarê Kelaxwê de dibistana zimanê kurdî ava bike. Ev di demekê de bû ku dewlet û deshilata piraniya welatên herêmê wî çaxî nekarîbûn yan li bal wan girîng nebû ku dibistan hebe.
- Simko di germeya şoreşa xwe de rojnameya bi zimanê kurdî çap û belav kir ku mijar û zanyariyên derheq maf û azadî û hişyariya netewî tê de dihatine weşandin. Ev di demekê de bû ku wê demê li Îran û gelek welatên herêmê rojname yan her nebû yan xwendewar çi nebûn.
- Simko li baregeh û herêmên jêr deshilata xwe hêla telefonê dana ku dikarî peywendiyê bi her cihekê ve bigire. Ev di demekê de bû ku li piraniya welatên herêmê her telefon çi nebû.
- Di mala Simko de amûra “Piyano” yê hebû ku ev jî nîşana hesta xweşî û şadî û asayîşdostiya wî bû ku ger derfet hebûya û bikarîba bigihîje qonaxa azadiyê, dê bingeha çandeke wiha di nava gelê xwe de jî ava kiriba.
Ev mînak û gelek mînakên din jî ku dikarin hebin, nîşana cehda Simko ji bo danana xîmê pêşxistina civakê li milê çandî ve ye û ev benda hindê nema ku piştî rizgariya wan pêngavan biavêje.
Lewra bingeha her civakeke pêşkeftî, dewlemendiya çand û wêje û modernîtebûna vê civakê ye.