16ê Cotmehê, rojeke diyar di dîroka kurdan de

Diyako Şasiwarî

16ê Cotmeha 2017an, yek ji wan rojên diyar e ku di dîroka kurdan de ji bîr naçe. Di dîroka her neteweyekê de hin ji rawestingehên dîrokî hene ku ji bo wan netewan çarenivîssaz in. Çarenivîssaz bi wateya wê ku wan rawestingehan kariye çarenivîsa netewan ber bi baştirbûn yan ber bi jinavbirîn û xirabbûnê ve bibin. Dîroka kurdan gelek raswetingehên dîrokî yên wisa hene ku bi başî an bi xirabî bandora kûr û cihê balkişandinê li ser çarenivîsa netewa kurd hebûye. Bo mînak em dikarin sala 1945an di dîroka kurd de, wek yek ji xalên herî ronak ên dîroka kurdan destnîşan bikin. Çimkî di wê salê de gelê kurd ku bi dehan sal bû ji bo bidestveanîna mafê siyasî, civakî û aborî yên xwe hewl dida, bo yekem car karî pêkhate û kiyaneke siyasî ya diyarîkirî, pênaseker û girîng ji bo gelê kurd ava bike. Navê wê kiyana siyasî Komara Kurdistanê bû û bi serokayetiya Pêşewa Qazî Mihemed    û bi hevkariya beşek zêde ji hêzên çekdar ên Başûrê Kurdistanê di bin rêberayetiya Mela Mistefa Barzanî    de xwe girt û hate naskirin.

Lê ev dîroka eşkere ye û dîroka dawî û rêkeftina dawî ya bandordar li ser çarenivîsa kurdan nebû, belkî berevajî yek ji wan rojên diyar e ku li pey wê bi dehan rojên din û bi dehan rêkeftên din li ser çarenivîsa netewa kurd hatine holê û di dîroka kurd de hatine tomarkirin. 16ê Cotmeha sala 2017an, yek ji roj û rêkefta dawî ye ku tev destkeftên netewa kurd di sedsala borî de xiste bin bandora xwe. Diyar e xewnek ku li sala 1945an di Komara Kurdistanê de bo netewa kurd hatibû dîtin, bi bidestveanîna welatek serbixwe li bin navê Komara Kurdistanê û birêveberatiya kurd bo dabînkirina berjewendiyên netewa kurd bû. Lê piştî herifîna Komara Kurdistanê û heft dehe    piştî wê bûyerê, rêberên siyasî yên Başûrê Kurdistanê biryar dan bo wê ku carek din piştî heftê salan bikarin ew xewna mezin a wê demê ya rêberên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo gelê kurd dîtibûn, bi awayekî praktîkî û yasayî bi dest ve bînin.

Ji bo bidestxistina wê xewnê, pêwîst bû ku gelê kurd ji neteweyên navçeyê û neteweyên dagîrker re îspat bike ku îradeyek girseyî û netewî di holê de ye bo wê ku sînorên xwe yên çandî, zimanî, aborî û siyasî digel netewên dinê diyarî bikin û kiyaneke serbixwe ava bikin. Ji bo ku raya giştî ya cîhanê digel xwe hevkar û hevnerîn bike, penah bo yek ji mekanîzmên herî girîng, qanûnî û navneteweyî bibin ku ew jî referandûm bû. Li referandûma ku li Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûna gelê kurd hate lidarxistin, piraniya netewa kurd bi tekezî ve li Başûrê Kurdistanê dengê xwe dane serxwebûna herêma xwe û bi vî awayî rojeke geş ji bo paşerojeke bi hêvî tomar kirin.

Lê piştî tomarkirina wê biryara netewî, tev dagîrkerên Kurdistanê û hemû pêkhateyên siyasî yên dagîrker li Başûrê Kurdistanê, rûbirûyê wê biryarê bûn. Ji aliyek dinê ve welatên xwedîhêz ên navçeyê ku her yek ji wan bi xwe beşek fireh ji welatê wan parçeyek ji parçeyên Kurdistanê bû, rûbirûyê wê biryara girîng û çarenivîssaz a xelkê kurd bûn. Di wê navberê de em dikarin îşareyê bi hemû çalakî û bertekên welatê Tirkiyê bikin ku yek ji welatên xwedîhêz ên navçe û endamê NATO ye. Tirkiyê ji hemû hêz û şiyana xwe ya çekdarî sûd wergirt bo wê ku bikare bi gefan ji rêya daxistina sînorên xwe digel Başûrê Kurdistanê, bi daxistina sînorên esmanî ên xwe bi ser balafirên Kurdistanê de, û gefxwarina daxistina boriyên petrolê ên Herêma Kurdistanê û hwd, hemû hewlek da bo wê ku pêşiya wê îradeya netewî bigire. Herçiqas gefên Tirkiyê tenê di asta gefan de man û ti yek ji wan bi kiryar nehatine kirin.

Lê ji aliyekî dinê ve, Komara Îslamî ya Îranê jî pêka pêşîneya xwe ya siyasî li dijî daxwazên kurd, biryar da rasteras beşdariyê bike ji pêşîgirtina hatina gorê a xewnên kurdan. Bi vî rengî hêzên milîs ên alîgirên xwe li Iraqê han da û dewleta raspartî û cihê baweriya xwe li Iraqê han da ku spaha Iraqê û milîsên Şîe yên ser bi Îranê, ji bo sînorên Kurdistanê veguhazînin û bi vî awayî planek kiryarî hem ji bo sizadana îradeyî ya netewa kurd pêk bînin û hem beşek zêde ji erdnîgarî û axa Kurdistanê ji dayîka nîştimanê veqetînin. Di vê navberê de ya ku cihê ecêbmayîna welatiyên kurd ên Başûrê Kurdistanê û hemû kurdên cîhanê bû ew e ku mixabin çend aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê her ji destpêkê ve kevtine di bin bandora plan û pîlanên Îranê û sûdwergirtin ji nebûna Celal Talabanî di pantahiya siyasî de, neyarên proseya referandûmê û serbixweyiya kurdbûn û berjewendiya xwe bi pêş xewnên serxebûna kurdan xistin û di bin de digel dewleta dagîrker û dewleta xwedîhêz a navçeyê û milîsên ser bi Îranê rêk keftin.

Sibeha    roja 16ê Cotmeha 2017an, artêşa Iraqê bi alîkariya milîsên Îranê û bi çavdêriya berpirsê wê demê yê Sipaha Quds a Îranê, karîn derbasî nav sînorên Kurdistanê bibin û bajarê Kerkûkê û navçeyên kêşe li ser û ew navçeyên ku di serdema êrîşa DAIŞê de hêzên pêşmergên Kurdistanê parastibûn di bin destê kurdan de bînine derê. Lê beşek ji hêza pêşmergeyên Kurdistanê ji ber rêkeftina serok û fermandeyên wan bi dagîrkerên Kurdistanê re, paşekêşe kirin û rojek reş bi navê "16ê Oktober”ê yan jî “roja xeyaneta nîştimanî” di dîroka kurd û rojimêra siyasî ya mirovê kurd de tomar kirin.

16ê Cotmehê di encama hevkariya bi kom a hêzên navçeyê û xeyaneta aliyek siyasî ya kurd bû. Beşeke zêde ji xelkê kurd jî ku li ser wê baweriyê bûn, çimkî wan di serdema şerê DAIŞê de cîhan aram kirine û li hember hêzên terorîst derketine, cîhana Rojavayî nemaze Amerîka, Îngilistan û Fransa wan diparêze. Lê di wê rojê de roja soz û hevpeymaniya Rojavayiyan jî qulipîbû.

KURDŞOP
660 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!