Jineke şoreşger

Şino Resûlî

Fata Reş, bi nasnava “Ayşe Xanim” a keça Hecî Osman Beg a xelka “Andirîn”ê ser bi parêzgeha Mereşê ye û seroka yek ji mezintirîn eşîretên Bakurê Kurdistanê bû ku piştî girtin û hepskirina hevjînê wê û serokê eşîreta wê ji aliyê dewleta osmaniyan ve, bûye seroka eşîretê û emegnasiya xwe li hember sultanê osmanî nîşan da ku ew jî hevjînê wê azad bikin; her ji ber hindê jî digel zêdetir ji 300 şervanên kurd beşdariya şerê Qirimê kiriye û di vî şerî de wêrekiyeke bêmînak nîşan daye.

Her çend di hin pirtûk û kovaran de û li gor rapora ku li “Pal Malt Gezet”ê hatiye belavkirin, bi kurtî behsa Fatê Reşê hatiye kirin, lê bi tevahî jiyanname û biserhatiya vê jina çeleng nehatiye rohnkirin. Tirk û tirkmen haşayê ji kurdbûna Fate Reşê dikin û di nav kurdan de jî, ji ber nebûna dewlet û desthilateke kurdî ji aliyekê ve û nebûna çanda nivîskî ya jiyannameya kesayetiyên dîrokî ji aliyê din ve, lêkolîneke cidî di vê heqê de nehatiye kirin.

Beşdarbûna vê jina şervan li şerê Qirîmê di pêxema azadiya hevjînê xwe de trajediya dîrokî ya gelekî nîşan dide ku bi bê îrade û razîbûna xwe di şerê siyasetên navxweyî û derve yên dewletên dagîrker de beşdarî kiriye.

Parçebûna nîştimana kurdan di navbera Îran û împaratoriya Osmanî de û herwiha dijminatî û şerên berdewam ên van her du împaratoriyan bi hev re heta destpêka şerê cîhanê yê yekem, bû sedema bêbextî û karesatên berdewam bo gelê kurd, kavilbûna axa Kurdistanê û kuştina bi hezaran kes ji xelkê bêtawan.

Ev dewlet hevdem tevî tepeserkirina tevgera rizgarîxwazî ya kurd, hewl dane ku hêzên çekdar ên kurd li dijî hev an jî dewletên cîran bikar bînin. Di şerên Îran û Osmanî yên bi Rûsyaya Tezarê re, rûsan sûd ji hesta netewayetî ya kurd li dijî Osmanî û Îranê wergirtiye, û îranî û tirkên Osmanî jî bi vejandina hesta olî ya kurdan li dijî Rûsyaya “xiristiyan” xwastine serokeşîr û mîrên kurdan ji bo şerê li dijî rûsan han bidin.

Kurdan bo yekem car di dema şerê Îran û Rûsyayê de rûbirûyê rûsan bûn. Di encama vî şerî de Qerebax ku cihê jiyana kurdan bû kete bin destê împaratoriya Rûsyayê. Di şerê Rûsyaya Tezarî bi Franse, Brîtaniya, împaratoriya Sardinî û împaratoriya Osmanî re ku di dîrokê de weke “şerê Qirîmê” tê naskirin, aliyên şerker hewlên zêde didan ku eşîrên kurdan bikişînine aliyê xwe.

Di vî şerî de tirkan tevî beşdarbûna hin kurdan jî, nekarîn piştgiriya ti yek ji serokên kurdan yên navdar bi dest bixin. Di vê navberê de hin eşîrên li nêzî sînorên Rûsyayê wek Zîlan, Heyderan û hwd, piştgiriya tirkan kiribûn û rûsan jî karîbûn du leşker ji kurdên başûrê Kefkasyayê ji bo şer pêk bînin.

Ji ber lawazbûna tirkan û ji şer vekişiyana wan, eşîrên navbirî gav bi gav ji piştgiriya tirkan paşve kişiyan û bi rûsan re pêwendiyeke dostane pêk anîn. Piştî serkeftina rûsan û têkçûna tirkan li herêma Bayezîdê (Tîrmeha 1854), kurd di her astê de ji refên ertêşa Tirkan veqetiyan.

Daketina şûn û pêgeha siyasî-leşkerî ya osmaniyan, geşbûna serhildana kurdên Bakurê Kurdistanê bi serokatiya birazayê Bedirxan, Yezdanşêr li pey xwe anî. Di demeke kin de vê serhildanê beşeke girîng ji Kurdistanê li xwe girt û bajarên Bedlîs, Sêrt, Mûsil û herêmên başûrê gola Wanê û hwd ketine bin kontrola hêzên serhildanê. Ev serhildan piştî girtina Yezdanşêr di dema danûstandinên bi tirkan re hate vemirandin.

Kurteberhevkariyek wiha ji van bûyeran nîşanderê vê rastiyê ye, heta ku kurd nebin xwedî dewlet û pêkhateya xwe, xelkê wê bi sedema şer û gefxwarinên dagîrkeran dibine qurbanî û neteweyên desthilatdar jî, ji bo aramî û ewlebûna desthilata xwe bi awayên cur bi cur kurd û neteweyên din dixine bin desthilatdariya xwe yan bêrehmane digel wan reftarê dikin.

KURDŞOP
674 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!