Serpêhatiya Biroyê Heskê û Komara Agiriyê – Beşa 2

Keyhan Mihemedînijad

Kurdshop - Di Komara Araratê de sirûdek pir naverok hate pejirandin û ev jî sirûda netewî ya Komara Agirî ya “Hilbe Agirî” ye:

“Agirî Agirî tu agir bûyî

Li nav ketî serbilind bûyî

Li ser Kurdistanê tu çira bûyî

Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!

Agir dirijand ser seran

Ronahî direşand her deran

Erdê dihejand car caran

Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!

Nevalên te tijî xwîn bûn

 Xelxelên te tijî cendek bûn

Raste berê tu agir bûyî

Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!

Şerq u xerb bask vergirtîye

Ser singê xwe lav girtîye

Kurdan ra tu kabe bûye

Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!

Îro dîsa hêrsa te hat

Ev agiran bûne kelat

Kom bûn êdî ser te civat

Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!

Roja azad ser te hilat

Roniya te besre reşand

Nav miletan azadî çand,

Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!

Ji sewa te Tirk digirî

Te dît çawa romî revî

Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!”

Hikûmeta Tirkiyê ku xwe ji bo êrîşek giştî bo ser Komara Agiriyê dikir, ji bo vê ku bikare hinek dem bi dest bixe, çend pîlan danîn. Li gor vê yekê di sala 1928an de, efûyeke giştî derxist.

Wê demê Tirkan ku mêze kir yasaya efûya giştî, nikare bandorê li ser birêveberên Komara Agiriyê û Xoybûnê bike, ketine pilana danûstandinê bi fermadeyên Agiriyê re û wê demê desthilata Kemalîstan ji bo hevdîtinên bi Îhsan Nûrî re heyetekî ji bo bajarê Bazîdê şand.

Li gorî çavkaniyan, hatiye zanîn ku di şanda Komara Agiriyê de kesên wek Biroyê Heskê, Îhsan Nûrî Paşa, Ferzende Beg û Xalis Beg hebûne û ew ji bo danûstandinê birê ketine. Hevdîtina aliyên Kurd û Tirkan di meha Gulana 1928an de li nêzî bajarê Bazîdê hate lidarxistin. 

Di wê danûstandinê de nûnerên Tirkan hin merc û şertên bê bingeh danîn pêş Kurdan, lê hatiye zanîn ku Îhsan Nûrî Paşa jî  derheq daxwazkariyên wan wiha gotiye:  “Divê Tirk rêz ji alaya Kurdan a li Agiriyê bigrin. Ez daxwazê nakim ku dewlet min efû bike. Lê mercê rawestandina şer jî, bi fermi naskirina serxwebûna Kurdistanê ye”.

Her çawa hate zanîn Tirkiye tenê ji bo demkirînê ew danûstandine kiriye ku bikare carek din xwe baş rêkxistin bike û êrîşî ser Komara Agiriyê bike. Ew hevdîtina wan jî vala derket.

Piştî wê danûstandinê nêzî çendîn mehan ti êrîşek ji herdu aliyan nehate kirin; Li gorî pirtûka “Emerxanê Şikak” a nivîsa “Mihemed Salih Qadirî”, hevdîtineke din jî li gundê “Kanîkork”ê di navbera du aliyên Kurd û Tirk de pêk hatiye. Lê ew civîne jî bê encam maye. Êdî piştî wan danûstandinane car caran di navbera artêşa Tirkiyê û şervanên Komara Agiriyê de şerên mezin derketine. 

Hatiye zanîn ku şerê Kanîkorkê ku di sala 1929an de di navbera artêşa Tirkiyê û Komara Agiriyê de qewimiye û çend hefteyan dom kiriye, yek ji şerên herî mezin bûye. Di Payîza wê salê de artêşa Tirkiyê gundê  Kanîkorkê yê ser bi ser Komara Agiriyê dagîr dike û wî gundî dişewitîne.

Piştî wê êrîşa hovane ya artêşa Tirkiyê, hêzên Kurdan êrîşê ser wan kirin û şer kevte deşta wê deverê de û hêzên Kurdan destkevtên mezin bi dest xistin û hatiye zanîn di vî şerî de balafirek Tirkan jî, ji aliyê şervanên Komara Agiriyê ve hatiye xistin.

Demek bi ser vî şerî re derbas bû û li sala 1930an, artêşa Tirkiyê careke din hêzeke zêde komî ser hev kir. Hatiye zanîn wê demê artêşa Tirkiyê nêzî 70 hezar kes ji bo êrîşa ser Komara Agiriyê amade kiribû.

Derbarê hejmara hêzên Tirkiyê û cebilxaneyên wan, “Mihemed Salih Qadirî” di pirtûka xwe ya bi navê “Emerxanê Şikak” de wiha nivîsiye: “Artêşa Tirkiyê 50 balafir, 10 yekîneyên topên mezin û 550  mîtralyoz jî anîbûn derdora Araratê. Li hember wan hejmara şervanên Agirî zêdeyî hezar kesî bûn, ku piraniya wan çekên sivik hebûn. Wan çend mîtralyoz û top di pevçûnan de ji leşkerên Tirk bi dest xistibûn, lê ew jî bê gulle bûn”.

Hewla artêşa Kemalîstan eva bû ku bi hemû hêza xwe ve çiyayê Agiriyê dagîr bikin û wan bi êrîşeke berfireh ji rêyên bejayî û esmanî ve ber bi çiyayê Agirî ve birêketin û şerek mezin qewimî û wan di dawiyê de karîn çiyayê Agirî dagîr bikin. 

Hatiye zanîn ku piştî dagîrkirina Agiriyê, havîna sala 1930an de, şervanên Kurdan li herêma Zîlan û Suphanê êrîşî ser baregeh û bajarên Hesen Evdal û Noşarê kirin û piştî şereke qehremanane dagîrker şikest dan û çendîn leşkerên dujmin hatine teslîm bûne.

Piştî wî şerî şervanên Kurdan li bajarên Erdîş, Patnos û Bargirî serhildana xwe bihêztir kirin û wir şerek mezin qewimî û ev bajar bin destê artêşa Tirkan rizgar kirin. Di wan bajaran de şervanên Kurdan bi dehan leşkerên Tirkan bi dîl girtin û gelek cebilxane ket destê şervanan.

Di pirtûka “Emerxanê Şikak” de hatiye: “Şervanên Kurdan li milê geliyê Zîlanê xwe berhev kiribûn û amadeyî fermana fermandeyên Agiriyê bûne ku ji wî hêlê ve jî êrîşê ser Tirkan bikin, lê ew berî dema diyarkirî ji aliyê fermandeyiya Araratê serî hildabûn, lewma tenê mabûn. Herwisa di nav serokê eşîra Heyderan Memed Beg û Şêx Resûlê Berzencî de nakokî hebû. Herwiha beşek ji eşîra Keskoyî jî alîkariya dewletê kiribû û pêşiya serhildêran girtibûn. Artêşa Tirk jî bi hêzeke mezin ve dora heremê xistibûne nav dorpêça xwe”.

Ew zû rabûna şervanên Kurdan li Zîlanê bû sedem ku şervanên li Agiriyê nekarin bi hawara wan de herin û ew herêm ji aliyê leşkerên Tirkan ve hatibû dagîrkirin. Hatiye zanîn şervanên Kurdan li milê Zîlanê tenê karîne bi şereke mezin rê ji bo xelkê medenî û sivîl vebikin ku neyêne qirkirin.

Artêşa Tirkiyê li geliyê Zîlanê dest bi ser gundan de girt û li wir dest avêt bi kuştina gundiyan û karesatek mirovî qewimand û hatiye zanîn ku artêşa dagîrker ya Kemalîstan 320 gund şewitandin û nêzî 15 hezar kes ji wan zarok û jin, pîr û kal hatine komkujkirin. Rojnameya “Cumhuriyet” ya Tirkiyê roja 16ê Tîrmeha 1930an bi sernavê “qirrkirin destpê kir, xelkê geliyê Zîlanê bi giştî hatine qirkirin” wiha hatibû: “Gundên ku alîkarî bi neyaran re dabûn bi tevahî hatine şewitandin û gundî jî hinek hatine qirkirin û hinek jî bo Erdîşê hatine veguhastin.

Piştî têkçûna serhildana Agiriyê ji aliyê Kemalîstan ve, ferman û şervanên Agiriyê bi şerekî mezin karîn rêyekê vebikin û ber bi milê din ê Rojhilatê Kuridstanê ve herin. Di wê demê de Îhsan Nûrî Paşa li gel hevjîna xwe bi şervanan re çûn, lê Îhsan Nûrî Paşa xwe radestî rejîma wê demê ya Îranê kir û ji bo Tehranê hate veguhastin.

Berdewam dike…

KURDŞOP
786 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!