Simkoyê Şikak; Şoreşgêrekî serxwebûnxwaz

Simayîl Axayê Şikak (Simkoyê Şikak) ku bi Serdar Nusret dihat naskirin, sala 1266`an a rojî (H.Ş) li gundê Çariyê li bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye.

Ew kurê "Mihemed Axa" û neviyê "Elî Xan Şikak" bû. Her ji dema ku nûciwan ango xortekî taze geheştî bû dibe evîndarê Tevgera Kurdî û xeyala serxwebûna Kurdistanê di serê wî de çêdibe. Her ji temenê nûciwaniyê ve bi komkirina siwar û çekdaran re mijûl dibe. Çalakiyên çekdarî yên Simko destpêkê her tenê li Rojhilatê Kurdistanê bûn, lê piştre derbasî Başûrê Kurdistanê jî bûn ku wê demê di bin destê Osmaniyan de bû.

Di kelekela şerê yekem ê cîhanî de û heta çend salan piştî wî şerî, kesayetiyê herî naskirî yê sînorê Îran û Osmaniyan, Simayîl Axa (Simko) serokê Eşîra Şikak bû. Wî bi zîrekî û zanebûna xwe sûd ji wê derferê wergirt ku di çarêka yekem a sedsala bîstê de bidest hatibû, peywendiyên wî li gel Osmanî, Rûs, Îngilîz û Îranê hebûn û karîbû hevsengiyê di wan têkiliyan de biparêze, heman demê de desthilat û bandora xwe li navçeyê jî berfireh bike.

Piştî şerê cîhanî, xwe wek hakimekî serbixwe nîşan da, li gel hin serkirdeyên netewî yên Kurd hevkarî dikir û gelek pirsgirêk bo hikûmeta navendî ya Îranê çêkirin.

Dema ku Artêşa Îranê di Tebaxa 1922`an de gotin qaşo "pirsgirêka wî çare kirine û ew ji nav axa Îranê derketiye", lê wekî lîstikvanekî bihêz li Kurdistana Navendî de ma û Îngilîz û Osmaniyan xwestin bo çareserkirina pirsgirêka Wîlayeta Mûsilê sûdê ji rol û karîzmaya wî werbigrin û her du welatan xwe nêzî wî dikirin û dixwestin di berjewendiya xwe de bikar bînin.

Simko di Şoreşa Destûrî (Şoreşa Meşrûiyetê) ya Îranê de piştevaniya (Îqbal El-Seltene) hakimê bajarê Makûyê kir û piştre bû desthilatdarê navçeya Kotolê û hikûmeta Îranê jî îtiraf pê kir û qebûl kir.

Ji sala 1913`an ve Simko têkiliyeke bihêz li gel rêberên netewî yên Kurd hebû û hizr û gotinên wan qebûl kiribûn.

Simko hevjînî li gel xwîşka "Seyîd Teha" cîgirê (wekîlê) "Şêx Ubeydulla Nehrî" kir, ew yek bû sedem ku pêgeha wî bihêztir bibe.

Di salên şerê yekem ê cîhanî de Simko xwe dûrî şer girt, hêzên xwe organîze kirin, wek çavkanî didin xuyakirin, wekî siyasetvanekî jîr hemû derî bo xwe vekirî hiştin. Simko dixwest li gorî rewşa siyasî ya navçeyê û cîhanê û hêzên Ewrupî û reşwa Kurdan û Îranê tev bigere û hevsengiyê biparêze. Guhertin ewqas aloz bûn ku serêşî bo hemû siyasetvanên navçeyê çêkiribû.

Piştî şoreşa Rûsya, dema ku "General Paratof" leşkerê xwe ji Kurdistanê kişand, Simko karî piraniya navçeyan û çek û topxaneyên wan bixe bin destê xwe.

Piştî şerê cîhanê, Osmanî ji Azerbaycanê vekişiyan û hikûmetek bihêz li Azerbaycanê nehate avakirin, take desthilatê bi bandor û xwedî pêgeh, Simkoyê Şikak bû. Tevî hêzên wî bixwe, bi sedan serbazên Osmanî jî pêre bûn û piştevaniya wî dikirin.

Di Sibata 1919`an de civînek di navbera Xanên Kurdistana Rojhilat de hate sazkirin. Di wê civînê de behsa serhildaneke giştî li dijî desthilata Îranê hatibû kirin, lê lihev kirin heta dema ku nerîna welatên zilhêz neyê wergirtin û razîbûn û piştevaniya wan nebe, ti karekî nekin.

Lê Simko li benda serhildana xanên din ên Kurdistanê nema û bajarên "Dêleman" û "Xoyê" girtin û piştre bajarê Urmiyê dorpêç kir, beşek ji xelkê Azerî yê "Lekistan"ê wate bakûrê rojavayê Dêlemanê îtiraf pê nekirin û wî êrîşî ser wan kir û ew têkşikandin û heta "Bendera Şerefxanê" paşve birin. Navçeyên Bakurê Gola Urmiyê jî ketin bi destê hêzên Simko.

Wê demê hakimê nû yê Tewrêzê "Serdar Întîsar" bi hêzeke mezin êrîşî ser hêzên Simko dike û wan paşde dide, dawiyê Simko li gel fermandarê hêza Qezaq "Fîlîpof" ku bi nûneratiya Tewrêzê êriş kiribû dest bi diyalogê kir û lihevkirin.

Wê rêkeftinê pêgeha Simko bêhtir xurt kir, di sala 1920`an de careke din deştên Urmiye, Selmas û Xoyê girtin û hakimek bo bajarê Urmiyê destnîşan kir. Bi wî awayî roj bi roj desthilata hêzên Simko berfirehtir dibû. Di êrîşa dawiyê de ku Simko bire ser hêzên Îranê, 10,000 çekdarên Simko hebûn.

Simko çend civîn li gel tevahiya serokên eşîrên Kurdan ên Azerbaycanê kirin. Havîna 1921ê ku dibe sala 1300ê a rojî (H.Ş) tevahiya Rojavayê Gola Urmiyê heta bajarê Bane û Serdeşt û qoncikê Bakûrê Rojavayê Iraqê di bin destê Simko de bûn.

Tevî Şikak û Herkiyan, eşîrên Mameş,Mengur, Dêbukrî û Pîran û Zerza û Gewrik û Feyzullabegî û Pişderî û eşîrên biçûk ên Baneyê jî li gel Simko bûn.

Divê em wê yekê jî bêjin ku Simko bajarê "Sablax-Mihabad"ê jî ji destê hêzên dewletê derxistibû û di şerî de beşek ji bajarê Mihabadê hate talankirin, ew yek bû sedem ku piştre neteweperestên Kurd rexneyan li Simko bikin, lê Simko ew rexne qebûl nekirin û sedema wan jî diyar kiriye. Wî gotiye ku hêzên Jandarmêrîyê (Cendirmeyan) şer birin nav kolanan û wî nekariye rê li ber bertekên hêzên xwe bigre.

Lê her piştî wê, ew bixwe ji Sablaxê derdikeve û bajar dide destê "Hemze Axa". Piştî wan êrîş û serkeftinên Simayîl Axa û leşkerên wî yên 10,000 kesî êdî xelkên ne kurd jî îtiraf bi desthilata Simko kirin, weke mînak xelk û hakimên bajarên "Miyandaw" ,"Meraxe" û" Binaw"ê jî nameyên teslîmbûnê şandine Sablaxê.

Serkeftinên yek li pey yek ên Simko, bûne sedem ku ew bibe keskî giring û pile bilind. Di tîrmeha 1922`an de herêma bin destê wî gelek berfireh bibû. Ji Rojhilat û Başûr gihabû "Sayîn Qela"  û "Seqiz" ê li Bakur heta "Kotol"ê berfireh bibû, herweha bandora xwe li "Merîwan" û "Hewraman"ê jî kiribû, heta hin eşîrên li navçeyên başûr li "Loristanê" amadebûn serhildanê bikin û piştevaniya Simko bikin.

Wê demê li hemû navçeyên Îranê alozî hebûn hêzên "Mîrza Kuçek Xanê Cengelî" li Bakurê Îranê serhildan kiribûn. Ji aliyê din kesek bi nave "Xalo Qurban" ê Hersînî li "Piştkûh" eşîran kom dike û dijî dewleta navendî serhildanê dike.

Reza Xan hewil da ku hêzên din ên dijber li xwe kom bike ku bikare şerê Simko bike.

Mîrza Kûçek Xan ku peywendiyekî veşartî li gel Simkoyê Şikak hebû û dijberekî tûnd ê hikûmeta navendî bû, berdewamî daye xebata xwe, lê Xalo Qurban Hersînî çûye rex hêzên Reza Xan.

Lê peywendiyên wî li gel Mîrza Kûçek Xan berdewam bûn, heta dawiyê, Mîrza Kûçek Xan kûşt û serê wî jêvekir û bo Reza Xan bir.

Piştî wê, Reza Xan, Xalo Qurban erkdar dike ku bi hêzeke mezin û pirçek êrîşî ser Simkoyê Şikak bike. Salên 1921 – 1922 Xalo Qurban hêzeke leşkerî ji eşîran amade kir ku êrîşî Simko bike, Piştî bihîstina vê nûçeyê Simayîl Axa leşkerê xwe amade kir û di şerekî mezin de, hêza Xalo Qurban şikest û Xalo Qurban jî hat kuştin û leşkerên wan paşve çû.

Reza Xan ku di şer de bi Simko nikare, ji aliyê din givaşa neteweperistên Îranî li ser wî hebû, bi riyeke din hewil dide ku derbeyê li Simko bide, ji ber wê daxwazê dike ku bi Simko re hevdîtinê bike û bi gotûbêjê pirsgirêkan çareser bikin.

Her bo wê mebestê sala 1930ê Reza Xan bo danûstan û gotûbêjê Simko vexwande bajarê Şinoyê dike. Simko wekî dîplomatkarek diçe Şinoyê ku bi Reza Xan re hevdîtinê bike, lê piştî ku du rojan li bendê dimîne û mêvanê hêzên dewletê dibe, di roja sêyemîn de 18/7/1930 "Serheng Sadiq Xan" ku nûnerê Reza Xan bû, destê xwe dide destê Simko û wî birêdike, wê dema ku wî birêdike, fermanê dide ku teqeyê li Simko bikin, wê demê êrîşî ser Simko û şanda pêre dikin, tenê du kes rizgar dibin û yên din tên kuştin (Şehîdkirin).

Terorkirina Simayîl Axa xaleke reşe li ser eniya hikûmeta navendî ya Îranê, ku mêvanekî siyasî bo gotûbêjê vexwendiye lê bi awayekê dûr ji nerîtên însanî û diplomatîk ew teror kirin. Bi wî awayî dawî li desthilata Simkoyê Şikak hat.

KURDŞOP
1048 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!