Komkujiya Geliyê Zîlan

Ev komkujî di belgenameyên Komara Tirkiyê da wek “Bûyera Geliyê Zîlan” derbas dibe. Di komkujîyê de   leşkerên Tirk 44 gundên kurdan şewitandin û wêrankirin. Ji wan gundan jî Pertax, Newala Kuştiya, Hesenevdal, Adaxeybê, Milk, Newala Fedê, Newala Bebo û Çaqirbeg navendên komkujiyê bûn.

Kurdshop – Di dîroka gelê kurd de gelek komkujî û qetlîamên mezin pêkhatine û piştî her komkujiyekî jî gelek êş û azar, bela, surgûn û parçebûn û rondikên çavan ji bo gelê kurd maye. Yek ji wan komkujiyan jî komkujiya Geliyê Zîlan e. Komkujiya Geliyê Zîlan di rojên 12-13ê Tîrmeha 1930an da ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hate kirin.

Geliyê Zîlan ser bi navçeya Erdîş a Wan a Bakurê Kurdistanê ye. Li navçeya Erdîşê ya Wanê di komkujiya 12- 13’ê Tîrmeha 1930’î de pêkhat, bi deh hezaran Kurd hatin qetilkirin. Leşkerên dewleta Tirk bi hezaran kes li Geliyê Zîlanê li hev kom kirin û gule li wan reşandin. Rûniştvan û xelkê herêmê ku piştî berxwedana Agirî xwe li Geliyê Zîlanê girtin, bi jin, zarok û pîr û kal ve bi rengekî komî hatin qetilkirin.

Li hember serhildana Agirî hêzeke hewayî ya ji 80 balafiran hate bikaranîn, gazên bi jehr hatin avêtin. Rojnameya Cûmhûriyetê ya wê demê di 16’ê Tîrmeha 1930’î de wiha gotibû, “Li Çiyayê Agirî, teyareyên me bombeyên dijwar dibarînin. Çiyayê Agirî timî di bin teqîn û agir de dinale. Teyrên ji hesin ên Tirkan hesabê serhildêran paqij dikin. Geliyê Zîlan bi temamî bi cesedan tijî bûye.”

Ev komkujî di belgenameyên Komara Tirkiyê da wek “Bûyera Geliyê Zîlan” derbas dibe. Di komkujîyê de   leşkerên Tirk 44 gundên kurdan şewitandin û wêrankirin. Ji wan gundan jî Pertax, Newala Kuştiya, Hesenevdal, Adaxeybê, Milk, Newala Fedê, Newala Bebo û Çaqirbeg navendên komkujiyê bûn.

Li gor amarên fermî yên Tirkiyê, di wê komkujîyê da 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatine şewitandin û hilweşandin. Lê belê şahidên wan rojan jî dibêjin bi giştî 45 hezar kes hatine kuştin, ku piranîya wan zarok û jin, kal û pîr bûne.

Piştî komkujîyê bi zagona ku jê ra digotin Qanûna Îskan ango niştecîhkirinê, ji 5ê Gulana sala 1932an pê ve çûn û hatina wan gundan bi temamî hatibû qedexekirin û ew qanûn jî bibû destpêka surgûn kirina xelkê rûniştvanê Geliyê Zîlan. Ew kesên ku hatibûn surgûnkirin, piranîya wan jî di heps û zindanan de canê xwe ji dest dan, hinek ji wan jî bi destê dewleta Tirkiyê ve hatin kuştin.

Qedexeya Gelîyê Zîlan hetanî Derbe ango kudeta ya 12 Îlonê ya li seranserê Tirkiyê pêkhat berdewam kir. Piştî darbeyê bi biryara Serokomarê derbe pêkanî û piştre xwe wek Serokomarê Tirkiyê da helbijartin Kenan Evren Kirgizên hawirde li gundên Geliyê Zîlanê hatin bicîhkirin.

Welatiyên Geliyê Zîlanê tevî ku tapoyên wan ên serdema Osmaniyan jî hene nikarin zeviyên xwe werbigirin û vegerin ser axa xwe ya ku dewletê dest daniye ser.

Komkujiya Geliyê Zîlanê, piştî damezrandina Komara Tirkiyê duyemîn komkujiya mezin a li ser Kurdan bû ku ya yekem sala 1921ê li Qoçgirî hatibû kirin.

Heta roja îro di li ser komkujîya Gelîyê Zîlan gelek pirtûk hatin nivîsandin, kilam û stran hatin gotin, çîrok hatin vegotin. Komkujîya Gelîyê Zilan jî wek komkujîyên kurdan ên din di dîroka kurdan da bi êş û jan cîh girt û ew birîn bi ti awayekî nayê jibîrkirin.

KURDŞOP
737 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!