Siyaseta Ereb kirinê ya dijî Başûrê Kurdistanê

Roj Qadirî

Rejîmên desthilatdar ên li Iraqê, her li dema avakirina wî welatî yanî li salên 1923an heya 2003an a Zayînî, di milê asîmîlasyon û jinavbirina nasnameya xelkê din yên bilî Ereban, bi taybet Kurdan, siyasetên xwe meşandine û bi siyaseta “dekolonîzasyon” an jî erebkirinê naskiriye.

Ev siyaseta di serdema Melîk Feysel Şayê Iraqê de, bi projeya avdaniya Hewîceyê li parêzgeha Kerkûkê û bicîkirina eşîrên ereb li wê deverê dest pê kir û piştre jî di serdema desthilatdariya Partiya Beis li Iraqê, bi eşkere û bê berçav girtina mafên mirovan û sûd wergirtin li hêza şikestê berdewam kir.

Başûrê Kurdistanê ji ber çavkaniyên xwe yên binerd ên dewlemend, bi taybetî petrol û çavkaniyên dewlemend ên av û axê ku ewlehiya xwarinê dabîn dike, ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve ji bo berjewendiyên Ereban rastî lîstikeke metirsîdar a guhertina nasnameya etnîkî û nifûsê hatiye ku, ji aliyê navenda Iraqê ve û di berjewendiyên Ereban de, tê meşandin, ku bi siyasetek di derdorên zanistî û siyasî de bi navê “dekolonîzasyon” ango ereb kirinê tê zanîn.

Yek ji dahênanên rejîma Beis jî hewldana berdewamkirina dekolonîzasyon an heman erebkirina li herêmên kurdî bû, ku ev siyaseta piştî vegera li ser desthilatê, li sala 19268an a Zayînî dubare meşandin. Her ji destpêkê ve, hêza leşkerî rûniştevanên kurd ji deverên "Suq El_Cêyşî" (ango, herêmên sînorî û petrolê) derxistin. Gundên kurdan bombebaran kirin, şewitandin û bi buldozeran herifandin. Tenê li Kerkûkê zêdetirî 40 Hezar Kurd li ser milk û avahiyên xwe hatin derxistin. Û li deşta Hewlêrê jî siyaseta dekolonîzasyonê hate meşandin.

Pismamê Seddam Husên Elî Hesen El_Mecîd ku bi navê “Elî Kîmiyayî” tê naskirin, siyaseta dekolonîzasyonê an heman erebkirinê ya li herêmên kurdî yên Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Kerkûkê wiha  rawe kiriye:

“Ez dixwazim li ser du mijaran biaxivim; Ya yekem Erebkirin û ya duyemîn jî herêmên di navbera herêmên ereban û herêmên xweser de ne. Xalek ku cihê balkişandina me ye, Kerkûk e.

Dema ez hatim, hejmara giştî ya Ereb û Tirkmenên Kerkûkê ji sedî 51 nedibû.

Beriya her tiştî min 60 milyon Dînar xerc kiriye heya rewş weha lê hatiye û naha ev prose bi tevahî zelal e, ev erebên ku hatine bo Kerkûkê, hîn ji sedî 60ê nifûsê pêk nayînên.  

Paşê me ragihand ku mafê kurdan nîne ku li Kerkûk û derdora wê, gund û heta navçeyên derveyî herêma xweser kar bikin...”.

Siyaseta erebkirina herêmên kurdî li Iraqê her tim hebûye. Carinan ev polîtîka hevdem bi operasyonên leşkerî re hatiye meşandin û tê de gelek gundên kurdan hatine wêrankirin û xelkê wan gundan di kampên herêmê di bin çavdêriya hûr de hatine bicih kirin.

Siyaseta dekolonîzasyonê gelek bandor li kêmbûna nifûsa kurdan kir. Wek mînak di serjimêriya fermî ya Iraqê ya sala 1947an de nifûsa kurdan ji sedî 30.9 nifûsa Iraqê bûye, lê di serjimara fermî ya sala 1997an de hejmara nifûsa kurdan ji sedî 19.9 a Iraqê bûye.

Tevî vê ku pêkanîna siyaseta dekolonîzasyonê li Başûrê Kurdistanê di qonaxên cur bi cur de bilindî û nizimî ji xwe dîtiye, lê pêkanîna vê siyasetê dikare li ser çend qonaxan were parevekirin, ku ji wan jî:

1 - 1925 - 1958:  Tevlîkirina Mûsilê bi Iraqê re heta hilweşandina mîrnişîniya li Iraqê.

2 - 1958-1963: Avakirina sîstema komarî ya hikûmetê li Iraqê heta hilweşandina hikûmeta Ebdulkerîm Qasim.

3 - 1963-1968: Desteserkirina desthilatdariyê ji aliyê alîgirên etnîkî yên Beisê ve heta derbeya duyemîn a Beisê.

4 - 1968  - 1980: Cihgîrbûna desthilatdariya Beisiyan heta destpêka şerê 8 salan ya di navbera Îran û Iraqê de.

5 - 1980-1991:  Qonaxa jenosîda Kurdan ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve heta serhildana gelê Başûrê Kurdistanê di Bihara 1991an de.

6 - Qonaxa1991î heta 2000an: Ev qonaxa salên piştî serhildana gelê Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Beis a Iraqê ji xwe digire, ku navçeyên Kurdistanî yên li derveyî herêma otonom rastî siyaseta erebkirinê hatibûn.

Hêjayî gotinê ye ku heta naha jî gelek çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku siyaseta erebkirina hikûmeta navendî ya Iraqê bi awayên cuda li dijî Herêma Kurdistanê tê meşandin.

KURDŞOP
557 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!