Şoreşa Şêx Ubeydullahê Nehrî

Şêx Tahayê bavê Şêx Ubeydullah, di sala 1853`an de koça dawiyê kiriye; birayê wî Şêx Salih cihê wî girtiye.

Solîn Urmiye

Kurdshop -  Şêx Ubeydullahê Nehrî kurê Şêx Tahayê Nehrî yê rêberekî herî bi nav û deng û bi hêz yê Terîqeta Neqşbendî li Kurdistanê ye û di sala 1830an de ji dayîk bûye.

Şêx Tahayê bavê Şêx Ubeydullah, di sala 1853`an de koça dawiyê kiriye; birayê wî Şêx Salih cihê wî girtiye. Ew vê birêvebiriyê heta sala 1865an dike. Piştre dema ku ew di sala 1865an de koça dawiyê dike, Şêx Ubeydullah di temenê xwe yê 34 saliyê de dibe rêveberê terîqetê. Şêx Ubeydullah kesekî rewşenbîr, dûrbîn, zana û helbestvan bûye.

Wî temenê xwe yê ciwaniyê li mîratiya Botan derbas kiriye. Ew bûye şahidê herifîna mîrnişîna herî mezin a Kurdistanê. Şaşî û kêmasiyên birêveberiya vê mîrnişîniyê bi çavên xwe dîtine. Ew bûyerane bûne bandoreke mezin li ser kesayetiya wî.

Bi dawîhatina deshilata mîran û têkşikana wê ji aliyê dethilatdariya Osmaniyan ve, li Kurdistanê desthilatdariyek namînin. Şêx Ubeydulah Nehrî ji hemû hêlê ve Kurdistan baş nas kiriye. Dema Şêx Nehrî de, Kurdên belavbûyî li dora hev kom dibin.

Dema ku şerê 1877-1878 an di nabera Rûsyayê û Osmaniyan de destpê kir, Sultanê Osmanî xwest ku Şêx bi artêşekê ve beşdarê şer a eniya Bazîdê bibe. Lê di serê Şêx Ubeydullah de pilanek hebû û wî ji bo azadiya welatê xwe an ku rizgariya Kurdistan û netewa xwe di bin zilm û sitema dewleta Qacarî û Osmaniyan de derbîne, pilan hebûn, wî daxwaza sultanê Osmanî piştguh xist û gelek giran hereket kir.

Piştre di meha dawiya şer de hêzeke nêzîkî 1400 kes di bin serokatiya wî de, 850 kes li bin fermanderiya Şêx Celalledîn û 400 kes jî di bin fermandariya Şêx Hemze de beşdarê şer dibin.

Lê ji bo ku niyeta wan a şer nebûye û danûstandina fermanderê leşkerê Osmanî yê wê eniyê li hemberê wan gelek hişk û nemirovî bûye, bi wan çekên ku ji Osmaniyan wergirtine wedigerine bajarê Wanê.

Li gor hinek çavkaniyan hejmara wan çekan çar hezar bûne û li gor hinekan jî zêdetir ji 2 hezar çek bûne.

Wê demê rewşa dewleta Qacar û Osmanî gelek baş nebû. Herdu dewlet bi çendîn pirsgirêkan re mijûl bûn û rewşa aboriya wan jî nebaş bû û ew herdu dewlet mijûlê şer jî bûn. Qacarî bi Tirkmenan re û Osmanî bi Rûsan û Balkanê re.

Hemû ew bûyerane wisa kiribû ku Şêx Ubeydullah hizra avakirina dewleteke Kurdî û yekxistina herdu perçeyên Kurdistanê bike û ew gihabû wê qena`etê ku dibe bi zûtirîn dem pêngavên herî girîng biavêje.

Şêx Ubeydullah ji bo ku bikaribe mafê netewa xwe bistîne û Kurdistaneke serbixwe ava bike bi gelek aliyên bîhanî re pêwendiyan digre.

Bi konsolosên Îngilîs û Rûsan yên Wanê, Erzerum, Tewrîz û misyonerên wan ên Urmiyê û cihên dinê re bi rêya peyamnêrên xwe re name dişîne û dest bi pêwendiyan dike. Di wan nameyan de bi awakî vekirî rewşa xelkê Kurd û mebesta xwe ya ji bo serhildanê bi awakî vekirî digihîne wan.

Di vir de tê xuya ku şêx Ubeydullah ji bo rizgarîkirina Kurdistanê dest avêtiye bi danûsitandin û pêwendîgirtin ji hemû alî û heta dijberên xwe re jî.

Piştî wan hemû hewl û danûsitandinan, Şêx Ubeydullah xwastiye ji bo şêwirmendiyê û alîkariyê ji bo rewşa Kurdistanê gazî hemû xelîfeyên terîqetê, şêx, axa û hemû serokên eşîretên Kurdistanê yên ji Hewremanê ve bigir heta Erzirumê bike û meclisekê pêk tîne û di wê meclisê de setratejî û taktîkên serhildanekê bi wan re gengeşe dike. Li gor çavkaniyan û lêkolînên li ser tevgerê û serhildanê hatine kirin, bi beşdariya 5 şêx, 21 xelîfe û 42 mîrzadeyan, ji meha Tîrmeha sala 1880an heta destpêka meha Tebaxa heman salê li Nehriya bingeha Şêx Ubeydullah civîn tên kirin. Bi Dûr û dirêjî stratejî û taktîkên serhildanekê tên gengeşekirin. Hinek organ tên avakirin û ji bo serokatiya wan organan kesên naskirî yên Kurdistanê tên hilbijartin. Di encamê de biryar û encama vê meclisê, yan jî li gor hinek çavkanîyan vê “Komeleya Kurdistanê” bi vî awayî tên rêzkirin:

1- Şêx Ubeydullahê Nêhrî bi xwe dibe serokê vê navendê.

2- Behrî Begê kurê Bedirxan ê mezin kargêrê wê ye. Armancên wê jî, ji van xalan pêk hatine:

1- Rizgarkirina Kurdistanê di bin destê zilm û zordariya Osmanî û Qacariyan de.

2- Pêkanîna dewleta Kurdistana yekgirtî ya azad di herdu beşên Qacarî û Osmanî de.

3- Hilbijartina Şêx Ubeydullahê Nehrî ji bo hikumdarê Kurdistanê.

4- Tifaqçêkirin bi Ermeniyên Kurdistanê re.

5- Şaxên Komeleyê dibe li hemû bajarên Kurdistanê hebin.

6- Ev Komeleye Xwediyê çar hezar tivingên Martînî ye ku 200 libên wan Îranî û yên dinê jî Tirkî ne.

7- Piraniya serokeşîrên hemû Kurdistanê dkarin bibine endamên vê komeleyê”.

Li gor lêkoleran ev komeleya han, di dîroka komele, rêxistin û partiyên Kurdî de yekemîn komeleya siyasî ya kurdî ye.

Pêka belge û lêkolînan û çavkaniyên bawerpêkirî, di wê komeleyê de Şêx Ubeydullah Nehrî çend axavtinekê dike û ev jî wiha ye:

“Lawên min ên delal

Divê em guh bidin nesîhetên bav û bapîrên xwe. Bes e, êdî nabe em barê zulma Tirkan hilgirin. Hewce ye em xwe rizgar bikin. Netenê emê Kurd li Tirkiya Osmanî, belkî divê em birayên xwe yên Kurdên Îranê jî, ji van herdu hikûmetên rêya pêşkevtinê li ber me dibirin rizgar bikin. Bav û bapîrên me ji me dixwazin ku em di rêya dîn û azadiya nîştimana xwe de dev ji xwîna xwe berdin.

Alimaniyan gotine, mifahvergirtin ji derfetên heyî zanatî û jîrî ye. Îran niha mijûlê şerê Tirkmenan e, hemû hêza xwe şandiye li ser wan, ev jî tê wê wateyê ku niha derfet ji bo hereketekî li dijî hikûmeta Îranê xweş e. Her çend em ji Farisan natirsin, ji ber ku eger mijûlê şer jî nebin, çiqas hêzên mezin ên şer berhev bikin, ji 100 hezar çekdaran derbas nabe, ji nîvê zêdetirî wan Kurdên birayên me ne ku Îran wan diçewsîne û xwediyê eynî rih û hisiyeta me ne. Jiber ku beşeke dewlemend a axa bi bereket a Kurdistanê di bin destê Îranê de ye, divê em hereketekê pêk bînin, em divê pêşiyê li hemberê dijminê xwe dest pê bikin. Em divê birayên xwe û nîştimana xwe ya dewlemend rizgar dikin. Ev ji me re çavkaniyeke dewlemend dabîn dike. Ew dibine alîkarê me ku em li hemberê dujminê xwe yê din jî rabine ser xwe, ew dujminên me bihêztir e, ew jî Tirkên Osmanî ne”.

Piştî wan hemû amadekariyan biryar tê dan ku şer li Rojhilatê Kurdistanê ya di bin desthilita Qacariyan de bê destpêkirin. Li wir du enî têne vekirin; enîyek di bin fermanderiya Şêx Ebdulqadirê kurê Şêx Ubeydullah û Hemze Axayê Mengurî de ji alîyê Şino, Mahabad û Miyanduavê ve û eniya din jî rasterast di bin fermanderiya Şêx Ubeydullah de ji alîyê Urmiyê ve pêk hatibû.

Hêzên eniya di bin fermanderiya Şêx Ebdulqadir û Hemze Axayê Mengur de Şinoyê, Mahabad û Miyanduavê û cihên girêdayî wan deveran di bin destê dujmin de rizgar dikin.

“Ev hêza han, piştî nîvroya roja çarşemî 29/9/1880an gihîşt nav Sablaxê û roja piştî wê jî, pêncşemiya 30/9/1880an Xan Babaxanê kurê Mecîd Xan kirin fermanderê Sablaxê.

Nîvroya roja 20ê Cotmeha 1880an, Şêx Ubeydullah bi xwe jî, ji Mirgewerê gihîşt nêzî Urmiyê û di destpêkî de li Berandizê xîvetên xwe veda û çavnihêrê gihiştin û yekgirtina hêzan bû. Piştî çend demjimêran, dema ku hêzên din jî digihîjine Şêx Ubeydulah, ji girê Sîrê re ber bi Urmiyê ve dikevine rê.

Ev hêzên bi Şêx re hejmara wan 12 hezar kes bû. Mebesta Şêx ji pêkanîna du hêzan ev bû:

1- Azadkirina Urmiye û derdora vî bajarî.

2- Ji bo ku givaşa hêzên dewletê li ser hêzên Şêx Ebdulqadir û Hemze Axa kêm bike û beşek ji wê hêza dewletê naçar bike ber bi Urmiyê ve bên.

Hêzên Şêx, ji bo vê ku belavbûna xwe nîşanê xelkê Urmiyê bidin û xwe leşkerekî mezin bidine nîşandan, li serê çiyayan û hemû bilindahiyên derdora Urmiyê agirên mezin hil dikirin.

Piştî şerê qehrimanane ê Miyanduavê, wê demê di Miyanduavê de hêzên Kurd gelek çekdarên Îranî hatine kuştin; pêka hin çavkaniyan 2 hezar çekdar ji Miyanduavê ji aliyê hêzên Kurdan ve hatine kuştin. Şahê Îranê bi serkeftina hêzên Kurdan gelek têkçû û di encamê de hêzên şah êrîşê ser Miyanduavê kirin û gelek gundên Kurdan şewitandin û kawil kirin.

Şêx Ubeydulah jî çendîn caran êrîşî ser Urmiyê kir û nekarî bi giştî rizgar bike. Hêzên Kurdan ji devera Mirgewer ve heta Urmiyê çûn. Lê piştî çend caran dorpêçkirina Urmiyê, nekarîn Urmiyê rizgar bikin û li wir hêzên Kurdan rastî şikesê hatin.

Şêx Ubeydullah piştî wê şikestê carek din wegeriya Nehriyê. Dîplomasiya Qacaran yekemîn sedem bû ku Şêx nekarî Urmiyê rizgar bike. Ew şere bi alîkariya Rûs, Îngilîs û Osmaniyan ev bêencam ma.

Piştî hingê Osmaniyan Şêx Ubeydullah gazî kire bajarê Wanê ku li ser herêmê biaxivin û alikariya Şêx bikin û li wir girtin, şandine bajarê Stenbolê. Hatiye zanîn ku li Tîrmeha sala 1882an, Şêx Ubeydullah cardin tevgera xwe ji nû ve destpê kir. Wî ertêşeke 5 hezar kesî ava kir ku dîsa serhildanê bidomîne. Şêx Ubeydullah û ertêşa wî heta meha Îlona 1882an di kela Oremarê de berxwedana xwe dewam kir. Lê Osmaniyan ertêşeke mezin şande ser hêzên Şêx û hêzên wî ji nav bir. Bi rêya Îskenderûn û Beyrûtê ve ew ji welatê wî ber bi Hîcaza Erebistanê ve dûrxistin.

Şêx Ubeydulah heya sala 1883an li bajarê Mekê yê Erebistanê jiya û ew rêberê Kurd di sala 1883an de her li bajarê Mekê jiyana xwe ji dest da û bo hertimî navê xwe hêla di nav rûpelên dîroka Kurdan de.

KURDŞOP
747 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!