Şêx Mehmûd Paşayê Kurdistanê û lîstikên Brîtanya

Rola Brîtanya di pêvekirina Başûrê Kurdistanê li gel Iraqê- Beşa sêyem

Weke di beşê berê de hate gotin, Îngilîz û ji destpêka hemûyan Sir Pêrsî li pey rêberekî digeran ku xelk pêşwaziya wî bike. Ji ber wê Kakis berê xwe da Şêx Mehmûd. Ew bixwe dibêje ku vegerandina "Şêx Mehmûd" ne bi dilê wî bû lê xelkê Silêmaniyê ew yek bi ser wî de sepandine. Wate hêzeke cemawerî ya mezin li pişt Şêx Mehmûd hebû, ew di wê baweriyê de bûn ku alozî û tevliheviya navçeyê bi rêberekî wek wî nebe nayê çareserkirin. Lê di heman demê de Sir Pêrsî wesa dibîne ku ew taqîkirineke, yan wê Şêx Mehmûd serkeftî be û desthilatê bigre destê xwe yan dê careke din wî bidin aliyekê.

Şêx Mehmûd weke "Kirîs Koçêra" dibêje dema ku vedigere Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê, di sala 1922an de, 44 salî bû, piştre dibe yek ji dujminên sereke yên Brîtanya. Koçêra, Şêx Mehmûd bi kesekî çavnetirs û leheng dide zanîn û dibêje nîşangir û şervanekî mînak bû. Hemû taybetmendiyên serokekî Kurd têde hebûn, axaftinzan, dengxweş û bi heybet bû. Bandoreke mezin li ser alîgirên xwe hebû.

Piranya ew kesên derbarê Şêx Mehmûd nivîsandine weke mînak efserekî bi nave "Sûn" di nivîsekê de bi nave "gera Kurdistanê bi cilûbergên veşartî" û efserekî din di nivîsekê di bin nave "Kurtiyek derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê", bi xêr behsa Şêx Mehmûd dikin û ji çavnetirsî û zêde xwaziya Şêxa aciz bûne.

Pir ev e, eger wesaye çima Kakiş Şêx Mehmûd vedigerîne Silêmaniyê û desthilatê dide destê wî. Bersiva lêkolînvanan ev e: Eger Brîtaniyan xwestiban bi hêza xwe Silêmanî û derdora wê ji destê Tirkan derxînin binkeya leşkerî û cebilxanyeke mezin li wê derê amade bikin û ew yek ne mumkin bû, her ji ber wê dikare sûdê ji hêza rûhî ya Şêx Mehmûd û dest û tifenga çekdarên xwe bikar bîne, her ev kar jî kir.

Piştî ku Şêx Mehmûd vegeriya Silêmaniyê, li bend emir û fermana Îngilîzan nabe. Ji ber ku berî niha jî rêberatiya şoreşa Kurdan li ser milê wî bû, araste û hêviya wî diyar bû ku dixwaze rola serokekî bo Kurdan bibîne ku serxwebûnê dixwaze. Her ji ber wê di 10 cotmeha 1922an de li bajarê Silêmaniyê paytexta xwe fermanek derxist û kabîneya hikûmeta xwe destnîşan kir.

Kerîm Eleke - Wezîrê Darayî li Kabîneya Şêx Mehmûd

Kabîneya Hikûmeta Şêx Mehmûd ji 8 wezîran pêk tê ku bixwe serokatiya wan dike.

Wezîrên Şêx Mehmûd ew in:

Serokwezîr Şêx Qadir, Wezîrê Berevaniyê  Şêx Mehmûd, Wezîrê Darayî Kerîm Eleke ku kesekî Mesîhî (fele) bû, Wezîrê Navxwe Şêx Mehmûd Xalib, Wezîrê Karûbarê Giştî Hemed Axa, Wezîrê Dadê Şêx Elî Keldarî, Serokê Polîs Seyîd Ehmed, Wezîrê Perwerdeyê Hacî Mistefa Paşa.

Hemed Axa - Wezîrê Karûbarên Giştî li Kabîneya Şêx Mehmûd

Mehekê piştî vê kabîneyê di 18ê mijdara 1921ê de radigihîne û xwe weke "Şahê Kurdistanê" dide nasandin.

Piştî wan bûyeran Şêx Mehmûd kovarek bi nave "Roja Kurd" derxist. Di vê kovarê de kesên weke "Arif Sayîb" û " Refîq Hilmî" hevkariyeke aktîv kirin.

Şêx Mehmûd tevî ku di destpêkê de soz daye Kakis ku dest nexe nava karûbarên Hewlêr û Kerkûkê de, lê di vê demê de Kerkûkê rewşeke taybet hebû, Tirkan ew bi ya xwe dizanîn û Melîk Feysel wek beşek ji Iraqê dide zanîn, Şêx Mehmûd jî bi hilbijartina du kesên Kerkûkî weke cîgirên xwe wesa nîşan dide ku Kerkûk beşeke ji erda Kurdistanê û wê yekê ji rewş li hemûyan aloz kiribû.

Refîq Hilmî - Nivîskar

Şêx Mehmûd bo ku îngilîzan bilivîne, li gel raspartiyê Tirkan bi nave "ozdemir" nameyan diguhere, dixwaze bi vê riyê givaşê li Brîtanya bike. Lê Tirk Şêx bi raspardî û cîbicîkarê karûbarên Îngilîz dizanin û alîkariya wî nakin. Tevî ku şêx ew piştrast kiribûn ku amadeye hemi alîkariyeke wan bike.

Ji aliyê din Brîtanya û Ereb dest bi kar dikin ku riyeke din bo pirsa Kurd û aloziya wê bibînin, bê ku Kurd daxwaza serxwebûnê bike yan ew îtirafê bi serxwebûna Kurdan bikin û hikûmeta wan bi fermî nas bikin. Wan dixwest li Silêmaniyê rêveberiyeke xwecihî bidin Kurd û li benda wê nebûn ku Kurd daxwaza zêdetir bikin û daxwaza dewleta serbixwe û cudabûna li Iraqê bikin.

Lê kovara Şêx Mehmûd bi fermî behsa cîranetiya Ereb û Kurdan weke du netewe û dewletên serbixwe kiribû. Her ji ber wê Brîtanyayê bi daxuyaniyekê di sala 1922an de daxwaz ji Şêx û tevahiya wezîran kir bo gengeşekirina mijarên girêdayî bi pirsa Kurd û mafê wan serdana Bexdayê bikin.

Ji aliyê din konferansa Lozan bê encam bû, Şêx Mehmûd dûr ji xwasteka erebên Sunne û Melîk Feysel û Brîtanya, hewl dide ku eniyeke mezin li gel Şîeyên Başûrê Iraqê pêk bîne û dijî Brîtanya û dewleta paşatiya Iraqê dest bi tevgerê bike.

Pênc mehan piştî ragihandina paşatiya Şêx Mehmûd, Brîtanya haydariya dawiyê dide wî û dibêje eger tevî wezîran neçe Bexdayê, dê bajarê Silêmaniyê ji aliyê firokeyên Îngilîz were bordûmankirin.

Şêx Mehmûd bi vê daxwaziya Brîtanya razî nabe her ji ber wê, bajarê Silêmaniyê tê bordûmankirin, Şêx Mehmûd Şahê Kurdistanê ji Silêmaniyê derdikeve û berê xwe dide şikefta Sûrdaş û li wir berevaniyê dike. Bi wî awayî dawî li hikûmeta nû pêkhatî ya Şêx Mehmûd tê. Weke me berê got destê Brîtanyayê di hurgiliyên hemû bûyerê biçûk de jî hebû, ji ber wê di vê serdemê de herçiqas rêberên Kurdan bi pragmatiyane û siyasî tev geriyane lê em dikarin bêjin ku "Kar karê Îngilîzan bû"

KURDŞOP
948 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!