Lozan, peymanameyeke ku biryara avakirina dewleta Kurdî hilweşand


Roj Qadirî

Roja 24ê Tîrmeh a sala 1923`an a Zayînî, serkeftiyên şerê cîhanî yê yekem (hevalbendan) û Tirkiyê, li bajarê Lozan a welatê Swîsrê, peymanameyek bi navê peymannama “Lozanê” îmza kirin. Îmza kirina peymana Lozanê, hilweşîna peymana “Sevr”ê li dû xwe anî û bi awayekî ev mijara di vê serdemê de, dawî bi xewnên Kurdistaniyan ên ji bo avakirina dewleteke Kurdî anî.

Ji bo behs kirin û hûrbûna li ser peymana Lozanê, di destpêkê de divê, em berê xwe bidin şerê cîhanî yê yekem û herwisa nabe bi bê behskirina li peymana “Sevr”ê em li ser peymana Lozanê hûrbin.

Şerê cîhanî yê yekem

Şerê cîhanî yê yekem ku mîna şerê mezin jî tê naskirin, şereke cîhanî bû, ku roja 28ê Tîrmeh a sala 1914an destpê kir û heta 11`ê Mijdara sala 1918`an a Zaynî berdewam kir. Kom welatên zêde tevlî wî şerî bûn û bi milyonan mirov bûn qurbanî û zirarên wê heta wî demî di dîrokê de bê mînak bûn.

Şerê cîhanî yê yekem bi berçavgirtina bûyerên dîroka mirovahiyê de bi awayeke rasterast û nerasterast di destnîşankirina dîroka sedsalên 20`an de roleke mezin hebûye, her ew şer bû sebeba dawî anîn bi çend sîstemên paşayetiyê li Ewrupa û bû sebeba jinavçûna çar malbatên hikûmetî yên mîna, “Habsburg, Lauren li Awistirya, Hohenzollern li împratoriya Alman, Dewletî Aliye ya Osmanî li împratoriya Osmanî û Romanov li împratoriya Rûsyayê de.”

Hinek ji sebebên şerê cîhanî yê yekem wiha bûn: Rikberiya Awustirya û Rûsya li Balkan, alozî di navbera Fransa û Almanyayê de li derheq Alzas û Lêrin, rikeberiya aborî û deryayî ya di navbera Almanya û Brîtanyayê de, berfirehbûna nasyonalîzmê li Ewrupa, embar kirina çekên şer di asteke pir berfireh de li welatên Ewrupayê de û … hwd.

Bi giştî şerê cîhanî yê yekem bingeh danîna paqijkirin û qirkirina  etnîkî ya Kurd bûye.

Peymana Sevr

Roja 10ê Tebax a sala 1920an a Zayînî (piştî şerê cîhanî yê yekem) peymannama Sevr ku peymannameyeke aştî di navbera dewletên weke, Fransa, Îtalya, Japonya û hevalbendan de bû û li welatê Fransayê hat îmza kirin. Di dema îmza kirina wê peymannameyê de, şandeke Kurd bi serokatiya “Şerîf Paşa” amade bû û di nav de behsa dayîna mafê otonomiyê ji bo Kurdan kiriye ku ew yek cara yekem bû bi awayeke fermî di asteke wiha de behsa mafê kurdan bê kirin.

Komîsyonek ji nûnerên hêzên mezin xerîteyek ji bo xwe birêveberiya navçeyên Kurdan a wekî mafê xweseriyê, di heyama salekê de pêşkêş kirin. Êdî Kurd çavê kurdan û bendewariyên wan bi serxwebûna temam bû. Navçeyên Kurdî yên hatibûn destnîşankirin li gel rûerdê Kurdistan a mezin yek nedigirt, zêdetir rengê “reşnivîsa Ermenistan a serbixwe” dida.

Peymannameya han 13 beşên wê hebû û îşaret bi 433 mijaran dikir. Nivîsa kurtkirî ya wê pêşnûmeya peymananeya Sevrê ku taybet bû li ser Kurdan bi wî awayî ye:

Mijara 62; Divê komîsyona Stenbolê bi fermî sê nûneran dest nîşan bike û heta 6 mehan piştî morkirina vê peymannameyê, ev komîsyona dive planek bo otonomiya wan navçeyan amade bike ku piraniya rûniştvanên wê Kurd in.

Mijara 63; Hikûmeta Tirkiyê pêbend bi her biryarekê dibe ku komîsyon radigîne û divê di heyama 3ê mehan piştî ragihandina biryarê cîhbicîh bike.

Mijara 64; Heta salek piştî îmza kirina wê peymannameyê, eger Kurdên rûniştvanên rûbara Firat û Başûrê Ermenistanê li Tirkiyê cuda nebin, divê bi Encûmena Koma Neteweyan re îlan bikin û encûmen jî îtîraf bi vê yekê kir ku ev dikarin serbixwe bijîn û divê hikûmeta Tirkiye jî qebûl bike û dev ji wan navçan berde. Kurdên wilayetên Mûsilê jî eger daxwaziya cuda bûnê bikin, herwiha hevalbend ti rêgiriyekê lê nekin.

Ti yek ji wan mijarên peymannameya Sevrê nehatin cîhbicîh kirin (sebebên vê mijarên jî pir in ku di wê mijarê de derfeta behs kirina me tine) û gelek pê neçû ku peymana “Lozan”ê hat îmza kirin.

Peymana Lozanê

Roja 24ê Tîrmeh a sala 1923an a Zayînî, serkeftiyên şerê cîhanî yê yekem (Hevalbendan) û Tirkiyê, li bajarê Lozan a welatê Swîsrê, peymanek bi navê peymana Lozanê îmza kirin. Îmza kirina peymana Lozanê, hilweşîna peymana “Sevr”ê li dû xwe anî û bi awayekî ev mijara di wî serdemî de dawî bi xewna Kurdistaniyan a avakirina dewleteke Kurdî anî.

Li gorî agirbesta “Mudanya” ya di navbera Brîtaniya û Nasyonalîstên Tirk de di sala 1922`an de, şert û mercên peymannama Sevrê hewcehî bi danûstandinên nû bû. Hevalbendan û Kemalîstan (Mîna nûnerên bê rikber ên Tirkiyê), bo vê mebestê roja 20ê Mijadarê li Lozanê ji bo konferanseke aştiyê civiyan.

Piştî vê yekê Mistefa Kemal peymannameya Sevrê hilweşand û tev mercên peymannamê red kir. Kemalîstan Komareke nû di bin îdolojiya Nasyonalîsma Tirk û Kemalîstan de ragihandin.

Roja 24ê Tîrmeha sala 1923an, peymannameya Lozanê an bi gotinek din, peymannameya aştî li gel Tirkiyê, di navbera Tirkiyê û dewletên împratoriya Brîtanya, Fransa û Îtalya de bi rizamendiya dewletên mîna Japonya, Yûnanîstan, Romanya, dewletên Sirbiya, Kirwatya, Slovenya û Çêkoslovakya îmza kirin.

Bi giştî ev peymanameya bi fermî ev rikeberiya ku di destpêka şerê cîhanî yê yekem a di navbera “Împratoriya Osmanî” û “Fransa, “Îtalya, Brîtaniya û Yûnan”ê de hebû, yek alî kir û bi tevahî bi zirara Kurdan bi dawî bû.

Peymannameya Lozanê li 5 beş û 143 xalan pêkhat û Tirkiye mîna dewleteke serbixwe îtîraf pê kir. Herwisa xalên 37 û 45 di lihevkirina Lozanê xalên herî giring bûn, ji ber ku wan behsa mafê neteweyên kêmîne dikirin; Bo mînak li gorî mijara 38, “hikûmeta Tirkiye soz dide ku berevaniyê li maf û milk û azadiya welatiyên Tirkiyê bike, bê li berçavgirtina ziman, zayend û ol.” Lê, di vê peymannamê de behsa Kurd û Kurdistanê nekiriye, lê naveroka peymana Sevrê hilweşandiye. Di peymannameya Lozanê de Kurd mîna netewe an heta mîna neteweyên kêm a piçûk jî di Tirkiyê de îtîraf pê nehatiye kirin.

Herwisa tevî hewlên Brîtaniyayê yên ji bo adaptation (hemahengkirin)a xwe birêveberiya Kurd di mijarekê de, lê ti îşareyek bi peyva “Kurdistan”, “Kurd” an parêzgarîkirin ji mafên wan nekiriye.

Piştî peymana Lozanê, di yasaya bingehîn a sala 1924an de, Tirkbûn bû bi binyata welatîbûn û bi wî awayî di yasaya bingehîn a Tirkiyê de, haşa li her netewe û etnîkeke xeynî Tirk tê kirin.

Dawî

Herçend îmza kirina peymannama Lozanê di wî serdemî de dawiya xewna Kurdistaniyan bo avakirina dewleta Kurd anî, lê di heyama sedsala derbasbûyî de û piştî herdu peymannameyên Sevr û Lozanê, Kurdan ti carî li xebat û têkoşîna geheştina mafên xwe dest jê bernedan. Ji xebata Şêx Seîdê Pîran bigire  heta îro, xebata Kurd di her çar parçên Kurdistanê de ji bo xwe gehandina mafên destpêkî û neteweya wan berdewam e û heta bigehe encamê jî dê berdewam dibe.

KURDŞOP
576 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!