Pêwîstiya Dibistan û sîstema perwerdeyê di nivîsên Dr.Mistefa Şewqî Qazîzadede - Beşa 1

Du nivîs û hevpeyvîn li gel "Dr.Mistefa Şewqî Qazîzade" erkê wergirtin û guherina wan mijaran li ser milê "Kak Hesen Qazî" bû ji rênivîsa kevin wergirtiye, nû kiriye û ew rêk xistiye.

Kurdshop - Du nivîs û hevpeyvîn li gel "Dr.Mistefa Şewqî Qazîzade" erkê wergirtin û guherina wan mijaran li ser milê "Kak Hesen Qazî" bû ji rênivîsa kevin wergirtiye, nû kiriye û ew rêk xistiye.

Mamosta Qazî bi kurtî di wan nivîsan de bal kişandiye ser giringiya warê ziman ê wan mijaran bo dîroka pexşana Kurdî bi taybet li Mukiriyanê bi giring daye zanîn. Ev jî gotineke hûr û rast e. Ango em dikarin di warê ziman de wan du pexşanan şîrove bikin û bi hin berhemên ku hevdem li gel wan û piştî wan hatine nivîsandin bidin ber hev. Bi taybet ku Dr. Mistefa Şewqî Qazîzade kesekî xwendevan û dinyadîtî û weke îro dibêjin rewşenbîr ê serdema xwe bû. Giring e em bizanin ku rewşenbîrên wê demê ku yek ji wan Dr. Qazîzade ye çawa nivîsandine. Lê armanca min ji wan du berheman, şirovekirina zimanê wan nine, lê di warê naverokê de ev du mijar bo min pir giring in û ez ê bi berfirehî li ser wan bisekinim. Di mijara yekem de ku rojnameya "Hetawî Kurd" hejmar sê ya sala 1914an ku dike 1329 ya rojimêra koçî belav kiriye, Dr. Qazîzade mijarek di bin nave "Dibistan Çiye-  Mekteb Çî ye" de nivîsandiye. 

Mekteb çîye?

Di rojnameya "Îqdam" de derbarê pêşketina gelê Ermen de hin nivîs "malik" hatibûn nivîsandin, xwendin û têfikirîna wan nivîsan bo me di astekê de ye ku dilê mirov dikele û xwîn jê diçe,  li wîlayetekê ku Ermen têde nîştecî ne di nava Îran û Osmanî û Rûsan de eger hejmara wan milyonek kes be ku hê jî me gelek hesab kiriye "ango kêmî milyonekê ye" dîsan bi hewlên xwe û bi alîkariya maddî ya xelkê xwe karîne 700 dibistanan ava bikin ku 82 hezar xwendekarên Ermen têde dixwînin.

Ev rewşa Ermeniyane em jî ku Kurd in û nifûsa me heşt caran ji Ermeniyan zêdetir e mixabin me biqasî 80 hezar xwandevanên wan xwendekar nînin. Çima? Ji ber ku em bêkes in. Mela û mezinên me ji ber hezên xwe yên takekesî fêrbûna zanistê bi heram dizanin. 

"Du  tair mutenasib cinah der alem

Yekî bi ocê şehan ca yekî bi nîran dad"

Serok û axayên Kurdan ji kerema xwe guhdar bikin, eger gelê we nezan nebe ne mecbûre ku sibê heta êvarê li ber cot be û nîv yan sê li ser yek sûdê bibîne û di karekê de eger sûda wê ji bo wî heye gendelî û tembeliyê beke.

Tekez hûn dizanin ku tembelî û îhmaliya wî cotkarî ji ber wê yekê ye ku sûda xwe nizane, eger her ji zarokatiyê ve kesek wî fêr bike ku ew cotê dike bo wî baş û bi sûd e, wê demê dê baştir cot bike, Eger wesa be dê heskirina wî ji zeviya wî zêdetir bibe û dê baş bikêle.  Di vê rewşê de pêwîste ku zarokên cotkaran jî hinekê bixwînin, eger dibistan û xwendingeh bi zimanê wî be, eger salekê bixwîne û tiştekê fêr nebe, wê demê bi zimanê xwe wê bi şeş mehan bibe kesekî jêhatî. Ji navê dibistanê netirsin (Neveciniqin) ji ber ku ti cudahiyeke dibistanê li gel mektebên berê nîne.  

Ez dibêjim ku li Sablaxê du sed kurên dewlemendan hene, tevî ku sê salan li ber destê kurê derwêşekê dixwînin û bi zimanê farsî dixwînin, teştekî fêr nabin, gelo xelkê dewlemend, ma qey tişteke xerabe ku her li dibistana kurê derwêşekê û di salekê de Farsî, Kurdî, Turkî, Hîsab û Tîcaret û Çandinî, Zanistên Olî , erdnîgariyê û Dîrokê fêr bibe? Tekez eger hûn ji zarokên xwe hez bikin hûn ê bo wî karî gelek sipasdar bin. Eger hûn dibêjin çawa dibe ku zaroka me di 3 salan de fêrî wan hemû tiştan bibe, ez dibêjim bi hewla we ti zehmetiyek tine, ji ber ku eger hûn ku 200 kes in her yek ji we salê 10 tumenan bide, wê bo salekê bibe du hezar tumen, bi wan du hezar tumenan bi hêsanî dikarin avahiyek û mamostayên baş bo zarokên we dabîn bikin. Kurê we li her sal zêdeyî deh tumenan dide dibistanekê ku, tiştekî ji binemayên jiyanê fêr nabe, gelek bê rewştî û lêdan têde heye.

Weke min got eger hûn di nava xwe de civatekê çêkin, wî pereyî kom bikin, hem zarokên we dê bibin zilamên jêhatî û hem wê bibe xêr û sedeqe, ji ber ku hin zarokên hejar jî dikarin bê beramber li wê dibistanê bixwînin û tevî ku mezin dibin wê fêrî kar û kesabetê bibin.

Ez dixwazim tişteke din jî bêjim, sibê rojê encûmen wê li her bajarekê çend kesan bo Meclîs (Parlemento) hilbijêre. Eger hun bibînin ku ev Encûmen bo berjewendiya gel e ku xelkê biyanî zilmê li me neke, ew encûmen wê bibe aliyek ku haydarî welat û kesên biyanî be û ew jî weku wan bo gelê xwe hewil bide. 

Înşala hûn ê bo perwerdekirina zarokên xwe hewil bidin û wan bikin kesên jîhatî (Zilam) ku weke dibêjin "hewla zilaman çiyayan dihejîne-  Hîmet el-rîcal Teqlei elcîbal)

Çavkanî: Kovara "Hetawî Kurd" hejmar 3 -  29 kanûna 1329 – 11çileya 1914-

Qazîzade- Mistefa Şewqî

Di vê nivîsê de çend xalên giring hene

Yekem; Dr. Şewqî hest bi giringiya avakirina dibistanan li Kurdistanê bi awayê modern kiriye. Li Kurdistan a ku wê demê di bin bandora Axa û Şêx û melayan de bûye û her yek ji wan 3 aliyan bi dilê xwe û li gor xwe serederî li gel xelkê kirine. Tevî wê yekê heta wê demê xwendin û fêrbûn di bin destê wan sê aliyan de bû, ku mela di xizmeta axa de bû û peywendiya Şêxan jî bi vê sîstemê ve hebû.

Gelek bi kêmî hatiye dîtin ku kesên din ên di asteke nizim a civakê de ne bi xwendinê bikarin jiyana xwe biguherin û bibe sedema guhertinê di nava sîstema desthilata ku heye.

Mîrza (mamosta – Lê ne mamostayên olî) ku her li hucre û medreseyên kevin fêr dibûn careke din vedigeriyan nav heman sîstemê ku ji aliyê axa û şêxan ve hatibû dagîrkirin,  herweha xwendin jî her bi zimanê Farsî û Erebî bû.

KURDŞOP
688 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!