Werzişvanekî Kurd di pehlevantiya navnetewî de pila yekem bi dest xist

Enes Îmad xortekî navçeya Kifriyê ye û di nava 40 werzîşvanan de pila yekem bi dest aniye.

Şadî

Kurdshop – Werzişvanê Kurd Enes Îmad Mehmûd di pehlevantiya profesyonel a navneteweyî de sitayla K1 (Hunerên şer û kîkboks) li ser asta 40 walatan pila yekem bi dest xist.

Bavê Enes di daxuyaniyekî de diyar kir ku kurê wî di pehlewantî ango lehengtiya profesyonel a stayla K1 di wezna 51 kîlogram de pila yekemîn bi dest xist û li gel lehengekî bi ezmûn yê bi nave Cehfer Cemal lîstiye.

Ev Lehengtî ji aliyê rêxistina Gilgamêş a werzêşî ya El Erebî li  paytexta Iraqê Bexdayê hat saz kirin, û herwaha 40 werzîşvan li herêma Kurdistan, Îran, Sûriye, Lubnan û Iraqê beşdarî wê pêşbirkê bûn.

Enes Îmad xortekî navçeya Kifriyê ye û di nava 40 werzîşvanan de pila yekem bi dest aniye.

KURDŞOP
1110 Dîtin

Çend taybetmendiyeke avjeniyê

Çiyagerî û bilindahiya çiyayên Kurdistanê

Bandorên werzîşê li ser hiş, laş, tevgera civakî û perwerdehiya zarokan

Pisporên zarokan dibêjin, eger zarok bigihêje temenê bihîstinê û ne xwediyê şiyanên bedenî yên bihêz be, wek nimûne, nekare bi tenê    biçe ser kursîyekê rûnê û qelemê bigire, dê bandoreke mezin li ser temenê çûna wî ya dibistanê hebe.

Werzîşvanekî kurd di turnuvaya navnetewî ya Kickboksê de madalya zêr bidest xist

Werzişvanê Kurd di fînalê ya li hember wezişvanekî mazûvan de serkeftin bidestxist û bilî bidestxistina madalya zêr, wek werizişvanê herî xwedî teknîk ê wê Turnuvayê jî hat destnîşankirin.

Ajokarê otomobîlê yê Tîma Kurdistan Racingê di pêşbirka otomobîlanda serkeftinek giring bidest xist

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

Ciwanekî kurd ê xelkê Cizîrê bû şampiyonê Kick Boks ê Tirkiyê

Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.

Melevanê Kurd ê Mihabadê rekoreke nû tomar kir

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû. 

Werzişvana Kurd a ji Dêrsimê bû şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!