Cureyên tundûtîjiyên malbatî

Rojan Sofîzade

 

Tundûtîjiya malbatê tê wateya reftarên tund, neguncayî û serdestî ya endamekî malbatî li dijî endamên dinê yan jî endamên heman malbatê. Li gorî lêkolînên civaknasî, armanca sereke ya tundûtîjiya malbatî, zarokên temenkêm in. Duyemîn cureya tundûtîjiya bav di malbatê de, tundûtîjiya li dijî jinê ye.

Li ser asta cîhanê, ji sê jinan yek ji wan di tevahiya jiyana xwe de rastî tundûtîjiya fizîkî an zayendî ji aliyê hevjîn an destdirêjker ve ezmûn dike. Zilam jî ji aliyê jinên xwe ve rastî tundûtîjiyan tên. Li gorî amarekê ku li Birîtaniyayê hatiye belavkirin, ji her sê qurbaniyên tundûtîjiya malbatî, yek ji wan mêr e.

 

Cureyên tundûtîjiya malbatî

- Tundûtîjiya fizîkî (cesteyî) wek: Lêdan, birîna endamên laşê û kuştin.

- Tundûtîjiya zayendî wek: Destdirêjiya zayendî, sûdwergirtina zayendî û laşfiroşiya bi zorê.

- Tundûtîjiya derûnî wek: Sivakatîkirin, bêrêzîkirin, gefxwarin û gumanjêkirin.

- Sînordarkirin wek: Jinavbirina serxwebûna darayî û destbiserdegirtina dahatê.

Di vê navberê de, adetirîn cureyên tundûtîjiya nava malbatê tundûtîjiya derûnî ye.

 

Tundûtîjiya li dijî zarokan

Tundûtîjiya zayendî û fizîkî ya li hemberî zarokan di nava malbatê de, bîr û hewldanên xwekujiyê di zarokan de zêde dike. Van zarokane di warê reftar, hest û hezkirinê de rastî pirsgirêkan tên û di qonaxên xwendinê de têk diçin ku bi piranî dev ji xwendinê berdidin.

Lêkolînan nîşan daye ku ezmûnkirina tundûtûjiya di nav zarok û nûciwanan de, bi zirareke kûr a laşî, hestyarî û civakî re têkildar e û bi tundî bandorê li tendirustiya dîtingeh û hestiyar, şiyan û nerîna zarokan dike. Ev zarokane bi helsengandin digel zarokên ku di nav malbatên tendirust û bê tundûtîjî de mezin bûne, tendirustiya reftarî û hestyariya kêmtir hene.

Zarokên ku rastî tundûtîjiya malbatê tên, hertim rastî zirareke hestyarî tên û ev yeka jî bandoreke neyînî li hemû jiyana wan dike. Ev zarokane berdewam di stresê de ne û şiyana xwe ya tekezîkirinê ji dest didin û rastî bêxewî, bê îştihayî û pareman ji pêgihîştinê tên.

Zarokên ku bûne şahidê tundûtîjiya dayîk û bavê xwe, bi egera zêde ve li jiyana hevbeşiya xwe di paşerojê de, vê tundûtîjiyê berhem tînin. Herwisa di nav zarokên wiha de jî xemokî, tûşbûn bi madên hişber û elkolê zêdetir e. Zarokên ku dibine şahidê tundûtîjiya fîzîkî û zayendî, egera wê yekê heye ku bi xwe jî bibine qurbaniya tundûtîjiyên bi vî rengî.

 

Tundutîjiya li dijî jinan

Civata Giştî ya Saziya Neteweyên Yekbûyî, tundûtîjiya li dijî jinan wiha pênase dike: Tundûtîjiya li dijî jinan her cure kiryarek tundûtîjî ye li ser bingeha zayendî ku bikare di warê fîzîkî, zayendî û derûnî de zirarê bide jinan; Di nav van kiryaran de hin karên wek sepandina bi zorê ya bawer an kiryarek bi ser jinan de û wergirtina azadiyê çi di civakê de çi jî di jiyana takekesî de, li xwe digire.

Tundûtîjiya li ser jinê yek ji girîngtirîn û diyartirîn kêşe û diyarde ye ku di hemû civakan de rû dide. Faktorên wekî demokratîkbûna civakê û baweriya civakê bi wekheviya zayendî û herwiha baweriya bi yasayan di vî warî de dibe karibin heta qasekî zêde rêjeya tundûtûjiyê kêm bikin, lê dîsan jî ev mijare yek ji wan mijarên nehatî çareserkirî ye û di hemû civakan de bi rêjeyeke zêde û kêm têne rûdan.

 

Jin divê li hemberî tundûtîjiyê çi bikin?

- Egera bicihêlana bilez a malê pêwîst e û divê di pêşî de li mala cîran, heval, xizm, hevkar an stargehek cihê bawerê bo xwe peyda kiribe.

- Ji bo ku hûn bi asûdeyî ve mala xwe bi cih bihêlin û bigihîjin cihê mebestê, bo mînak di warê hatinûçûnê de, we planek hebe.

- Hin kelûpelên pêwîst yên wekî nasname, telefon, pere, derman û cilûberg li ber destê we bin û lîsteyeke ji wan jimareyên telefonên ku ji bo rewşa lezgîn hewce ne, bila hertim li cem we hebin.

- Bi kesên nêzî xwe re bi rêya têlefon an jî her emrazeke din ên pêwendîgirtinê re di têkiliyê de bin û piştgirî ji wan bistînin.

- Hewl bidin ku karê xwe yê rojane biparêzin û demê bo çalakiya laşî û xewê dabinên.

- Ji bo aramkirina hiş û hestên xwe, ji rahênanên armkirî yên wek henasekêşanan nerm û yoga sûd wergirin.

- Mijûlê hin çalakiyan bin ku ji bo birêvebirina kelecanî û stresê bi bandor in.

- Heger doktorê we hebû, rewşa xwe jê re bibêjin.

KURDŞOP
295 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!