18 davên naskirî yên jiyanê

Hewar Nûr

 

Davên jiyanê

Em di zarokatiya xwe de hin şêweyên ramanê çê dikin. Mînak di dewra malbatê de kesê ku debara malbatê dabîn dike û bi zehmetî ve debara xwe dabîn dike, ji malbateke navînî ya 4 kesî zêdetir hesta berpirsyariyê esas digire.

Mixabin bandorên li ser zarokan hertim baş û pesend nînin.

Zarokek ku li dibistanê zilm lê tê kirin, mumkin e bîr ji wê yekê bike ku hezkirî nîne.

Zarokek ku rastî lomeya mezinan tê, belkî bîr ji wê yekê bike ku girîng nîne yan ti carî qebûl nakin.

Ew ezmûnên jehrayî dibine sedema rahînanên nerênî yên hizrî-hestî. “Hestî\kiryarî”.

Bîranînên nexweş û pir êş û bawerên li derbarên me û yên dinê, agehane û ne agehane dewrana mezinbûnê, zewacê û perwerdehiya zarokên me jî vediguhazîne.

Her lewma tevahiya davên jiyanê di serdema zarotiya me de şikil digirin, beşek zikmakî ne û beşeke din jî ya nifşan e.

Li jêrîn pêka nerînên “Jeffrey Young”, derûnnasê navdar ê Amerîkayî îşare bi 18 davên jiyanê û raspartiyên van davane bo tûşbûyên wan tê kirin. Bi balkişandin bo ser raspartiyên wan, em ê bizanin axo her yek ji wan davane di we de çalak in an ne:

1- Dava bêbawerî\ kiryara xirab

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji:

“Ez nikarin çavnihêriyê ji yên dinê bikim ku bi min re dilovan bin û bi min re bi dadperwerane reftarê bikin.

2- Dava netevahî\ şerm

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji:

Ez li gorî pêwîst baş nînim.

Ez di bingehê de netevaw im.

Her kesek di rastî de min nas bike, nikare hez ji min bike.

3- Dava bêpariya kelecanî yan hîsî  (emotional).

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji: Ez nikarin çavnihêriyê ji yên dinê bikim ku pişta min bigirin û hewcehiyên min dabîn bikin.

Bêpariya heyecanî li ser kêmbûna hezkirin û dilovanî an şîretên minasib ji dayîk û bavan nehatine wergirtin.

4- Dava perawêzxistina civakî\ xerîbî

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji: Êdî min bi xelkê re cudahî heye û ez nikarim bi wan re pêk werim.

Hesta cudayî û tenêbûn, hetsa cudabûn ji her girûp yan komek û ew ê ku di pêwendiyên xwe de bi wan sedemên ku ji yên dinê gelek cudatir e, çavkaniyê digire.

5- Dava jikarxistina kelecan û hîsî (emotional)

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji: Nabe ez hestiyariyên xwe nîşan bidim, ez divê hemû demekê pêşiya xwe bigirim.

6- Dava têkşikanê

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji: Ez di bingehê de bêsûd û têkşikestî me û berdewam di şikestê de me û di paşerojê de her ratî şikestê werim.

Min li rex yên dinê jêhatiyek kêm heye û min serkeftinên kêmtir di jiyana xwe de hebûne.

7- Dava ziyandîtî ya derbarê nesaxiyê yan ziyan û zirarê.

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji:

Qebahet her li wan nêzîkatiyane ye! Mijûl e tiştên xirab rû didin. Min ti hêzek nîne û di hember wan de ti tiştek destê min nayê.

8- Dava pêvegirêdayî

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji:

Ez nikarim xwe şiyar bim.

Min ji bo berdewamkirina jiyanê hewcehî bi piştevaniya yên dinê heye.

Ez nikarim pirsgirêkên xwe çareser bikim û li hêviya jiyana xwe bim.

9- Dava kesayetiya pênegihîştî\ pirsgirêk

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji:

Ez nikarim bi bê pêwendiyên nêzîk û heta hetayî yên dayîk û bavê xwe yan hevjîna xwe zîndî bim.

Ez divê bizanim ew çawa bîr dikin, bo wê ku xatircem bim ku min çi bîrûhizrek hebe.

10- Dava vêlbûn\ lawaz

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji:

Ez nikarim ji bo alîgirî, agehdarî û pêwendiya berdewam kesê hilbijêrim.

Ew kesên ku ez ji wan hez dikim û min hewcehî bi wan e hemû dimirin.

Ew kesên ku ez ji wan hez dikim û min hewcehî bi wan e, nikarin piştevanê min bin.

11- Dava guhgirtin

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji:

Divê hewcehî û hezên yên dinê li cem min ji hewcehiyên min girîngtir bin.

Eger hat û ez wan karane nekim, ew kesên ku li cem min girîn in, min ji xwe dûr digirin.

12- Dava reşbînî

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji:

Wisa hatiye diyarîkirin ku ez tûşê şaşiyên pir metirsî dibim û encamên qebahet li pey tên.

Hemû tiştek her bi şaşî derdiçe û ez rastî bûyerên xirab têm.

13- Dava bişiyan\ xwe mezinzanî

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji:

Ez taybet im û ji hemûyan baştir im.

Divê ez hetim kesê yekê bim.

Ti yasayek li cem min guncaw nîne.

14- Dava dîsîpîlîn û rêkûpêkî

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji:

Nabe ez nerehet û xemgîn bim

15- Dava balkişandinê

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji:

Divê di hemû mijaran de min pê baş bin. Ger belê ji bo min neyê gotin û ez li cem wan baş nebim, ez rastî pirsgirêka gelek metirsîdar têm.

16- Dava hêncetgirtin û rexnegirtina jiqasderçûyî

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji:

Divê ez gelek bi zehmetî ve kar bikim da ku standarda min li serê be, hekî na ez rastî gilî û rexnan werim.

Min dema bêhnvedanê nîne û divê hertim bi sûd bim.

17- Dava cizadanê

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji:

Şaşiyan encamên xwe hene û ez û her kesekî dinê ku rastî şaşiyan bên, divê bêne cezakirin

18- Dava xwegorîkirin

Rasparteya sereke ya vê davê pêk hatiye ji:

Divê ez pêdiviyên yên dinê di pêş pêdiviyên xwe de dabîn bikim.

Ez naxwazim xweperest bim an jî piçûktirîn zirarê bidime kesî.

KURDŞOP
340 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!