Rola mamosteyan di piroseya perwerde û hînkirinê de

Rojan Sofîzade

 

Mamoste roleke girîng di hînkirinê de heye, ji ber ku ew cîbicîkerên serekî yên pirograma xwendinê ne, rêberên xwendekaran in di prosesa fêrbûn û hînkirinê de, ew in ku çavdêriya encamên xwendekaran dikin û hewl didin ku wan baştir bikin û wan pêş bixin. Heriwiha bibandor e di pêvajoya hînkirinê de û bandorê li kesayetiya xwendekaran dike. Ji ber ku rasterast bi karê xwe ve mijûl dibe û gelek dem pê re derbas dibe.

Bo mînak li welatê Almanyayê serdemekê doktoran daxwaza zêdekirina mûçeyan kirin, lê Sedr Ezam ê Almaniyayê li bersiva wê daxwaziyê wisa gotibû: “Çawa hûn dikarin daxwaz bikin ku mûçeyên we ji yên mamosteyan zêdetir be?!”

Belê Li vir em rol û girîngiya mamosteyan dibînin û dizanin ku mamoste çiqaz hewceye ji bo pêşketina welat û gihîştina her kesekê bi hêvî û armancên wî.

Mamoste kevirê bingehîn ê pirosesa perwerdeyê ne û roleke wan ya sereke û aktîv li ser qonaxên jiyanê heye ji bo têgihiştin û perwerde kirina kesan bi giştî, ji ber ku ew mamoste ye ku herî baş dikare xwendekaran di hemû warên pêşkeftin, ewlehî û hezkirinê de amade bike.

Rola mamostayan ew e ku xwendekaran bi awayekî saxlem û rast perwerde bikin, da ku bibin mirovên dilsoz, çalak, xwedî wijdan û zindî ji bo welat, netewe û civaka xwe.

Ji ber ku mamoste bi hêsanî dikarin bandorek erênî li ser jiyana xwendekarên xwe bikin, herwisa cewhera mirovan hewce dike ku kesek bibe rêber û çavkaniya hestên zindî yên wan û wan ber bi kiryarên baş û çêtir ve bibe.

Hînkirin ne tenê gihandina agahiyan û nîqaşkirina mijaran ji xwendekaran re ye, lê di heman demê de bi şagirtên xwe re wekî bav, bira, xwişk û dayikan tevdigere. Ew ji xwendekaran re rêber û arîkar e, bi wan re dijî, wan perwerde dike, çavdêrî û tevgera xwendekaran dike.

Wan hînê xwendin û nivisîn û axaftinê dike. heta di pêşerojê de bibin mamoste û doktor û endazyar û hakim û hwd.

Her mamoste dê ji encamên giştî berpirsiyar be, Ji ber ku mamoste di warê perwerde û hînkirinê de pêşenge, lewra mamoste dê li hember hemû astên xwendekaran, reftar û encamên wan berpirsiyar in, ji ber ku dikarin rola xwe ya erênî bilîzin û xwendekar bi awayeke perwerdeyî û saxlem bigihîjin armancên xwe. Bi rastî jî ya ku civak ji mamosteyên dilsoz hêvî dike ev e.

Hewce ye ku dîd û peyama her mamoste û dibistanekî wiha be:

- Perwerdekirina xwendekaran û başkirina kalîteya perwerdeyê û bilindkirina asta zanîna xwendekaran Bi awayekî nûjen.

- Xwendekaran han bidin ku jîngehê biparêzin û bibin dostên jîngehê daku Bala xwe bidin parastina jîngehê û paqijiya dibistanê.

- Giringîdan bi pêşveçûna şiyana pîşeyî a mamosteyan û zêdekirina kalîteya fêrbûnê.

- Giringîdan bi perwerdehiya xwendekaran û şirovekirina nirx û reftarên civakî û rengvedana wan di kirdarê xwendekaran de.

- Dabînkirina Jîngehek xweş û wekhev ji bo xwendekaran.

- ‏Perwerdehiyê bikin dînamo ku bi çêkirina jîngehek tendurist pêşerojek geş ava bibe.

- Lênêrîna ewlekarî û tenduristiya kesan li navendê dibistanê.

- Bejdarîkirina dê û bavên xwendekaran li ser mijarên pêwendîdar.

- Avakirina nifşek tijî hest û hezkirina welatê xwe.

KURDŞOP
607 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!