# Nav Mane
651 Kovan Xem. Nerihetî. Êş. Jan. Derd. Kul. Elem. Keser. Azar.
652 Kovar Govar. Belavoka ku heftane yan mehane carekê tê weşandin.
653 Kûran Darê cengelî. Di dema havînê de dema ku ba ji pencereyekê ve derbasî pencereye din dibe û hundir hênik dibe dibêjinê kûran.
654 Kurdan Koma peyva Kurd. Pirjimara peyva Kurd. Kurdgel. Kurdeyl.
655 Kurdemîr Kurdê mîr. Kurê emîr û serok.
656 Kurmanc Kurdên ku bi zaravayê kurmancî diaxifin.
657 Laçîn Navê paytexta Herêma Kurdistana Sor bû (1923-1929). Navê balindeyekê ye ku ji bazê piçûktir e û nêçîrê dike.
658 Lano Kurtkiriya peyva “lan” e ku tê wateya hêlûn û cihê jiyanê.
659 Las Laz. Lac. Giyayê ku hatiye dirûn lê nehatiye komkirin. Darekî wek dara sinciyê ye lê bê strî ye. Firîw. Rêxa ga. Navê qehremanê çîroka Las û Xezal e, ku Las xelkê Balek û Balekiyan e.
660 Lasame Barana tund. Rêjnebaran.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!