1 |
Hadar |
Mend. Tiştê ku nabizive. Nalive. Necûł. |
2 |
Hako |
Ji nişkê ve. Bêyî vê ku lê binêre. |
3 |
Hano |
Alîkar. Hono. Yarîdeder. |
4 |
Harsim |
Ava qoreyê. Ava pesîreyê. (Qore û pesîre: tiriyê ku tirş e û hêla negihîştiye). |
5 |
Haşiye |
Qerax. Perawêzî kopeř. Qeraxa kaxezê. |
6 |
Havî |
Biyanî. Namo. Nenas. |
7 |
Havil |
Encam. Akam. Berhem. Hewldan. Alîkarî. Netirsan ji kar û Xwelêdan. |
8 |
Havîn |
Demsala havînê. |
9 |
Hawa |
Navê çiyayê Demawend e li Avestayê de. |
10 |
Hawar |
Hewar. Bang û hawar. Hawarbirina xwe bo kesekî din. Ax û dax. Navê kovarekê ye ku Celadet Alî Bedirxan di sala 1932an de weşand û 57 hejmar jê derketin. Navê kovarekê ye ku ji aliyê Hafiz Mistefa Qazî ve li sala 1971an li Bexdayê dihate weşandin, lê piştî sê hejmaran hate daxistin. Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê li quntara çiyayê Şinirwê ku Kakeyî ne. |