| 41 |
Berwaj |
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî. |
| 42 |
Berwar |
Beroj. Tiştê xwar û xîç. Takêş. Ser aliyekî de xwarbûn. Li hindek herêman tê wateya “rêkewt”, lê gelek ji zimanzanan bikarhînana peyva “berwar” di cihê “rêkewt” de şaş dizanin. |
| 43 |
Berxwedan |
Xebata bê rawestan. Bergirî. Serhildan. |
| 44 |
Berzan |
Bilindahî. |
| 45 |
Besan |
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî. |
| 46 |
Beşdar |
Pişikdar. |
| 47 |
Beşîr |
Di zaravayê soranî de tê wateya ajel an jî jinên şîrdar. Lê di farsî de tê wateya mizgênîder. |
| 48 |
Bêstûn |
Bê paye. Bê stûn. Ji bo asîman jî bi kar dibin, çimkû bê paye û stun e. Ew çiyayê ku Ferhad bi zehmeta zend û baskên xwe tiraşî. |
| 49 |
Betîn |
Agirîn |
| 50 |
Bêwar |
Bê war. Bê cih. |