Ling

Evîn Teyfûr

 

Her der di nava reşahiyê de mabû. Ji ber reşahiyê tu tişt li ber çavên wî xuya nedikir. Xwest xwe bighîne derî û piçek tîrêjên ronahiyê bibîne, lê her çendî di odeyê de li dora xwe digeriya, ji reşahiyê deriyê odeyê nedidît. Destên xwe dirêjî nava reşahiyê kir û wek ku kirasekî veçirîne, ta bi ta reşahî ji pêşiya çavên xwe da alî. Bi matmayîbûn û qêrîn destên xwe bi hemû dîwarên odeyê ve mîna moriyan peland, lê derî nedît. Bi tirs rûyê xwe li nava odeyê zivirand û bi wan her du bîbikên çavên xwe her devera odeyê peland û ji pelandinê, bîbikên çavên wî li jorê asê ma "De, der, derî"

Li jorê derî hebû, derî. Bê hizirîn xwest destên xwe dirêjî derî bike, lê destên wî negihiştinêkê ji ber ku ne bi şûna xwe ve bûn û hîna jî şopên pelandina wî bi dîwêr ve asê mabûn. Bi lingên xwe ve nihêrî, lê ew jî ne pê ve bûn û di nava nivînan sist û pûç mabû. Li şûna şopên lingên wî tenê xwîn hebû xwîn. Bê çare dîsa çavên xwe wek asîmanekî dûr û kûr bi jor ve meyîdand, lê derî vebû û komek pêlav bi ser wî de hatin xwarê. Rûyê wî mîna bacana perçiqî di nav pêlavan de wenda bû û hew tenê xwîn li pey şopên wî diherikî. Ji nişkê ve çavên xwe vekir. Rûyê wî di nava xwêdanê de mabû. Bi veciniqîn xwe ji nava nivînan avêt. Dît ku kurê wî pêlava wî bi ser rûyê wî de lêdide û derî jî hişk tê lêdan. Bê hizirîn bi dest û lingên xwe ve nihêrî û keserek kûr kişand.

Bi yek carê ve derî vebû, hevjîna wî ket hundir û li rewşa wî matmayî ma û got: "Çi bi te hatiye tu ewqas veciniqî? Heger tu westiyayî îro neçe ser karê xwe." Wî jî wekî ku naskiribe her tişt li cihê xwe û aram e, bi lawê xwe ve nihêrî û ew mîna perperîkan hilda. Pêlava xwe ji destan girt û ew wekî ku beriya niha hembêz nekiribe, kûr hembêz kir û got: "Na, divê ez biçim ser karê xwe, ji xwe hîna heyveke min di kar de nebûye ku ez ji niha ve dest bi destûran bikim, ya din jî dema rojbûna lawê min î şîrîn pir nêz maye qurbano, ez ê biçim û serê mehê vegerim da ku pêlava herî xweşik ya dinyayê ji lawê xwe re bînim û bikim diyarî"

Di van demên dawîn de tenê reşahî û westabûnê li rûyê wî xwe dida der. Ji aliyekî xumexuma şer û ji aliyekî tunebûn û hejarî. Demekê dixwest di parastina asayişa welatê xwe de bixebite da ku bikaribe di rojbûna lawê xwe yê yekem de jê re pêlavekê bikire. Êdî lawê wî ketibû şeş mehiya xwe û bi ser lingan ketibû bi pêlavên bavên xwe ya bi qasî bejna wî dilîst. Lewma wî her bi lingên wî ve dinhêrî û digot:

"Bila bavê te bi qurbana lingên te yên tazî ku di vê kelekela tîrmehê de dişewitin. Tenê Şeş-Hetf roj ji serê heyvê re man, wê bavê te pêlava herî xweşk ji van lingên te yî nazik re bîne Kuro." Lawê xwe bi hesret bêhn kir û xiste hembêza hevjîna xwe. Rext li pişta xwe girêda û tifing xiste piyê xwe. Hevjîna wî jê pirsî ku ew ê vê carê dê pir bimîne wî got: "Na, delala min tenê pênc roj in û ez ê vegerim. Ji xwe heta wê demê wê pereyên me jî werin, ez ê pêlava herî xweşik ji lawê xwe re bikirim û werim".

Hevjîna wî hesreteke kûr kişand, li rexta li pişt wî nihêrî û got: “Tu dizanî, di wan deman de, şer li her derê gur bûye û her kesî dibin nava şer, haj ji xwe hebe” Wî wekî ku xwest dilê wê rihet bike got: "Lê yên asayişa hundirîn in, em ê tenê bo xeta parastinê biçin û ji xwe yê zewicî jî di nava şer de ne, mixabin ku pasevan bi wan lazim in û em jî mecbûr in ku bi vî erkî rabin. Ez ê pênc rojên din vegerim'' Û di derî re derket û çû.

Ji bilî şopên êşê tu şop li seyra lingên wî neman. Ew mîna çirûskeke ku hêdî hedî tê temrandin, pir ji dûr ve dihat dîtin. Êdî ji bilî rexta tijî gûle tiştek ji pişta wî nema dihat xuyakirin. Rojek, du, sê, çar û pênc derbas bûn û roja vegera wî hat. Erê ew vegeriya, lê giyanê wî li wir di bin lûleyên tifingan de bêhna xwe yê dawî hilkişand û binaxkirî ma. Di kertonekî de pêlava wî yê tijî xwîn dan dest lawê wî û jê re got in ku: ''Ev pêlava herî xweşik ya dinyayê ye ku bavê te layiqî lingên te dît''.

KURDŞOP
401 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!