Danasînek li ser Romana “Bîra Qederê” Ya Mehmet Uzun

Êlan Mihemed

 

Romana Bîra Qerderê ji aliyê nivîskarê Kurd yê navdar Mehmet Uzun ve hatiye nivîsîn. Ev roman di dîroka 1955an de hatiye weşandin. Ev romana biyografî li ser jiyana Celadet Bedirxan radiweste. Rûpelên romanê ji 260 rûpelî pêktê. Herwiha ev pirtûk gelek caran jî hatiye çapkirin û weşandin.

Ev roman bi hostatiyeke herikbar hatiye nivîsandin ku ji aliyê bi hezaran xwendekarên Kurd ve hatiye xwendin û ecibandin. Ji xwe destpêka romanê bi mirinê dest pê dike û her wiha bi mirinê jî dawî dibe. Roman ji şazdeh wenêyan pêk tê ango ji şazdeh beşan pêk tê. Wenêyên (beşên) romanê ji me re qala Celadet, malbata Bedirxaniyan ya li Stenbola destpêka sedsalê, herdu şerên cîhanê, rojên penaberiya li welatê xerîbiyê, serdema Xoybûn, Kovara Hawara ku ji Şamê dihat weşandin, jiyana li Almanyayê, ya șerê yekemîn ku jiyan û evînî bi hev re tê kirin...  Ev tev bi xemleke wêjeyî û hunerî, bi hev re hatine hunandin û bi şekl û zimanekî xweşik ku her xwendevan jê fêm dike hatine girêdan.

Mehmed Uzun di “Bîra Qederê”de jiyana Celadet ku ji her alî ve bi xebat, evîn, têkilî, war û her tiştê xwe ve trajîk bû û dîroka malbata Bedirxanîyan, ya bi hesret û keser bi ax û nalîn dide nîşandan. Di romanê de mehmet uzun li ser Şazdeh wêneyan (beşan radiweste). Her beșeke wêneyan bi xweşikahî û berfirehî wesif dike. Di destpêka her beșî de ew wêne bi dîrokên wan ê dema ku tê de hatine girtin û bûyerên wê çaxê bi kitekit cih digirin.
Roman li jidayîkbûna Celadet Bedirxan û danasîna Bedirxaniyan dest pê dike, Celadet mirî ji dayîka xwe dibe û li rex bîra di hewșa wan de li Stenbolê șiyar dibe û çavên xwe li gerdûnê vedike. Jiyana xwe jî li sûriyayê di bîrê ji dest dide. Bi wî awayî roman li ser bîra jiyana Celadet e ji ber ku di destpêk û dawiya jiyana Bedirxan de bîr heye . Ew bûye girêdanek di romanê de. Bîr li pey Celadet diçe û hukm li qedera Mîr dike. Ji aliyekî din ve bîr bi Kurdî hemwateya (bîranîn) e. Paşê, Celadet li ku be bîr li wir e, hem bîra reş û tarî û hem bîr û fikira ronîdar û çirisandî. Bîr her li pey wî ye û qedera jiyan û mirina wî wêne dike. Celadet navê bîra gundê Hecanê kir “Bîra Qederê”, pêşbînî kir ew ê bibe sedema mirina wî û wê çaxê got: "A niha ez di aqilê xwe de dibînim ku ez bûme serseriyekî dinyayê, bê mal û mindal û war."

Mixabin pêşdîtina Celadet rast derket û wî di 15ê Tîrmeha sala 1951ê de ji dinyayê bar kir, piştî ku piyên wî şemitîn û di Bîra Qederê de wer bû.

Mehmet Uzun di nava romana xwe de zimanekê xweş û herikbar ku her kes jê fêm dike bikar tîne, di warê hûnandina zimanî de jî di asteke herî bilind û bi coş bi karaniye.Di warê girêdana peyv û hevokan de xwendekar jê sûdek û çêjekê distîne. Ji ber vê yekê, “Bîra Qederê” rêbazekî nû ye, berhemeke nûjen e, rêbazê wê ya wêjeyî bilind e û bi zimanê xwe ve dewlemend e. Lewma roman tiştek nû û xweşik ji me re dibêje, li ser rewşenbîrên Kurd yên mîna Celadet Bedirxan û Memdûh Selîm Beg gelek berbiçav e. Herwiha çanda kevnar û rengê jiyana çandî ya di nava Kurdan de, herêmên cuda yên Kurdistanê û penaberiyê mîna rêzefîlmekê bi bîr tîne.

Em bi vê romanê, civak û dîroka xwe, derd û êşên rewşenbîrên Kurd yên berê û tekoşîna wan nas dikin. Bo mînak penaberî û êșa wan, bi tena xwe di welatekî cuda û dûrî axa welêt, bê çaretiya bo gelê Kurd ku qedereke bêyom li ser eniya wan hatibû nivîsandin û hwd. Lê ev êş û janan bandora xwe ne bi tenê li ser Celadet Bedirxan hîștîye, belkî Mehmet Uzun jî kulên dilê xwe bi zimanê wî diguvişe.

Mehmet Uzun, bi riya serlehengê romanê Celadet, dixwaze bêje ku bîr qedera bêlome ya zana û nivîskarên Kurd e, qedera ronakbîrên Kurd ên raste, ku di jiyana xwe de li pariyê nanê xwe diheyirin û ji nişkê ve piyê wan dişemite û di bîreke kûr û tarî û bêbinî de wer dibin.

KURDŞOP
443 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!