Ev rapore ji aliyê mamoste Sûdad Resûl ve hate xwandin
Êvar baş amadebûyên hêja
Ez xwe bi bextewer dizanim ku ji aliyê Saziya KURDŞOPê ve bi nûnertiya lîjneya hilbijartina Xelata Zarayê û endamê lîjneya dadweran hatime bijartin ji bo xwendina rapora lîjneyê û hilbijartina berbijêrekê bo bexşîna Xelata Zarayê bo zimanê Kurdî.
Danîna Xelatek bi navê Zara bo zimanê Kurdî ji aliyê Saziya KURDŞOPê ve, pêngavek girîng û bibandor e bo rêzgirtin ji xebata mamosteyek jin ku ji bo xwendevarkirina zarokên gelê me bi zimanê dayîka xwe, bi 5 sal cezayê girtîgehê hate sizadan, di heman demê de ew binçavkirine, rûyê kirêt ê desthilata Îranê nîşanî me û hemû cîhanê dide ku çiqasî ji xwendina bi zimanê Kurdî ditirsin.
Zara Mihemedî çima li ser zimanê Kurdî hate girtin? Ew girtine aliyên xwe yên siyasî – ferhengî hene ku pêdivî ye em lê vegerin û li ser wan bisekinin. Çima dagîrkarên Kurdistanê bi taybetî ji aliyê herdu dewletên Tirkiye û Îranê ve bi wî qasî tirs ji xwendina bi zimanê Kurdî hene? Ji ber ku ziman giringtrîn nasnameya netewî ye, ziman weka neynûkekê ye ku netewe hemû hebûna xwe tê de dibîne; di nav wî zimanî de dîrok û çanda xwe dibîne ku ew netewe bi rêya wî zimanî re çêkerê wê ferhengê ye. Lewma heta ziman sax û serpê bimîne, netewe jî sax û serpê dimîne. Dagîrkarên Kurdistanê wê baş dizanin ku eger netewa Kurd bi zimanê xwe bixwîne û bibe xwedî zimanek pêşketî yê xwendin û nivsînê, dê neteweyek xwedî ferhengek bilind ji bo Kurdan çê bibe ku tê rêza neteweyên wek Fars, Ereb û Tirk, ku êdî hebûna wan wek welatên dagîrkar li ser axa Kurdistanê dê bihejîne.
Piştî damezrandina dewlet – neteweyên wek Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye li ser axa Kurdistanê, ewa ku wan dewletan ji her tiştî zêdetir li serî xebitîne, reşkirina zimanê Kurdî bûye. Ji ber ku reşkirina ziman tê wateya kuştina netewe, lewma ew ji xwendin bi zimanê Kurdî ditirsin û dixwazin ku zimanê Kurdî heya dawiyê zimanek jêrdest û tepeser bimîne. Eger ku li Tirkiyê axaftina bi zimanê Kurdî qedexe bûye û siza li ser bûye, li Îranê axaftina bi zimanê Kurdî qedexe nebûye, lê bi awayekî asta wê kêm bûye û wek “zaraveyeke mehelî ya Îranê” tê hejmarkirin û wek paşkoyeke zimanê Farsî tê zanîn. Ji ber ku desthilatdarên Îranê di wê baweriyê de ne ku zimanê Kurdî zimanek serbixwe nîne û herwisa gelê Kurd jî netewe nîne û beşeke ji “qewmên Îranî”, û her ji destpêka dîrokê ve Kurd bi eslê xwe Îranî bûne û wê Îranî jî bimînin. Ew siyaseta zimanî û netewesaziya Îranî, bi awayek rasterast di sîstema perwerdeya xwe de li dijî neteweyên din ên neFaris, bi netewa Kurd ve jî tê cîbicîkirin.
Zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê ji komelek zaraveyan pêk tê û erdnîgariyek berfireh li Rojavayê Îranê ji xwe digire, wek Kurdiya Nawendî ku bi Soranî tê naskirin, Kurdiya Kurmancî, Lorî, Lekî, Kelhurî û Hewramî. Pêkhateyek berbilav ya zimanî û zaraveyî li Rojhilatê Kurdistanê heye ku axiverên wî ji aliyê şêwezar, bawerên olî û hozan ji hev tên cuda kirin. Desthilatdarên Îranê li şûna wê ku wek zengîniyekê li wan cudahiyên zimanî û devokî yên netewî binêrin, bi çavê tirsê lê dinêrin. Bi awayekî ku xwendina bi zimanê Kurdî wek metirsiyek mezin li ser yekgirtina axa Îranê dizanin. Lewma jî, ji destpêka sedsala bîstê ve berdewam hewl bo binkolkirina zimanê Kurdî didin û herwisa li ser têkdana pêwendiyên di navbera zaraveyên Kurdî de kar dikin, ji bo ku ji yek veqetin û yekîtî û yekparçebûna zimanê Kurdî ji nav bibin. Ew tişta ku karîn ligel Loran bikin ji bo veqetandina wan ji Kurdan, niha ligel Lekan dikin. Dibêjne wan: “Hûn Kurd nînin, hûn Lek in, zaraveya we jî devokeke Kurdî nîne û zimanek serbixwe ye”. Herwisa heman pilanê ligel Hewramiyan jî cî bi cî dikin bo wê ku wek zimanek serbixwe bidine nasandin û ji zimanê Kurdî cuda bikin. Herwek berê û di paşerojê de jî ligel Kurdên Kelhur li Kirmaşan û Îlamê jî wê tiştî dikin. Bo wê ku Kurdiya wan bi qasekê bê tewandin ku wek zimanê Farsî lê bê û bi yek ji devokên Farsî bê hejmarkirin û êdî Kurdî nemîne. Ew siyaseta zimanî ku Îran li dijî zimanê Kurdî bikar tîne, di zanista zimanî de bi wateya “zimankujî” an “linguicide” tê pênasekirin. Kuştina ziman jî bi wateya kuştina riha netweyekê tê zanîn. Ev bernameya dagîrkerên Kurdistanê ye ji bo zimanê Kurdî. Ewa ku ji serdemê Riza Şah ve heta îro ligel zimanê Kurdî hatiye kirin, li siyaseta kuştina ziman û asîmîlekirnê, li Tirkiyê gelek ji wê dijwartir ligel Kurdiya Bakurê (Kurmancî) hatiye kirin.
Danîna xelatek bi navê Zara bo zimanê Kurdî, lihemberderketin e li dijî siyaseta zimankuj a Komara Îslamî ya Îranê û dagîrkarên din ên axa Kurdsitanê û piştgîriya xebatê ye ji bo parastin û berdewamiya xwendin bi zimanê Kurdî li hemû beşên Kurdistanê.
Ez hertim di wê baweriyê de me; her Kurdek di jîngehek jêrdest û dagîrkirî ya zimanî de ji bo zimanê xwe xebatê bike, gelek ji Kurdên ku di jîngeheke serbest de bi Kurdî dixwînin û dinvîsin pêştirin. Lewma ez wek welatiyekî Başûrê Kurdistanê, nivîskarekî Bakurî, Rojavayî û Rojhilatî baştir dizanim ji bo wergirtina vê xelatê heta Kurdeke Başûrê Kurdistanê. Her çiqasî ku bidestanîna mafê ziman li Başûrê bi rêyên gelek zehmetiyan ve û bi têkoşîn û qurbanidanan derbas bûye, heta desthiladarên Iraqê hatine neçarkirin ku mafên zimanî yên Kurd qebûl bikin û di destûra nû ya Îraqê de bisepînin. Serbarî hemû wan xebatan, li Başûrê welat hê jî metirsî li ser zimanê Kurdî maye, bi taybet li navçeyên veqetiyayî ku di demek zû de û heya niha jî dikevine ber hejmûna dagîrkariyê.
Ji bo xelata wê carê ya Zarayê, piştî ragihandina KURDŞOPê bi rêya malpera xwe ya fermî bo wergirtina CVyên ew kesên ku bi salane di derbarê ziman de xebatê dikin, di qonaxa yekê de zêdetir ji bîst kesan CVyên xwe şandin bo ku derbasî qonaxa paşê bibin û endamên lîjneyê li gor kar û çalakiyên wan dengê xwe bidin. Di nava wan CVyan de şeş ji baştrîn CV hatin hilbijartin, ku ji beşên cuda yên Kurdistanê pêk hatibûn û ketine ber endamên lîjneyê. Li her beşek ji Kurdistanê dadwerek hatibû danîn ji bo hilbijartina berbijêrekê bo bexşîna wê xelatê. Ez yek ji endamên dadwerên lîjneyê bûm li Başûrê Kurdistanê, ligel sê dadwerên din ji beşên din yên Kurdistanê ku ji wan hêjayan pêk tên: Mamoste Seîd Veroj li Bakûrê Kurdistanê, Dr. Haşim Ehmedzade li Rojhilatê Kurdistanê û Mamoste Xalid Cemîl li Rojavayê Kurdistanê. Şêwaza dengdanê bi sîstema pêşketiya elektronî bû ku tenê ji bo me endamên lîjneyê hatibû danîn û me dikarî di nav de nav, wêne, zanyarî û kirteya nimredayinê bibînin û nimreyê bi her berbijêrkê bidin li gorî xebata ku kiriye. Herwisa ji bo bêtir rohnbûna dengdanê, tîma teknîkî bi şêwaza rasterast beşa encaman bo endamên lîjneyê vekirî hiştibû, ji bo ku endamên lîjneyê piştrast bin ji dengên xwe. Bi bextewerî ve di dawiyê de hemû endamên lîjneyê li encam û şêwaza dengdanê razî bûn.
Di dawiyê de mamosteyeke xebatkar û mandûnenas wek biserketiyê xelatê hat hilbijartin, ku piştî hindek din ev nav dê bê eşkerekirin. Sernekeftina berbijêrên dinê nayê wê wateyê ku hêjayê xelatê nînin, her Kurdek ku bi Kurdî dinivîse û xebatê dike ji bo parastina zimanê xwe hêjayê xelat û rêzgirtinê ye. Her Kurdek pêdvî ye şanaziyê bi zimanê xwe bike û hewl bide wî biparêze û zimanê xwe bi emanet bo zarokên xwe hilbigre. Heriwsa eger ku li welatê wê de jî zimanê Kurdî qedexe be, divê di mala xwe fêrgehekê amade bike û zarokên xwe fêrî xwendin û nivîsîna Kurdî bike. Her serkeftî bin yên ku hevxebatê Zarayê ne û ji bo xwendina bi zimanê Kurdî û parastina nasnameya neteweya Kurd li hemû beşên Kurdistanê.