Gotara serokê Saziya KURDŞOPê bo rêûresma duyemîn Xelata Zarayê bo zimanê Kurdî

Saziya Kurdşopê bi sehkirin bi metirsiya mezin a neyaran ji aliyekê û valatiya pîşeyî ya medyaya Kurdî ji aliyek dinê ve, bo geşekirina kultûr, ziman, dîrok û nasnameya Kurdî hatiye avakirin û hewla me lihemberderketin li dijî pîlanên nehs ên neyaran û hevdem hewldan bo geşepêdana ziman û kultûra dewlemend a Kurdî û hemû ew nirx û buhayên bedew û dîrokî yên netewa Kurd e ku ji şaristaniyeteke kevnar ve û ji kûrahiya dîrokê ve, nifş li pey nifş heta niha aniye û parastiye.

Welat  Qadirî

 

Dem baş mêvanên hêja, mamoste û nivîskarên rêzdar, sazî û medyayên Kurdistanî, kesayetî û çalakvanên Kurd, bi xêr bên bo duyemîn merasima xelata Zara bo xizmet bi zimanê Kurdî.

Ez xwe gelek bi bextewer dizanim ku di rewşeke wiha dijwar de ku niha gelê Kurd tê de derbas dibe, em bikarin xizmeta ziman û kultûra netewa xwe bikin. Ez hêvîdar im çalakiya wekî xelata Zara, sal li pey salê bikare bi nûkariyek zêdetir, xizmetê bi zimanê Kurdî û zimanzan û xebatkarên wê rêbazê bike.

Bi lênêrîna rewşa zimanê Kurdî li her çar parçeryên Kurdistan û diyasporayê, em dibînin ku di sedsalên borî de neyarên Kurd li her çar beşên Kurdistanê, hem ji ber siyaseta înkarkirin û hem jî ji ber desthilatên xwe ve, rê nedane zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û ji hemû rêyekê ve hewla helandina ziman, çand û kultûra Kurdî dane û ji ber wan sedeman ve bandorek metirsîdar li ser zimanê Kurdî çê kirine. Lê netewa Kurd jî li her yek ji beşên Kurdistanê di hember wê siyaseta neyaran de berxwedanî kiriye û tevî wan xisar û ziyanane jî ku li her yek ji beşên Kurdistanê rastî wê hatine, li gorî şiyanê ziman, çand û kultûra xwe parastine.

Li Bakûrê Kurdistanê tevî hewla sîstematîk a helandina ziman û kultûra Kurdî û çêkirina astengiyên yasayî ji bo pêşîgirtina perwerde û axaftin bi zimanê Kurdî, lê dilsozên wî warî dev jê bernedane û bi vekirina dehan damezraweyên taybet û pilatformên torên civakî, bizavek nû ji bo lihemberderketin li dijî siyaseta asmîlasiyonê dest pê kirine û damezrandina çendîn dezgehên çap û belavkirina pirtûkên Kurdî û çapkirina sedan pirtûkên Kurdî, vekirina beşa zimanê Kurdî li çend zanîngehên Bakurê Kurdistanê û herwisa kempeyna sundxwarina gencên serbixwe bo axaftina bi zimanê Kurdî, mînakên berçav ên wê bizavê ne.

Li Rojhilatê Kurdistanê, tevî hemû astengiyên ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo çalakvanên zimanê Kurdî pêk tîne, çalakî û tevgereke rijd a wêjeyî û perwerdeya zimanê Kurdî û pêşxitina zimanê Kurdî û edebiyat û hunera Kurdî, ji aliyê mamosteyan, rewşenbîran û hunermendên gelê me ve tê kirin û pêşengên wê tevgerê jî, ji girtin û sizayê girtîgehê û rêgirtina wan ji bo wanegotinê, bêpar nebûne. Bo mînak: Zara Mihemedî, Mojgan Kawûsî, Seywan Îbrahîmî, Îdrîs Mînberî û dawî mînaka vê berxwedanê jî helwêsta nivîskar û hunermendên Rojhilatê Kurdistanê piştî koça dawî ya hunermend Tahir Xelîlî bû.

Li Başûrê Kurdistanê û li encama dehan sal xebata bêwestan û şehdbûna dehan hezar pêşmerge û têdeçûna sedan hezar xelkê sivîl li piroseya bednaviya enfal û kîmyabaran û komkujiya Kurdên Êzidî, Kakeyî û Feylî, tevî vê ku zimanê Kurdî wek zimanê fermî yê desthilatdarî û perwerdeya Herêma Kurdistanê îtiraf pê hatiye kirin û ev mafe jî di destûra Iraqê de hatiye pejirandin û zimanê Kurdî li seranserê Iraqê li rex zimanê Erebî wek zimanê fermî îtiraf pê hatiye kirin, lê niha jî mezintirîn pîlana helandina zimanê Kurdî li navçeyên Kurdistanî yên derveyê Herêma Kurdistanê, ji Xaneqîn û Kerkûkê ve bigire heta digihe Şengal û Mûsilê berdewam e.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, tevî wê ku bi hewla birêveberiya bakûr û rojhilatê Sûriyê, zimanê Kurdî di wan şûnên ku desthilata Kurdî tê de heye, bi fermî cihê xwe di sîstema perwerdehî de girtiye û pêş dikeve, lê li navçeyên dagîrkirî yên Efrîn û Serê Kanî û çend navçeyên dinê siyaseta qirkirina zimanê Kurdî ji aliyê dagîrkeran ve bi rê ve diçe.

Li derveyê welat û di diyasporayê de, bi sûdwergirtin ji destûrên yasayî yên rêpêdayî di welatan de, hewlên cidî ji bo xizmetkirina zimanê Kurdî heye û bi sedan mamoste, nivîskar, lêkolîner û helbestvanên Kurd li diyasporayê bi nivîsandin, lêkolînkirin û wergêranê xizmeta zimanê Kurdî dikin û di sala borî de jî dezgeha çap û belavkirina pirtûkên Kurdî li Ewropayê hate damezrandin û gelek pirtûkên Kurdî ji bo Kurdên diyasporayê çap û belav kirine.

Cihê balkişandinê ye ku neyarên gelê Kurd, di berdewamiya komkujî, enfal, kîmyabaran, serkut, girtin, îşkencekirin û jinavbirina fîzîkiya Kurdan, bi awayekî bêdeng dest avêtine bi qirkirina kultûrî, civakî û zimanî ya netewa Kurd, da ku dîrok, ziman, şaristaniyet û kultûra me reş bikin. Bi alxahînî ve ev cure komkujiye, gelek metirsîdartir e ji komkujiya fîzîkî ya takê Kurd.

Ji ber ku reşkirina zimanî ya her neteweyekê tê wateya tinekirina wê netewê. Ziman stûna herî girîng a nasnameya her neteweyekê ye û jinavbirina zimanê her neteweyekê tê wateya mirin û jinavçûna wê netewê.

Neyaran ji bo perdepoşkirina wan hemû tawan, komkujî û kavilkariyên ku di dîroka dûr û nêzîk bi ser Kurd û Kurdistanê de anîne, bi damezrandina dehan damezrawe û rêkxistinên taybet, bi dabînkirina sermayeyek mezin a mirovî û aborî, bi sûdwergirtin ji hemû amêrên torên civakî û medya, înternet, sînema û fîlm, ji aliyekê ve hewlê didin ku di hiş û bîrdanka xelkê Kurd û raya giştî de rewatiyê bi wan tawankariyên xwe bidin; Ji aliyeke dinê ve wan damezraweyane dixine xizmeta demûdezgehên xwe yên serkutkar, da ku bi çandina tovê dualî û bêbawerî û bêhêvîtî di nav xelkê Kurdistanê de, yekgirtiya civaka Kurdistanê têk bibin û bikarin roleke wêranker û herifîner li dijî gelê Kurd bilîzin.

Hewlên neyaran bo herifîna îrade û morala netewa me ye bo wê ku wek çawa welatê me dagîr kirine, bi şerê nerm û bi şêweyê bêdeng bikarin mêjiyê takê Kurd dagîr bikin û Kurdan ji nasnameya Kurdbûna xwe bişon, heta ku wisa jê bê ku Kurd wisa bîr bike nasnameya wan, girêdayî nasnameya dagîrker e û bi vî rengî Kurd bi tevahî ji nasnameya xwe dûr bikeve.

Di rewşeke wiha dijwar de ji ber nebûna medyayeke pirofîşnalî ya netewî û nîştimanî bo Kurd ku bikare li hemberî van pîlanên dagîrkerên Kurdistanê raweste, mixabin neyarên me li her çar parçeyên Kurdistanê, şiyan e bi wan îmkanatên xwe yên bihêz, pîlanên xwe zêdetir berfireh bikin.

Saziya Kurdşopê bi sehkirin bi metirsiya mezin a neyaran ji aliyekê û valatiya pîşeyî ya medyaya Kurdî ji aliyek dinê ve, bo geşekirina kultûr, ziman, dîrok û nasnameya Kurdî hatiye avakirin û hewla me lihemberderketin li dijî pîlanên nehs ên neyaran û hevdem hewldan bo geşepêdana ziman û kultûra dewlemend a Kurdî û hemû ew nirx û buhayên bedew û dîrokî yên netewa Kurd e ku ji şaristaniyeteke kevnar ve û ji kûrahiya dîrokê ve, nifş li pey nifş heta niha aniye û parastiye.

Kurdşop xwediyê îradeya netewî û hemû nirxên civaka Kurdistanê ye bo lihemberderketin li dijî hewlên helandin û tinekirina Kurdan ji aliyê dagîrkeran ve û herwisa ji bo têkbirina propagendeyên çewtekarî yên neyarên Kurd bo sivikkirin û naşîrîn nîşandana civaka Kurdî wek xelkeke paremayî, tundajo û tawankar. Eva jî emrazeke çewtekarane ya dagîrkerên Kurdistanê ye, ne tenê li dijî tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê, belkî li dijî ziman, çand, dîrok û hemû pirensîpên meirifî, sembol û nirxên me yên neteweyî ku nasname û şaristaniya Kurdî li ser wan hatiye avakirin.

Kurdşop bi îmkanatek kêm ve, lê bi bîrek setratejîk a neteweyî û nîştimanî ve, bi sûdwergirtin ji pilatformên torên civakî, li ser bingehek zanistî û meirifî hewla parastin û geşepêdana nasnameya neteweyî û nîştimanî ya Kurdistaniyan dide.

Di vê hilkefta pîroz de, li cihê xwe ye ku em tika û daxwazê ji dayîk û bavên Kurd bikin ku li her cihekî ne, navê Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin û bi zimanê Kurdî yê şîrîn wan perwerde bikin.

Em daxwazê li hunermendan, nivîskaran, helbetvan û fîlmsazan dikin ku berhemên Kurdî biafirînin. Em daxwazê ji keç û ciwanên nîştimanê dikin ku bi lixwekirina cilûbergên Kurdî û geşepêdana kultûr û resm û adetên neteweyî, reşbelekên Kurdî bixemilînin û ji nirx û hêmayên xwe yên netewî xwedî derkevin.

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku, wekî gilêlika çavê xwe hez ji axa pîroz a nîştimana me bikin û jîngeha nîştimana bav û kalên me û ew şûnwarên dîrokî yên ku belgeyên şaristaniyeta Kurdan ne, bi paqijî biparêzin.

Em daxwazê ji rewşenbîr, dîroknivîs, medyakar û damezraweyên perwerde û zanistî dikin ku, pêşiya tinekirina navên gund, bajar û çiya û şûnwarên dîrokî ji aliyê dagîrkeran ve bigirin.

Em daxwazê ji bazariyan, kasibkaran û bazirganan dikin ku tabloyên Kurdî ji bo dukan, kompanî û şûnên bazirganiyên xwe hilbijêrin û navên Kurdî danîne ser dibistan, zanîngeh, nexweşxane,  şeqam û kolanan.

Ez di dawiya axaftinên xwe de dixwazim sipaseke bêdawî ji tîma amadekar a merasima xelata Zara û lîjneya hilbijartina xelatgir bikim, ku bi xwebexşî û mandûnenasî ve kar kirin bo hilbijartina xelatgir û rêkxistina vê merasimê.

Herwisa ez pîrozbahiyê li her kesek yan navendekê dikim ku dibe xelatgirê vê merasimê û ez tendirustî û berdewamî û serkeftinê ji bo hemû aliyekê hêvî dikim.

Her şad bin.

KURDŞOP
559 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!