1000 Pirs

Alan Ebdela

 

Vê carê jî, di nava ramanên xwe de wenda bûbû, tiştê ku rewşa wî kambaxtir kir, telefona wî lêxist. Weke her car, berî nasbike kê bêriya dengê wî kiriye, ji xwe pirsî? Gelo ev kî ye?

Tevî ku ne ewqasî zehmet e. Tenê wê destê xwe bavêje bêrîka xwe û telefona xwe derxe, bêguman wê ji navê tomarkirî zanibe kî wî dixwaze. Gelek caran hewldanên xwe dikir, lê nikarî bû xwe ji vê pirsê rizgar bike. Telefon lêdide, ew jî bi bêhnek fireh dihizire. Kes tunebû ku jê re bêje (De lê vegerîn malneketo, te ew merezî kir). Dema navê Laleş dît, dîsa ji xwe pirsî? Gelo Laleş çi dixwaze, çima di vê demê de li min digere.

Rastî jî, erkê wî giran e û ne herdem valaye, lewma  ditirsiya jê bê xwestin ew jî biçe civatê. Ji bo wilo, dihizirî ku tiştekî bide ber ruyê xwe û xwe ji çûnê vekişîne, dîsa ji xwe pirsî? Aniha ez ê çima derewan bikim? Rastî jî karê min heye û ez nikarim biçim. Telefon vekir, ne silav dayê û ne hişt ew silava xwe bike, di cih de got" xêre hevalê min, çi heye, tu çima divê demê de li min digerî?” Hevalê wî jî bi matmayîbûn lê vegerand “bêhina xwe fireh bike hevalê min, tiştek tuneye”. Piştî danûstendinek dirêj,  têgihişt ku divê biçe.

Bi rabûnê re mejiyê xwe ji pirsan kir moxil. Ka çi cilan li xwe bikim, Gelo ji derve sar e yan na, Bi çakêt re lepikan jî bibim yan na? Gelo di kîjan kolanê re biçim? Ma ez Behwer bi xwe bibim yan na? Bila kes ji min nepirse çima ez naxwazim wî bibim. Mirovekî bênanûxwê ye, ma ne bese.

Hîn mejiyê wî û pirsan, bi hev re şer dikirin û wilo ji malê derket. Di çûnê de, riya xwe bi hevalê xwe xistibû ji bo bi hev re biçin, lê jêre gotibûn Bilind razayî ye.

Bi vê gotinê re wek tu satilek pê dake, matmayî mabû û ji xwe re digot: “Gelo ev çawa razan bi dest wan dikeve? Eger dema wî vala heye, naxwe ezê jê bixwazim, bila hinek ji dema xwe bi deyn bide min. Bi deyn! Gelo tiştê wilo çêdibin? Niha ku mirovek nesax li ber mirinê be û demek ji temenê min bi deyn bixwaze, ji bo temenê wî dirêj bibe, ezê çibikim?

Ez bidim yan na, ditirsim qenciyê pê bikim lê jê re bibe zirar, ez nadim wê çêtir be. Ma çima nebaş e, na weleh ez ê bidim, belkî bi wê demê, gotinek di dilê wî de mabe û dixwaze bêje? Ê mane bi deyne û divê vegerîne, ka wê ji ku vegerîn e?

Aniha ger ez bêjim wê karibe vegerîne, Îca wê ji kîjan temenê xwe bide, ji temenê wî yê dema ciwanbû yan ji temenê wî yê dema nesaxbû? Ya baş ku tiştên wilo tunene. Na welleh xwezî heban, belkî min karîba rojên xweyî reş bifrota û rojek xweş pê bikiriya, ji bo carekê tenê, min xwe mirov bidîta.

Lê bi vî karî, wê dewlemend û desthilatdar, temenê me bi zorê ji xwe re bibin? Hahew, qaşo niha ne wilo ye. Bi van pirsan xwe gihand cihê civatê. Di nava civatê de, hemû daxivîn û ew tenê ji xwe re ketibû xeyalan, carinan jî xwe dikir ku guhdare.

Hevalekî pirs ji wan kir. Niha ku ji we bê xwestin hun yekê hilbijêrin, hevjîn yan dê, hun ê kê hilbijêrin? Yê ku ji zaroktî de dêya xwe nedîtibû, ponijî û hew deng jê derket, wilo hinekî ma û bi sistayî got: “Ez nizanim ka hun bêjin”.

Yek di nav wan de xwende bû, di salekê de pirtûkek tenê dixwend, wî jî wilo got: “Em wan bi hev re nepîvin wê çêtir be”. Yekî bi dengek qube bersiv da: “De her lo, ma ev jî pirs e, jin hemû li aliyekî û dayika min li alîyekî”.

Bi nerîna wî hemû matmayî man. Ji ber wî jin nanîbû bersiv jê nedihat xwestin. Ew ku besiv nedaba çêtir bû, lê nizanim çima, hinek hene divê xwe kelê bikin. Di nava wê pirsê de, bê deng mabû, dema jê pirsîn ka nerîna te çiye, dengê wan nedikir, çend caran wî hejandin heta hişê wî hat serê wî, lê bersiv neda, karê wî ne bersiv bû. Hevalên wî baş nas dikin, ew ne cara yekê bû ku bersivê nade, di xwendina xwe de jî biserneket, di ezmûnê de, bersiva pirsan bi pirsan dida.

Piştî civatê, li ser rêya vegerê ji xwe dipirsî. Ev çi pirsên vala ku bala mirov dikşînin, tevî gelek pirsên girîngtir hene, hêjane mirov hişê xwe pê biwestîne, ez jî wilo me, mejiyên xwe bi pirsên wilo diwestînim û ji pirsên mezin jî ditirsim. Gelo ji ber jiyan pirs e û mirin bersiv e? Erê em wilo fêrbûne, gelek pirsên me yên bê bersiv, em dihêlin heta mirin bersiva wê bide, ji ber vê jî, ditirsim ku dawiya çi bersiva ez bidim, mirina min be.

Ji xwe pirsa ku hevalê me di civatê de kir, pirsek bê bersiv bû, yan jî bersiva wê pêşeroj dide. Zanim ku dayik jiyanek bê hempa ye, lê ev sedem têrê nake ez bêjim dayika min ji hevjîna min ferztir e, min hîn helwestên hevjîna xwe nedîtine. Hevjîna min jî, ji mala bavê xwe derket û hat li cem min bijî, ez ne bedew im û ne dewlemend im, na xwe çima?

Çiqas ez dihizirim û bi hev re dipîvim, ez nabînim tu cudahî di navbera wan de heye. Ta bi vê jî, min tu bersiv û çare jê re nedît, ger ez bibînim jî, mixabin ez nikarim eşkere bêjim. Mirov êşa di nava xwe de nikare azad eşkere bike, çima mirov neçare her dem xwe bixapîne, naxwe wê çilo azad bijî?

Bi van pirsan derbasî malê bûbû û li ser dengê dayik û hevjîna xwe ji xeyalan şiyar bû, dema bi hev re jê re gotin: “Tu li ku bû heta niha, dilê me bi ser te ve bû, me dikir nedikir xewa me jî nedihat”.

KURDŞOP
446 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!