Helwest û kesayetiya zarokan di xwendina çîrokan de

Evîn Teyfûr

 

Her çiqas çîrok ji hemû temenan re wek çeşnekî wêjeyî dihat hilbijartin û ji berê ve ji aliyê xwendevanan ve dihat xwendin û nivîsandin, lê ji bo wêjeya zarokan cihê xwe yê herî sereke digire. Ji ber ku cureyê wêjeyê yê baldar ji bo zarokan, çîrok e. Li gorî vê yekê « Mirac Ehmed » girîngiya çîrokên zarokan wiha tîne ziman: "Ew derfetê dide zarok ku axaftina hatiye vegotin, veguhezîne wêneyên derûnî yên xeyalî ango xeyala zarokan pêş dixe". ( MIRAC Ehmed (2019), «Çîrok û Rola Wê Di Wêjeya Zarokan De» 19 r.) ji wê jî em dibînin ku gava tu ji zarokekî re behsa çi bikî jî di xeyala xwe de wêneya wê çêdike û tiştên xwe yê jiyanî bi riya xeyalê bi dest dixe.

Zarok pir bi çîrokên ku dê û bavên wan di zarokatiyê de ji wan re gotine re têkildar in, ji ber vê yekê jî, çîrok amûrên perwerdehiyê yên girîng in ku mirov dikare li ser wan bisekine da ku gelek aliyên cuda yên kesayetiya zarok zêde bike. Ji ber vê yekê jî, hem dê û hem jî bav divê bala xwe bidin ser hilbijartina çîrokên bikêr ku bi xwe re nirxên erênî û adetên bikêr hildigirin ku ji zarok re bibe alîkar, ku di siberoja de bibe mirovek çêtir.

Erêniya xwendin û vegotina çîrokê ji bo zarokan gelek in wek; zarok dikare bi hestên xwe re mijûl bibe, bandora neyînî ya civakê kêm dike, têkiliya di navbera zarok û dê û bavê wî/wê de xurt dike, zarok ji bo rûbirûbûna civakê re amade dike, tevgerên sûdmend pêşve dibe, rêyeke ku zarokek rehet bike, xwebaweriya zarok zêde dike, xeyalên zarok pêş dixe, rêbaza zarok nermtir dike û riyeke ku zarok hîn dike.

« Mirac Ehmed » di lêkolîneke xwe de wiha li ser vê xalê dibêje: "Çîrok ji bo zarokan pir girîng e, ji ber ku nirx û prensîban di nav wan de dihêle û aliyên hestî, derûnî û giyanî yên kesayetiya wan pêş dixe". (MIRAC Ehmed (2019), «Çîrok û Rola Wê Di Wêjeya Zarokan De» 19 r)

Jiyan ne hêsan e û rê ne ji her kesî re vekiriye, her tim astengî û zehmetî hene ku her kes bê cudahî tê re derbas dibin. Zarok jî ji van zehmetiyan ne cuda ne û dê rojekê ew jî li rastî van zehmetiyên jiyanê werin, lewma çîrokên ku di navbera wan de nirx û ehlaqên bikêr hene, bêguman dê alîkariya wî/wê bike ku li ber xwe bidin.

Dema ku dê û bav ji zarokê re çîrokên ku hestan radixe ber çavan dixwînin, ev yek ji zarok re dibe alîkar ku hestên xwe yên cuda fam bikin û qebûl bikin. Ji xwe bêtir agahdar dibe û fêhim dike ku zarokên din ên mîna wî/wê hene ku xwedî heman hestan in û ew ne bi tenê ye.

Bi riya çîrokan, zarok dikare zûtir ji hevalên xwe yên dibistanê fêrî xwendinê bibe, bi vî rengî ew ê bi xwe bawertir bibe û bêtir bikaribe bi çalakiyên cûrbecûr yên dibistanê re têkildar bibe û beşdar bibe. Herwisa li sayeya çîrokan zarok dikare ezmûnên binirx û cur bi cur fêr bibe, ku  ev jî dibe sedema hindê ku pêşeng be di çalakiyên qonaxên xwendin û jiyanê û encama wî jî çêbûna xwe baweriyek mikum e.

Hin çîrok jî hene dikarin bi awayekî neyînî bandorê li kesayetiya zarok bike. Ango bûyer, tevger û karekterên tê de bi awayekî neyînî dikare bihêle zarok kesayetekî jixwe nebawer, tirsonek, diz û wek hovan tevbigere. Mînakên vê yekê di çîrokên Şimika Zêrîn, Zerka Zêran û çîroka Newrozê (Ara Zarok a 2`an a Şimikazêrîn. Zerka Zêran., çîroka Newrozê.) ku têde zarok binekftî bi zincîrê girêdayî û du mar li dora wan dike wan bixwe. Lewma çîrokên ji wan re bên xwendin divê li gorî ezmûnên jiyana wan be.

KURDŞOP
670 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!