Çima tê gotin ku ziman bingeha nasnamê ye?

Rojan Sofîzade

 

Min ev gotine gelek caran ji ziman xemxarên zimanê Kurdî ve guhdar kiriye ku dibêjin: Zimanê me, nasnameya meye.

Li gorî lêkolîn û şiroveya zef xwedîrayan, bingeha serbixweyî ya netewî li pênasa netewebûnê de, ziman xala herî bingehîne ku dikare pênaseya neteweyekê be. Gorî şirove û pênasa saziya “Netewên Yekbûyî” jî, ji bo ku em bikarin komek ji mirovan wek netewe nasbikin, çend pîvan hatine wek: Xaka hevpar, Çanda hevpar, Dîroka hevpar û Zimanê hevpar.

Bêguman ji bilî pîvana Ziman, heçî yek ji pîvanên din jî bo pênaseya netewe girîngiya xwe hene û dişibin ku weke xalên girîng bêne hesibandin, lê ez bawer im xala herî girîng ji bo pênaseya neteweyê dikare Ziman be.

Li ber wê yekê jî dibêjim ku Ziman pîvana herî sereke ye; ji ber ku renge neteweyekê axa hevpar çinebe, yan tenanet Çanda hevpar jî çinebe, yan dibe li barê jiopilotîk û hilkevteya erdnîgarî ve û heta nêzî hev nebin bo ku dîrokek hevpar hebin. Lê di demekê de dikarin bibêjin ku em neteweyekin ku xwediyê Zimanê xwe bin û bi zimanê xwe bikarin pênaseya nasnama neteweya xwe bikin.

Ger em behsa neteweya Kurd bikin, em dibînin ku li dirêjiya dîrokê de gelek guhertin bi ser me Kurdan de hatine, bi sedema dagîrkariya Kurdistanê axa Kurdan hatiye perçekirin, yan bi milyonan Kurd bi sedema zilm û sitema dagîrkeran axa xwe anku Kurdistan bi cih hiştine û mişextiyê diyasporayê bûne û niha li welatên cuda cuda yên cîhanê de akincîne.

Herwisa bi sedema perçe bûna Kurdistanê bi ser 4 welatan de, li jêr bandora çanda netewên serdest û dagîrkar, guhertin bi ser çanda gelê Kurd de hatiye. Bo mînak çanda Bakûr digel Başûr, yan Rojhilat digel Rojavayê Kurdistanê cudahî ketiye navbera wan. Neteweya Kurd bi hemû beşên xwe yên cuda di niha de ger cudahî û xalên hevbeş jî di navbera wan de hebe, lê dîsa jî xwediyê nasnameya xwe ye, û li her kîdera vê cîhanê be û bi ser çen perçan de hatibe parvekirin jî, kite pîvana ku dikare Kurdbûna wî bide xûyakirin û xwedî nasnamebûna wî bide selimandin, Zimanê wî ye.

Em dikarin wê yekê bi berewajî jî bibînin, bo mînak ger Kurdistan yêk perçe be, ger hemî xelkê Kurdistanê bûyerekî herî biçûk jî ji bo xwe weke dîroka hevpar bizanin, ger çand û kultûra hemû Kurdan wek hev be, lê dema kesek ku îdia bike ku Kurde, lê bi Zimanê Kurdî nepeyve, yan Zimanê Kurdî nezanê û hevdem bibêje ku ez Kurdim, bêguman ev kese ji Kurdbûna xwe hatiye asmîle kirin û nekariye ji Ziman û nasnameya xwe xwedî derkeve.

Ez baver im şertê sereke yê Kurdbûnê tenê Zimanê Kurdî ye û kesek nikare bibêje ez Kurdim, lê Zimanê Kurdî nezane. Kurdên ku dikarin nasnameya neteweya xwe biparêzin, tenê dikarin ji Zimanê xwe xwedî derkevin, bi Kurdî biaxivin, Ziman û wêjeya Kurdî bi Zarokê xwe re bidine nasandin û axivtin.

Eva ku heya îro rojê kariye netewîbûna Kurdan biparêze û li hember siyaseta asîmîlasyona dujminan de wî neteweyê biparêze, teqez Zimanê Kurdî bûye. Zêdebarî pîvanên dinê jî wek Xak, Çand û Dîrok ku her yeke ji wan jî bo pênaseya netewî girîngiya xwe hene, lê heçî Kurdek divê pênaseya nasnama netewebûna xwe li Zimanê xwe yê Kurdî de bibîne.

KURDŞOP
606 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!