KURDŞOP duyemîn xelata “Zara”yê ji bo xizmeta bi zimanê Kurdî pêşkêş dike

- Kurdşop

Em Kurdistaniyên hêja, bi taybetî mamoste û çalakvanên warê nivîsîn û perwerdehiya bi zimanê Kurdî agehdar dikin, ku Saziya Kurdshopê dê di destpêka sala 2024an de, duyemîn xelata “Zara”yê ji bo xizmeta bi zimanê Kurdî pêşkêş dike.

Desteya Birêveberî ya Rêûresma Xelata Zarayê biryar daye ji bo destnîşankirina berbijêrên duyemîn xelata Zarayê, daxwaza alîkariyê ji hevnîştimaniyan bike. Her lewma em ji we daxwaz dikin ku ji rêya şandina CVyê ve, wan kes û saziyan bi me re bidine nasandin ku hûn wan hêjayê vê xelatê dibînin.

Eşkere ye ku hemû Kurdistaniyek dikare hem xwe û hem saziya ku tê de çalak e û hem jî kesayetî yan saziyeke dinê ku agehdarê xebatên wê ye, berbijêr bike.

Ji kerema xwe Cvyan ji bo wê emailê bişînin:

[email protected]

Dema dawî ji bo şandina CVyan: 15- 12- 2023

KURDŞOP
865 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!