Bandora çîrokan li ser têkiliyên zarokan bi malbat û civakê re

Perwerdeya bi riya çîrokan a beriya dibistanê û bi wê re, yek ji alên sereke ye ku ji bo dabînkirina paşeroja zarokan dibe alîkar.

Evîn Teyfûr

Ev cureyê wêjeyî ji aliyê zarokan ve gellekî girîngiya wê hatiye dîtin. Çîrok tê wateya her tiştê ku ji bo zarokan bi mebesta şahî û perwerdekirinê hatiye nivîsandin. Bûyerên ku di dem û mekanekê de hatine serê hin karakteran, çi rasteqînî, xeyalî û çi jî karekterên tê de mirov, ajal an jî tiştên din be, mebesta wê ew e ku binhiş û karekteriya zarok a siberojê bi awayekî baş ava bike. Wek ku Îsa El-Şemasî gotiye: "Çîrok di nava wêjeya zarokan de cihê xwe yê pêşîn digire. Çi bi awayê dengî be û çi vegotinî be, kêfa wan jê re tê. Karakter, bûyer, reng û wêneyên tê de bala wan dikişîne û xeyala wan fireh dike." (EL-ŞEMASÎ Îsa, 2004, "Wêjeya Zarokan di navbera çand û perwerdehiyê de") Lewma hezkirina zarokan a ji çîrok û çîrvanokan re hevpar û xuyayî ye. Ew beriya ku biçin dibistanê jê hez dikin û xwe û xeyalên xwe bi wan nas dikin. Ev jî hin nimûne ne ji navnîşanên çîrokên navdar ên ku di cîhanê de hatine naskirin.

The Little Prince, Antoine de Saint-Exupéry, (1943).

Charlotte's Web, E. B. White (1954).

The Secret Garden, Frances Hodgson Burnett (1911).

La Bella y la Bestia, Gabrielle-Suzanne (1740).

The Wind in the Willows, Kenneth Grahame (1908).

Îro em di cîhaneke dîjîtal a vekirî de dijîn ku gerstêrka Erdê kiriye mîna gundekî piçûk û vê yekê jî bandora neyînî ya gelek tiştan di jiyanê de ji ya berê bihêztir kiriye. Îro di pêşketina teknolojiyê de û ne nêzîkbûna malbatê û windakirina rola dapîr û bapîran, dihêle ku bandora derdorên neyînî bihtir li ser zarokan hebe.

  Lewma girêdana zarokan bi çîrokê re, di temenekî biçûk de, dihêle ku ku ew zarok dûrî neyînîyên civakê bikeve û li ser bingeheke baş ava bibe. Gelek çîrok hene bedewî û xurtbûna têkiliya di navbera dê û bav û zarokan de radixe ber çavan. Ger çîrok ji zarokan re dersên kêrhatî ragihînin, ew kêrhatîbûn li rêbaza wan yekser xuya dike. Her wiha têkiliya wan    bi dê û bavê xwe re bi hêztir dike.

   Perwerdeya bi riya çîrokan a beriya dibistanê û bi wê re, yek ji alên sereke ye ku ji bo dabînkirina paşeroja zarokan dibe alîkar, lê eger zarok ne xwediyê nirx û exlaqê baş be, ku di perwerdeyê de bigihêje pileyên herî bilind jî civak wî qebûl nake. Ji ber vê yekê divê zarok ji bo pêwistî û girîngiya exlaqê baş amade bibe, da ku di civakê de kesayetekî hilbijartî be.

   Perwerdehiya zarokan a pêşîn, zarok ji dê û bavê xwe, paşê ji civakê werdigire. Lewma perwerdehiya ne di rêzê de kesayetiya zarokan di nava malbat û civakê de jî dikuje. Di heman demê de ew çîrokên ku ji bo zarokan tên xwendin jî dikarin vê yekê bikin û trawmayekê ji her tiştê li li dora zarok pê re çêbike. Ev yek bandora xwe li siberoja zarokan heye û dikare bi xwe re gelek nexweşiyên derûnî pêk bîne.  Hin çîrok jî hene dihêle ku zarok timî ji dê û bavên xwe birevin    û ji wan, ji ajelên derdora xwe bitirse    bitirse. Her wiha ev yek bandorê li ser tevgera wî ya bi civakê re jî dike ku dihêle bi awayekî derveyî rêgezan bi hewirdora xwe re bide û bistîne.

Nimûneyên van çîrokan gelek in, mîna çîroka Nîskoyê ku me di gotareke berê de ya bi navê "Bandora çîrokan ji aliyê pozîtîv û negatîf    li ser xeyala zarokan" kiribû ku diya wî ji ber acizî û neguhlêkirina zarên xwe, hemiyan bi kilaşa xwe dikuje. Her wiha mîna çîrokên "tu bi ya  diya xwe nekî xwedê wê te kor bike", "tu derewan bikî wê xwedê zimanê te qut bike", "tu vî tiştî bibî wê xwedê destê te qut bike", çîrok û gotinên bi vî rengî dihêlin ku trawma di derûnî û xeyalên zarokan de mezin bibe û di siberoja wî de li kesayetî û tevgerên wî xuya bike. Lewma çîrok û danûstandinên bi vî awayî tu pêşketinê ji bilî trawma li zarokan zêde nake. Di siberoja wan    de dihêle ku bi tirs nêzî her tiştî bibe û bê kesayetî be. Ji ber vê yekê divê    mirov bi awayekî taybet li gorî temenê    zarokan pê re têkeve têkiliyê û ew têkilî jî divê bi hêsanî tiştan ji bo zarokan vebêjin.

KURDŞOP
622 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!