Zimanê çîrokan wek peyv û hevok - 2

Dibe ku gava kesekî mezin vê çîrokê bixwînin, ev tişt bala wan nekişîne, lê zarok ne wiha ne. Zarok pir  pirsok   in    û pirsên ecêb dikin.

Evîn Teyfûr

     Naverok, peyam, babet û ramanên çîrokên baş, roleke xwe ya    mezin di avakirina zarokan de heye. Lêkolîneke zanistî li ser zêdetirî 300 zarokên di navbera temenên çar û şeş salî de   - ango berî ku ew tev li dibistan bibin-    hatiye    kirin    ji bo dîtina bandora  çîrokan li ser pêşkêşkirina alîkariyê ji kesên din re û li ser tevger û niyeta alîkariya zarokan. Lêkolînê diyar kir ku ew bi rastî bandoreke erênî li ser zarokan dike û wan bihêztir dike    ku alîkariya hawirdora xwe bikin. Ji ber vê yekê jî çîrok di pêşvebirina reftarên erênî û sûdmend di zarokan de roleke girîng dilîzin.

    Di serê pêşîn de gava nivîskarek dixwaze ji bo zarokan çîrokekê binivîse, li fikrekê digere. Gava fikir an ramana ku dixwaze li ser binivîse dibîne, babeta cureyê nivîsa xwe destnîşan dike. Paşê nivîskar naveroka çîrokê dinivîse û li pey wê di nava bûyer û karakterên di çîrokê   de, peyama ku dixwaze nîşan bide    dinivîse. Her wiha heger nivîskar bixwaze çîrokeke gelêrî ji bo zarokan veguhezîne, dinivîse. Di serê pêşîn de, li  naverok û ramana çîrokê dihizire. Ji bilî ku çîrokên gelêrî gava ku vediguhezin nivîsandinê, bi heman awayê ku berhevkar guhdarî kiriye dinivîse, lê ji bo zarokan ev yek pêk nayê. Nivîskarê çîrokên zarokan gava pêşîn her tiştê ku dê bi awayekî neyînî bandorê li ser derûniya zarokan bike, di çîrokê de diguhere an jê re    dike.

     Lê pirs di vir de ew e, heger gava ku nivîskar çi    çîrokeke gelêrî an afirînerî ji bo zarokan binivîse û guh nede hîs, raman, hişmendî û xeyalên zarokan, wê çi bibe? Çîroka xwedî fikreke neyînî dikare bandorê li ser kesayetiya zarokan bike ta dawiya temenê wan. Di çîroka "Kal û Sêv"ê de ku me di xebateke xwe ye berê de destnîşan kiriye ku ''Rojekê kal keça xwe binçav dike û dibe şikeftekê û bi xwe re dibêje: Ger ku Sêveke meran hebe çima xelk jê bixwe, ez ê bixwim. Ji ber vê yekê wê dixwaze û pê re dizewice û heft zarokan jê tîne.'' (Ji çîrokeke gelêrî) Di çîrokeke wiha de ku ji bo zaokan tê gotin û bi taybet zarokên keç, neyîniyeke pirr mezin li ser derûniya zarokan dike. Piştî ku zarok çîrokeke wiha guhdarî bike dê bi çi çavî li kesên zilam ên li dora xwe binêre?    Bi taybet wê êdî li hember bav û birayên xwe çawa tevbigere. Her wiha dibe ku ev zarok mezin bibe û bûyerên çîrokê ji bîr bike, lê lekeya trawmaya ku bûyerên wê çîrokê li ser derûniya wê kiriye, ji bîr nabe û ev jî dibe sedem ku her tim bi tirs nêzî zilamên li dora xwe bibe.

Dîsa em dikarin li vir heman ji her pênc çîrokên "Ara Zarok" mînakekê bidin. Me berê jî behs kiribû ku bi rêya çîrokê keç tenê azadkirina jiyana xwe bi zewacê dibîne. Di vir de jî, di çîroka Şimik Zêrînê de, keçik her tim li rastî xerabiyên jinbav û keça wê tê, heta dawî ku zilamek ku    wê dixwaze û ji zilma wan xelas dike. 

"Piştî wê bi heft roj û heft şevan li def zirnê dixin, daweta xwe li dar dixin û heta hetayê bi xweşî pev ra jîyan". (Ara Zarok a 1)

Di dawiya çîrokê de jî Berhevkar divêje: "Ew bi miradên xw şa bûn, hûn jî herin bi miradê xwe şa bibin!"  Keç ji destpêka çîrokê ta dawiyê di zilm û zorê de dijî û di dawiyê de bi zewacê tê xelatkirin û ji wê zilim û zorê xilas dibe. Mîraza keçî zewac bû, lê yê zarokê vê çîrokê dixwîne yan guhdarî dike wê çi be? Ji xwe çîrokên wiha bûne sedem    ku keç di    jiyana xwe tev de bê wate dijîn ta ku bizewicin.  Jiyana ku ew dijîn ne jiyan e û bi zewacê re wekî ku nû hatibin jiyanê. Ango tenê mirazên xwe zewac in.

     Di çîroka Zerka Zêran (Ara Zarok a 2) de gava ku zarokên refa yekê ya dibistana Miştenûra bajarê Kobaniyê ew xwend, yekser ev pirs kirin; Gelo ma zarok dizewicin û dikarin zarokan bînin? Mirov dikare hirçan bixwaze? Heger ku mirov hirçan bixwazin, zarokên mirov hirç derdikevin? Çawa dayikê dikaribû zarokên xwe têr bikira û çawa bavê wan ew kuştin? Nexwe gava diya min ji mal biçe, wê bavê min, min bikuje? 

     Dibe ku gava kesekî mezin vê çîrokê bixwînin, ev tişt bala wan nekişîne, lê zarok ne wiha ne. Zarok pir    pirsok   in    û pirsên ecêb dikin. Di vê çîroka Zerka Zêran de jî ewqas bûyerên wiha derbas dibin ku serê zarokan    bi pirsan tevlîhev dike. "Tê de Zerka Zêrîn û hevalên xwe rojekê diçin çolê. Piştî ku nên dixwin, Zerka Zêrîn ji hevalên xwe re dibêje ku ez ê hinekî li bin darê razim, heger we karê xwe qedand, min hişyar bikin, em bi hev re biçin mnalê. Hevalên Zerka Zêrîn piştî karên xwe diqedînin wê hişyar nakin û wê tenê li çolê dihêlin. Paşê hirçek tê wê dibe û ji xwe re dixwaze û du zarokên hirç    jê çê dibe. Lê pê re birayên Zerka Zêrîn tên wê xelas dikin, ew zarokên xwe li şûna xwe dihêle û gava ku hirç    vedigere, dibîne ku diya wan reviyaye, wan dikuje." Gava zarok çîrokên wiha dixwînin û pirsên wiha dikin, mirov şaş dimîne bê ka wê çawa bersiva pirsên wan  bide    û wan bide qanehkirin.

 

KURDŞOP
771 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!