Xwendinwarî li ku maye?

Li ser navê dîwana wêjeyê me saloneke xwendinê çi li Qamişloyê û çi jî li Kobaniyê vekiriye, em her mehê pirtûkekê yan duduyan dixwînin û bi hev re dinirxînin, lê kombûn ji 9-10 kesan derbas nake.

Aras Hiso

Rêwîtiya min ya bi xwendina romanan re bi romanên Mehmed Uzun û Helîm Yûsiv dest pê kir, ya rast ez dikarim bêjim ku em bi wan romanan mezin û bi şîr ve bûn.  Di salên 2012an de û bi destpêkirina çirûska şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ji nû ve hat aktîvkirin. Li rex wê yekê pirtûkxaneyeke me ya biçûk ji derdora 300 pirtûkên kurdî pêk dihatin. Wan çaxan em hem fêrî zimanê kurdî dibûn, hem jî ji ber nebûna mamosteyên kurdî me derûdora xwe jî fêrî kurdî dikir. Ez li we dirêj nekim, di wê pirtûkxaneyê de em rastî nivîskarên cuda cuda dihatin, me di nava xwe de dipirsî gelo em ê rojekê van nivîskaran rûbirû bibînin. Dîtina nivîskarekî ji me re xeyaleke mezin bû.

Wan çaxan romana yekem ku min xwendî, romana bi navê "Gava ku Masî Tî Dibin" a Helîm Yûsiv bû. Em bi qasî 10-12 kesî li dora wê romanê bûne gilok, her cara ku yekî ji me dixwend, diqedand û dida yekî din, heta ku pirtûk giha min tev ji hev peritî ma. Îcar me pirtûk bi çi xweşiyê dixwend. Ez dizanim hûn ê niha bêjin,    ma ev çiqas pirtûkan dixwîne.    Ewqas ne wiha ye lê ez qala kelecana wan deman dikim ku xwendina pirtûkan ji me re meraqeke pir bi coş bû.

Ne tenê ev roman, gava ku me dest bi xwendina romana "Bîra Qederê" a Mehmed    Uzun jî kir, me bîranîn, serpêhatî û jînegeriya Celadet    Bedirxan bi rêya vê romanê re nas kir. Me cara yekem didît ku çawa biyografiya nivîskarekî di hundirê romanê de tê meyandin, helbet ez qala romana kurdî dikim. Ji wê çaxê û şûn   ve    êdî em di warê xwendin, ziman û wêjeyê de noq bûn û roman li pey romanê, çîrok li pey çîrokê me dixwend. Ez ji we veneşêrim, ji ber ku pereyê me tune bû    em pirtûkan bikirin, gelek caran me pirtûk didizîn, lewma carinan ku ez diçûm pirtûkxaneyekê yan pêşangeheke pirtûkan, di bin çavan re li min dinêrîn, carinan ji ber ku pirtûk nedihat peydakirin, me bi heyran û qurbanan PDFyên wan ji nivîskaran dixwestin.  Gelek ji wan nivîskaran, gelek    xemxurên xwendinwariya li Rojavayê Kurdistanê PDF ji me re dişandin, lê bi şertê ku li ser medyaya civakî neyê belavkirin.    Me jî ew soza wan bi cih dianî. Tew hinek nivîskaran di ser pozê xwe re bersiva me dida    û carinan jî li me    jî venedigerandin.

Lê îro, rexmî ku ev bûye 7 sal in her pêşangeha pirtûkan a Herekolê tê lidarxistin, rexmî ku dibistan û zanîngehên me bi zimanê kurdî hatine avakirin û perwerdehî bi zimanê me ye, lê mixabin xwendin lawaz e yan jî çalakiya xwendinê lawaz e. Li vir ez qala warên perwerdehiyê nakim, mebest ew e ku xwendin lawaz  e. Ne ku ewqas  lawaz e jî, lê ne bi wê geşedanên salên 2012-2013an e.

Li ser navê dîwana wêjeyê me saloneke xwendinê çi li Qamişloyê û çi jî li Kobaniyê vekiriye, em her mehê pirtûkekê yan duduyan dixwînin û bi hev re dinirxînin, lê kombûn ji 9-10 kesan derbas nake, helbet mesele ne bi pirbûna kesan e, lê carê her ji xwe dipirsim gelo çima geşedanên xwendinê di nava me kurdan de lawaz e? Gelo şert û mercên ku bi ser kurdan û Rojavayê Kurdistanê de tê, sedema sereke ye? Carinan me ji hin kesan re yeko yeko daxwaz dikir ku werin tevlî salona me bibin. Carekê min ji yekî re got çend rojên din civata me li ser filan pirtûkê ye, ka tu jî were tevlî me bibe. Digot:

-Waa.. Welle pirtûkeke pir xweş e, tu roja beriya wê bîne bîra min, ez ê werim.

Roja beriya wê gava ku min name dişand ku kombûna me sibe ye, ne tenê ew, piraniya wan kar û îşê wan derdiket. Yek ji wan pismamê wî dizewicî, ya din bavê wê êvarê nedihişt ew derkeve derve, yê din diya xwe nexweş diket, yê din ji gundan bû û nedikarî bihata, yê din ji xwe ji bîr dikir û hinekên din jî xwe ji wî alî nedikir. Jixwe gava ku pirtûk qalind bûya, tew tek û tûk dihatin. Ne ku ez reşbîn im ka bê çima rewş wiha ye, ez reşbîn im ku derdê me ne yek û dudu ne. Mîna pêşiyên    me gotiye, va hîn lêlê ye, lolo jî li pê ye.

Di pey re, piştî ewqas salan min dîsa romana "Bîra Qederê" ya Mehmed Uzun li ber qehweyeke nîv-kelî vexwar û xwend... Min xwest wê çêja xwendina di binhişê xwe de vegerînim. Peyv û hevokên wan xêzan bînim bîra xwe    ku mîna wêneyekî    di otobêsekê de di ber çavên min re bi lez diboriyan... Min rûpela yekem a romanê vekir û dest bi xwendina wê kir, ji çend rûpelên pêşî û şûn ve min dev ji pirtûkê berda,  strana Baqî Xido vêxist û qehweya xwe ya berî 12 salan vexwar...

KURDŞOP
919 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!